Koln dîsa bû navnîşana azadiyê
Duşem 10 Mijdar 2025 - 04:00

- Kurdistanî û dostên wan ên ji welatên cuda yên Ewropayê û gelek bajarên Elmanyayê li bajarê Kolnê, posterên mezin ên Rêber Apo vekirin û daxwaza azadiyê qîriyan. Pankartên bi zimanên cuda “Ji Rêber Apo re azadî“ hatin hilgirtin û jin, ciwan û gel bi gerandina govendê û dirûşmeyan coşek mezin afirandin.
Kurdistanî û dostên wan ên ji welatên cuda yên Ewropayê û gelek bajarên Elmanyayê serê sibê gihîştin Deutzer Werftê, posterên mezin ên Rêber Apo vekirin û daxwaza azadiyê qîriyan. Pankartên bi zimanên cuda “Ji Rêber Apo re azadî“ hatin hilgirtin û jin, ciwan û gel bi gerandina govendê û dirûşmeyan coşek mezin afirandin. Piştre li kêleka Çemê Renê dest bi meşê kirin. Meşa ku bi pêşengiya jinan dest pê kir, pankarta mezin "Dawî li tecrîd û êşkenceyê bînin, bila bêhiqûqî bi dawî bibe û Rêber Apo azad bibe” vekirin. Meşvanan wêneyên mezin ên Rêber Apo, dovîzên ”Înkar bi dawî bû, niha dora azadiyê ye”, flamayên YPG û alên neteweyî hilgirtin.
Di meşê de, timî dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Jin Jiyan Azadî" û "Ciwan fedaiyê Apo ne" hatin berzkirin. Meşa ku di kolanên Kolnê û li kêleka Çemê Renê berdewam kir, bi coş û beşdariyek qelebalix bal kişand. Piştî meşê, girse vegeriya qada Deutzer Werft a ku wê mîtîng lê were lidarxistin.
Azadiya wî misogeriya jiyan bihevre ye
Qada mîtîngê bi posterên mezin û wêneyên Rêber Apo hat xemilandin. Mîtîng bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdan û xwendina sirûda Ey Reqîb dest pê kir. Piştre Hevserokê KCDK-E Engîn Sever û ji TJK-E’ê Ayten Kaplan derketin ser dikê û girseyê silav kirin. Hevserokê KCDK-E Engîn Sever di axaftina xwe de bi bîr xist ku Rêber Apo 27 sal in bi komployeke navneteweyî dîl tê girtin û diyar kir ku gelê Kurd 27 sal in ji bo nasname, rûmet û azadiya xwe li dijî vê komployê li ber xwe dide. Sever bal kişand ser banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê û got:"Ev bang li nava gelê Kurd û hemû saziyên Kurd ên li Ewropayê deng veda. Ev meşa îro xwedîderketina şênber e. Ev banga me ji bo dewletên Ewropayê ye: Gelê Kurd aştî, demokrasî û azadiyê dixwaze. Divê dewletên Ewropayê berpirsiyariyên xwe bi cîh bînin û piştgiriyê bidin pêvajoya ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye destpêkirin. Em ê vê pêvajoyê bi azadiya Rêber Apo bi encam bikin.” Nûnera TJK-E Ayten Kaplan bi zimanê Elmanî bang li raya giştî ya Ewropayê kir û daxwaza piştgirîkirina daxwaza aştî û azadiyê ya gelê Kurd kir.
Li ser navê Platforma Kurevî siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle axivî û got:"Azadiya Rêber Apo êdî daxwaza herî bingehîn a gelê Kurd e" û got, "Azadiya wî misogeriya jiyana bi hev re ya aştiyane ya Kurd, Tirk û hemû gelan e." Piştî ku peyama Rêber Apo bi Kurdî, Tirkî û Elmanî hate xwendin, li qadê çepik û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” bilind bû. Piştî peyamê, Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) Zeyneb Murad axivî û got:“Rêber Apo ji bo siyaseta demokratîk û aştiyê pêvajoyeke mezin daye destpêkirin. Gelê me û Rêbertiyê me, îro ji her demê zêdetir nêzî azadiyê ye.”
Rêber APO bûye rêberekî cîhanî
Li ser navê Platforma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê Ercan Aktaş axivî jî got:“Azadiya Rêber Apo ne tenê azadiya kesek e. Ev azadî ji bo ku li Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê jiyaneke nû, demokrasî û hiqûqa xwişk-biratiyê bi cih bibe, şert e.”
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî wiha got:“Em dibêjin, bila ev sal bibe sala azadiya Rêber Apo û gelê Kurd. Bila bibe saleke ku gelê Kurd statuya xwe bi dest bixe. Rêber Apo êdî bûye rêberekî ku hemû cîhan bi meraq dişopîne û mînak digire. Gelê me îro li qadan bi rêbertiya xwe re bûye yek. Lewra azadiya Rêber Apo, azadiya gel e; azadiya biratî, azadiya jiyana bi hev re ye. Ger gelê Kurd îro gihîştiye vir, ev yek bi tevahî bi têkoşîna xwe bi dest xistiye. Bêyî ku alîkariyê ji ti hêzeke derve, dewletê bigire, bi têkoşîna li dijî hemû dagirkeran gihîştiye îro.” Piştî Bayindir, Berpirsê Têkiliyên Derve yê Die Linke Cansu Ozdemir û Parlamenterê Kolnê Lea Reisner derketin ser dikê û axaftin kirin. Paşê, li ser navê Yekîtiya Hêzên Demokratîk Semra Uzun jî diyar kir ku ew di nava têkiliyên hevgirtinê de ne bi têkoşîna ku gelê Kurd bi salan e ji bo azadî û azadiya rêbertiya xwe dimeşîne û got ku ji bo serkeftina proseya “Civaka Demokratîk û Aştî” ya ku Rêber Apo daye destpêkirin, ew ê ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin. Piştî axaftinan, hunermendên TEV-ÇAND û Hunera Mizgîn derketin ser dikê, stranên ji bo Rêber Apo hatine çêkirin gotin û ji bo aştiyê bernameyeke muzîkê pêşkêş kirin. Çalakî bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” yên Kurdistanîyan bi dawî bû.
NAVENDA NÛÇEYAN











