Êrişên Rûsyayê dewam dikin

Nûçeyên Cîhan

Duşem 10 Mijdar 2025 - 00:34

Hate ragihandin ku di êrişên hêzên Rûsyayê yên li dijî navendên enerjiyê yên Ukraynayê de 7 kes hatine kuştin.

Rayedarên Ukrayanyê ragihandin hêzên Rûsyayê şeva borî li santralên ceyranê yên Khmelnytskyi û Rivne xistin û 7 kes hatin kuştin.

Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Andriy Sybiha diyar kir ku êriş ne ketober bûn, lê hatine plankirin. Her wiha anî ziman ku Rûsyayê bi zanebûn ewlehiya nukleerî ya li Ewropayê dixe xetereyê.

Rayedarên xwecih destnîşan kir ku êriş bi dron û moşekan hatine kirinû di encamê de hin beşên binesaziya ceyranê rûxiyan û li gelek deverên welêt, di nav de Xarkiv û rojavayê Ukraynayê gelek avahiyên sivîlan zirar dîtine.

Parêzgarê herêma Voronezh a Rûsyayê got, di êrişeke bi dronan a Ukraynayê de ceyran demekê qut bû. Parêger da zanîn ku pergalên şerê elektronîkî hejmarek dron bê bandor kir û şewata ji ber êrişê derketine jî zû hate vemirandin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.