Demokratên Rojhilatê Kurdistanê

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 19 Tîrmeh 2025 - 00:37

Demokratên Rojhilatê Kurdistanê di Belgenameyên Yekîtiya Sovyetê de  (Salên 1960 - 1947) 283 [1]

Nivîskar û Wergêr: Kamran Emînawe
Kurmancî kirin: Hesen Qazî

Hevldanên Rehîm Sultanyan, Partiya Veşartî ya Demokrat a Kurdistanê ji bo têkiliyê bi rayedarên Yekîtiya Sovyetê re di berjewendiya vejandina tevgera neteweyî de

Belgeya 1. Şîroveya Teymûr Yeqûbof, yek ji berpirsyarên ewlekariya Komara Azerbaycana Sovyetê, derbarê nameyên Rehîm Siltaniyan ji bo Baqirof û Stalîn.

Belgeya 2. Lîsteya [Kesên ku di Tevgera Kurdistan û Azerbaycanê de jiyana xwe ji dest dane.

Belgeya 3. Nameya Rehîm Siltaniyan ji bo Pêşewayê Azadiya Cîhanê.

Belgeya 4. Nameya Rehîm Siltaniyan bi navê Partiya Veşartî ya Demokrat a Kurdistanê "Partiya Jiyana Kurd" ji bo Rêberê Dadperweriyê û Têkoşîna ji bo Rizgariya Mirovatiyê.

Belgeya 5. Nameya Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Azerbaycan û Kurdistanê ji bo Baqirof bi rêya balyozê Yekîtiya Sovyetê li Taranê .

Belgeya 6. Name bi navê Partiya Demokrat a Azerbaycan û Kurdistanê ji bo Mîr Ceifer Baqirof, Serokê Komara Azerbaycanê.

Kurdên Rojhilatê Kurdistanê di Yekîtiya Sovyetê de, Pirsgirêk û Pirs.

Belgeya 7. Taybetî Partiyê. Derbarê têkiliyê bi heval Seyfî Qazî Rehîm Ebûlhesen Oglî, endamê ofîsa siyasî ya Ferqeya Demokrat a Azerbaycanê.

Belgeya 8. Nameya Komîteya Navendî ya Ferqeya Demokrat a Azerbaycanê, Desteya Nivîskarên "Kurdistan" ji bo Komîteya Navendî ya Partiya Komûnîst a Azerbaycanê.

Belgeya 9. Nameya Desteya Nivîskarên Rojnameya "Kurdistan" li Bakuyê ji bo Komîteya Navendî ya Partiya Komûnîst a Azerbaycanê derbarê rakirina navê Partiya Demokrat a Kurdistanê ji rêza avakirina Partiya Yekgirtî ya Marksîst-Karker li Îranê.

Belgeya 10. Nameya Komîteya Navendî ya Partiya Komûnîst a Yekîtiya Sovyetê ji bo Komîteya Navendî ya Partiya Komûnîst a Azerbaycanê derbarê pirsa Partiya Yekgirtî ya Marksîst-Karker li Îranê.

Belgeya 11. Nameya Komîteya Navendî ya Ferqeya Demokrat a Azerbaycanê ji bo Komîteya Navendî ya Partiya Komûnîst a Azerbaycanê derbarê konferansa yekgirtinê li Bakuyê.

Belgeya 12. Pirsa hevdîtina Ehmed Tofîq bi rayedarên Yekîtiya Sovyetê re.

Belgeya 13. Bersiva Komîteya Navendî ya Partiya Komûnîst a Azerbaycanê ji nameya Rehîm Qazî.

Belgeya 14. Nameya Rehîm Qazî ji bo Kom Komîteya Navendî ya Partiya Komûnîst a Yekîtiya Sovyetê derbarê pirsgirêkên konferansa sêyem a Ferqeya Demokrat a Azerbaycanê.

Belgeya 15. Bersiva Komîteya Navendî ya Partiya Komûnîst a Azerbaycanê ji daxwaza Rehîm Qazî.

Belgeya 16. Nameya Ehmed Tofîq ji bo Komîteya Navendî ya Partiya Komûnîst a Yekîtiya Sovyetê.

Belgeya 17. Agahdarkirina Ehmed Tofîq derbarê wan endamên ku diviyabû serdana Yekîtiya Sovyetê bikin.

Destpêk 
Belgeyên vê pirtûkê li gorî cih û dema bûyeran, di du beşan de hatine dabeşkirin

Beşa yekem ew belgeyên ku beşekî berçav ji dîroka gelê Kurd piştî hilweşîna Komara Kurdistanê û hevldanên ciwanên şoreşger û çepên bê ezmûn ên Kurdistanê di warê karûbarên rêxistinî de ji bo vejandina tevgera Kurd li Rojhilatê Kurdistanê digire nav xwe. Damezrandina Komeleya Komûnîst a Kurdistanê bi serokatiya Rehîm Sultaniyan yek ji wan hevldanan e. Mixabin, agahiyên hûr li ser dema damezrandin û hemû çalakiyên wê rêxistinê bi temamî ne di dest de ne, lêbelê ew tiştên ku ji van belgan derdikevin holê, baweriya rastîn a kesên wek Rehîm Sultanyan bi têkoşîna hemû gelên cîhanê ji bo azadî û serxwebûnê bi piştgiriya Yekîtiya Sovyetê ye, ew qasê ku wan teşwîq dikir ku têkiliyê bi rayedarên wî welatî re deynin.  Ji ber vê yekê, 'Komeleya Komûnîst a Kurdistanê têkiliyê bi balyozxaneya Yekîtiya Sovyetê li Tahranê re digire û damezrandina Komeleya Komûnîst a Kurdistanê ji wan re radigihîne.' [Kerîm Hîsamî, r. 65] Piştî şêwirdariyê bi wan re, li gorî wê yekê ku ne divê li welatekî du partiyên komûnîst hebin, li gorî bersiv û amojgarîyên balyozxaneya Yekîtiya Sovyetê, dev ji rêxistina komûnîst berdidin û ji wê demê û şûnde bi navê Hîzba Demokrat a Kurdistanê çalakiyên xwe didomînin. [Baziyar, r. 118] Nemir Sarmedîn Sadîq Wezîrî di vê derbarê de behsa hatina Rehîm Sultaniyan û Rehîm Xarazî bo mala xwe li bihar an havîna sala 1326 (1947) dike, daxwaza wan ji bo alîkarî û amojgarî di rêça zindîkirina Hîzba Demokrat a Kurdistanê de, herwiha hatina wan a dubare ji bo Tahranê piştî du an sê hefteyan ji bo dayîna nameyekê ji rayedarên Yekîtiya Sovyetê bi rêya kesekî bi navê 'Vanya' ku ji bo 'Generalîsîm Stalîn' hatibû nivîsandin. Nemir Sadîq Wezîrî piştî ku ji bo pêkanîna vê karê bi wan re diçe, pêşniyar dike ku dev ji van cure têkiliyan berdin 'ji ber ku ji bilî ku ev yek dikare ji bo wan pirsgirêk û metirsî çêbike, ti qazancek ji van têkiliyan dernakeve.'  [Têbînî: Nemir Kerîm Hîsamî behsa çalakiyên R. Sultaniyan û R. Xarazî wek Komeleya Komûnîst a Kurdistanê di sala 1948 (1327) de dike, lê belê birêz Sarim Xan behsa hevdîtin û dîtina wan di bihar an havîna 1326, yanî 1947, ji bo destpêkirina çalakiyên Hîzba Demokrat a Kurdistanê dike, ku ciyawaziya wan nêzî salekê ye.

Ew nameyên R. Sultanyan ku di arşîvan de hene, piraniya wan dîroka sala 1328 (1950) an li ser in, û wisa xuya dike ku 'Vanya' heman 'Malîk Xaşabayev' be ku di şîroveya Teymûr Yeqûbof – yek ji berpirsyarên ewlekariya Komara Azerbaycana Sovyetê – derbarê nameyên Rehîm Sultaniyan ji bo Baqirof û Stalîn di belgeya jimare 1 de hatiye behs kirin.]  Ev cure têkiliyên bi vî rengî li gorî wan nameyên ku di vê pirtûkê de dikevin destê xwêner, ji aliyê nemir Rehîm Sultanyan bi navê xwe an Hîzba Veşartî ya Demokrat a Kurdistanê 'Komela Jiyana Kurd' herwiha 'Komîteya Navendî ya Hîzba Demokrat a Azerbaycan û Kurdistanê' berdewam bûye û bi domdarî ji bo wergirtina amojgarî, alîkariya darayî û çekan, hewldanên têkiliyê bi rayedarên Sovyetê re hatine kirin.

Dirêjey heye…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.