- Carna wêneyek tenê di derbarê çanda xwecih de dikare gelek tiştan bibêje ji mirov re. Wêneyên Alexander Khimushin jî nîşaneya hêza wênegiriyê ne. Elbet nasnameya wî ya etnograf jî kiriye ku ew di rêwîtiya xwe ya girtina van wêneyan de bêhtir kûr bibe.
Fotograf û etnograf Alexander Khimushin, ji sala 2008'an vir ve ji bo lêkolîna çandên xwecihî li dinyayê digere. Khimushin, ku li navçeyên dûr û dirêj ên Sîbîryayê mezin bûye, xwe teslîmî çandên 98 welatên cîhanê kiriye û di vê rêwîtiyê de portreyên ronak û xweşik ên ku ev gelên xwecihî heta hetayê zindî dihêle û namirîne, girtine.
Khimushin, bi şewqa xwe ya li hember wêneyan û mereqa kifşkirinê hewaya sar a Yakûtîstanê li pey xwe hişt û dest bi rêwîtiya xwe kir. Wî navê “Dinyayên Li ser Rûyan” li vê rêwîtî û projeya xwe kir. Tenê qelîteya wêneyên ku girtine na her wiha gava wî van wêneyan girtiye serpêhatiyên xweşik jî kom kiriye û ev serpêhatiyên wî tevî wêneyan xeyalên bîneran ango kesên ku li wêneyên wî dinihêrin jî zindî kirin.
Bi mehan bi wan re dijî
Khimushin, ku xwe wekî hemwelatiyekî global dibîne, tenê ji bo girtina wêneyan xwe naspêrê cih an jî warekî. Gava ew bi wêneyên van insanan dadikeve tevlî jiyana wan dibe û bi mehan bi wan re dijî. Piştî têkiliyeke baş û hevaltiyeke dilsoz dest bi girtina van wêneyan kiriye. Bi vî awayî, ew bi wêneyên xwe yên ecêb şexsiyetên kesan derdixe holê û bi van re, hem li ser kesê ku poz dide û hem jî li ser çandên giştî agahiyên din ên ecêb yên nivîskî zêde dike.
Çandên xwecih dide nasîn
Ev xweşikiya wêneyên wî û lêkolînên etnografîk, kirin ku karên Khimushin li saziyên navneteweyî yên wekî NY, UNESCO û Desteya Ewropayê di pêşangehan de werin nîşandan. Karên Khimushin ên ku ji Kamboçyayê digihîjin ta Tacîkistanê di derbarê çandên xwecih de pencereyên nû vedikin li hemberî mirov. Ev meraq û xwesteka wî kiriye ku ew keşîşekî Hindî yê 90 salî nas bike. Ev keşîş di derbarê sirra jiyanê de gelek tişt fêrî wî kirine. Her wiha wî xwe gihandiye Xelkê Pixor û wêneyên şewqeyên wan ên xweşik jî girtine. Ji bo van wêneya bigire jî li daristanên Laosê ku bi çiyayên asê dorpêç kiriye, gelekî wext bihurandiye. Bi saya vê rêwîtiya wî xelk bêhtir li ser çandên xwecih tiştan fêr dibe û ev yek hîseke xweşik bi xelkê re ava dike.
Khimushin tevî wêneyên xwe agahiyên girîng ên nivîskî jî parve dike û di derbarê her wêneyekî de serpêhatiya xwe tîne ziman. Gava mirov van agahiyan dixwîne bêhtir fêhm dike bê ka wî karekî çawa biriye serî. Ev wêneyên ku em li jor parve dikin çend ji wan wêneyan in ku Khimushin di vê rêwîtiya xwe ya dirêj de girtine.
NAVENDA NÛÇEYAN