Xitimandin û afirîneriya Kafka

Nûçeyên Dosye

Pêncşem 6 Hezîran 2024 - 00:32

  • Nîşe û nameyên nivîskaran ku li pey wan dimînin di derbarê wan de gelek tiştan tînin ziman. Nameyeka Franz Kafka ku ew ê li ser înternetê were firotin di derbarê Franz Kafka û nivîskariya wî de gelek tiştî dibêje ji me re. Xitimandin û afirîneriya nivîskarekî şirove dike ev name. 

Nameyeke Franz Kafka ku li dinyayê bi pirtûkên xwe yên weke “Dawe”, “Veguherîn” û “Şato” tê naskirin li ser înternetê wê were firotin. Franz Kafka vê nameye dema bi nexweşiya êşa zirav ketiye ji weşangerê xwe re nivîsandiye. Wî di vê nameyê de behsa serpêhatiya xwe ya nivîsandina romanan kiriye û her wiha tengezariya xwe ya ji bo afirîneriyê aniye ziman.

Li gor nameyê mirov tê derdixe ku weşangerê Franz Kafka jê daxwaza nivîsandina romaneke nû dike. Li ser vê daxwazê Franz Kafka bi nameyekê dide zanîn ku nexweşî her diçe zora wî dibe û ev nexweşî bi wextê re afirîneriya wî ya di warê nivîsê de kuştiye ango lewaz kiriye. Hin akademîsyen li nameya Franz Kafka kolan û dan zanîn ku ev name teqez di dema peydabûna nexweşiya êşa zirav de hatiye nivîsandin. Jixwe piştî ku Franz Kafka bi êşa zirav dikeve taqet di canê wî de namîne û ev nexweşî roj bi roj wî bi ber mirinê ve dibe. Wî vê nameyê jî di wê serdema ku nexweşî pirr zor lê kiriye de nivîsandiye û behsa bê mecaliya xwe ya li hember nivîsandinê kiriye.

Endîşe û gilî û gazinên nivîskarekî

Franz Kafka di nameya xwe de ji bo weşangerê xwe Albert Ehrenstein ku ew jî helbestvanekî Awistiryayî ye wiha gotiye; “Gava endîşe xwe li hebûna min dipêçin nikarim binivîsim û gilî û gazinên xwe birijînim ser kaxezan. Ji xwe hêza min jî tine bû û min nekarî li ber xwe bidim.” Akademîsyenên ku li ser nameyû hûr bûn wisa texmîn dikin ku Franz Kafka vê nameye di navbera meha Nîsan û Hezîrana 1920’an de li klinîkeke bajarê Merano yê Îtalyayê nivîsandiye. Franz Kafka gava ku nivîsên xwe dinivîsand gelek caran ji ber nexweşiya xwe dixitimî lê dîsa jî zorê dida xwe da ku binivîse. Lê piştî ku di warê fizîkî de jî ne baş bû êdî taqet pê re nema ku binivîse.

Tiştekî nû nîne!

Nameya Franz Kafka bi Elmaniyeke kubar û xweşik bi destan hatiye nivîsandin. Weşangerê wî Albert Ehrenstein ji Kafka dixwest ku bi nivîsên xwe piştgirî bide kovara bi navê “Die Gefährten” (Dost). Ev kovar koverek wêjeyî ya derbirîner bû. Lê bi vê nameyê Franz Kafka wiha dibersivîne daxwaza weşangerê xwe; “Ev bûn sê sal ku min ti tiştî nenivîsandiye. Tiştên ku niha çap dibin giş nivîsên min ên kevn in. Halê hazir xebateke min ya nû tine ye. Sermeselê tiştekî ku min nû destpê kiribe jî tine ye.”

Xitimandin, bohemya û afirînerî

Nameya Franz Kafka piştî 100 şûnde ew ê di 27’ê Hezîranê de li ser înternetê were firotin. Gabriel Heaton ku li “Muzayeda Sotheby’s” ya Londonê weke pisporê pirtûk û destxetan tê zanîn ji bo nameya Franz Kafka got; “Nimûneyeke bi vî rengî kêm tê dîtin. Her wiha ev name we ber bi dinyaya nivîskar ve dikşîne. Ji nav hemû nivîskaran nexasim jî nivîsandina Kafka ya li ser xitimandina nivîskar pirr girîng û bi mane ye. Weke ku ji rojnivîskên wî jî tê zanîn Kafka di warê xitimandinê de tekane ye lê wî ev xitimandina xwe wergerand afirîneriyê û wêjeyeke bi çêj ji vê bohema wî derket.”

Xwe berdin binî…

Kafka gelek caran li ser defteran nîşeyên bi vî rengî girtibû; “Dawiya nivîsê, ew ê kêngî careke din min zeft bike?”, “tengezariya kevn”, “Sekn, bi temamî. Êşkenceyên ku dawî li wan nayên”. Her wiha wî di meha Çile ya sala 1915’an de nîşeyeke wiha jî girtibû; “Divê hûn xwe berdin binî…divê hûn ji wî tiştê ku beriya we xwe berdide binî bi leztir bin û pêşiya wî tiştî xwe berdin binî.” Gabriel Heaton nîşeyên Franz Kafka bi vî awayî şirove dike; “Mirov baş hîs dike ku nivîsandin ji bo wî ne tiştekî hêsan e. Ji ber nivîsandinê pirr diweste, yanî gelek caran aciz dibe gava dinivîse. Dikarim bêjim ku ev hesteke pirr kûr e.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.