Keviyên Çiyayê Cîloyê yên li navçeya Gever a Colemêrgê ku bi hezaran salan avhewaya herêmê parastine, bi eşkereyî dihelin. Dema ku agahiyên ji niştecihên herêmê bi daneyên zanistî re tên gel hev, dîmenek bi talûke derdikeve holê. Keviyên Berfê niha li ber tunebûnê ne. Bandora berbiçav a wêraniyên germbûna gerdûnî li rêzeçiyayên krîtîk têne dîtin. Lûtkeyên ku berê tevahiya salê bi berfê hatibûn nixumandin, niha di nîvê havînê de kevirên wan ên hişk û şikestî xuya dikin. Lê belê, pirsgirêka rast ev e ku ev pêvajo ne tenê bi xwezayê ve sînordar e; ew bandora xwe ya neyînî li jiyana civakî jî dike.
Ji bo xelkê herêmê ku debara xwe bi çandinî û xwedîkirina ajalan dike, Keviyên Cîloyê ne tenê bedewiyeke xwezayî ne û di heman demê de çavkaniyeke girîng a avê ne jî. Niha zuwabûna çeman, helîna berfê ya zû û kêmbûna baranê jiyana gundan her sal dijwartir dike. Tevî vê yekê jî tu nîşanek ku dewlet û saziyên têkildar tedbîrên bi bandor û domdar digirin tune ye.
Çiyayên Cîloyê ne tenê perçeyek xwezayê ne; ew bîra gel in ku di bîr, ziman û çanda mirovan de bi cih bûne. Helîna Keviyên Cîlo ne tenê hilweşîna ekosîstemekê ye û di heman demê de helîna bîra gel e. Girêdana kesên li herêmê ku bi van keviyên berfê re ava kirine, bi her dilopa ku ji wan diniqute tune dibe.
Nebûna lêkolînên zanistî yên serbixwe li herêmê belgekirina windabûna Keviyên Cîloyê dijwar dike. Akademîsyen û çalakvanên jîngehê ji nebûna şert û mercên lêkolîneke ewle bi gazinc in. Yên ku guh didin qîrîna bêdeng a Keviyên Cîloyê an tên bêdengkirin an jî ji nedîtî ve tên.
JINNEWS/RABÎA ONVER