‘Gotinên li ser jîngehê kevn bûne!’

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 27 Tebax 2025 - 00:27

  • Wênegirê Brîtanî Zed Nelson bi projeya xwe ya ku navê “Xapandina Antroposenê” lê kiriye, bala insanan dibe ser xwezayê. Her wiha ew bi vê xebata xwe gotin û şiroveyên nû jî dike di derbarê jîngehê de û gotinên kevnbûyî yên li ser xwezayê qebûl nake.

Wênegirê Brîtanî Zed Nelson, bi projeya xwe ya dawî ya bi navê The Anthropocene Illusion” (Xapandina Antroposenê) Xelatên Fotografî yên Cîhanî yên Sony ya 2025an wergirt û weke “wênegirê salê” hate neqandin. Wî ji bo vê serketinê got; “Dema ku em ji xwezayê dûr dikevin û xweza ji xeyalên me tê derxistin, em dest bi nûsazkirina versiyonên wê yên zêde romantîk dikin.”

Nelsonê 57 salî, ku li Uganda ji dayik bûye, 6 salan li 14 welatan û çar parzemînan wêneyan kişandiye û xwezaya di xeyalên mirovan de nîşan dide: jîngehên di zozanan de hatine sazkirin, pistên şemitandina li ser berfê yên sûnî, daristanên baranê yên hundirîn, peravên sûnî.

Xwezaya wêrankirî û qutbûna psîkolojîk

Em kopiyên sûnî yên xwezayê çêdikin Beriya Xapandina Antroposenê, Nelson di projeya xwe ya bi navê Love Me (Ji Min Hez Bike) de li ser yekrengbûna pîvanên bedewiyê lêkolîn kiribû. Di axaftina xwe ya bi CNNê re, wênegirê xwedî ezmûn wiha got: “Li şûna xwezaya rastîn a ku me wêran kir, em versiyonên xwezayê yên sûnî, çêkirî û bi baldarî hatine sêwirandin diafirînin.” Nelson di berhemên xwe de ji eşkerekirina vê ‘qutbûna psîkolojîk’ hez dike. Mînak, di yek ji berhemên xwe de, wî meymûnekê ku li ser kevirê sûnî yê di nav daristana baranê ya herî mezin a hundirîn (bi paşxaneyeke asîmanê sûnî yê çirî) rûniştî nîşan dide. Wî vî wêneyê dîstopîk wekî “Dîmenek bi temamî mîna Truman Showê ye. Sînorê cîhana sûnî tê de tê dîtin” pênase kir.

Lê di koleksiyona wêneyên Nelson de hestek xemgîniyê jî heye:

Pêşangehên muzeyan ên ku bi cesedên tijîkirî yên heywanên nêzîkî qelandinê têne çêkirin.

Masiyên rengîn ên di akvaryûmên tarî de, ku bi boriyên plastîk hatine nixumandin, diavêjin.

Fîlên dîl ên ku ji bo wêneyên fenomenên Instagramê têne şûştin.

Hirçê qutbî yê di qefesê de, ku li ber wêneyê manzaraya qutbî ya ku ew qet nikare bibîne razayî ye.

Nelson got: “Tiştên ku em li şûna xwezaya rastîn datînin, dibin abîdeyên tiştên ku me winda kirine.”

‘Gotinên li ser jîngehê kevn bûne’

Têgîna ‘Antroposen’ê ku serdema mirovî nîşan dide, hêj bi awayekî fermî wekî serdemeke jeolojîk nehatine pênasekirin. Lê Nelson, bi îşaretkirina asta karbondîoksîtê ya ku her ku diçe zêde dibe, komên mîkroplastîkê û manzarayên bajaran ên bi betonê nixumandî, bawer dike ku civaka îroyîn di pêşerojê de wekî destpêka serdema Antroposenê tê qebûlkirin. Nelson wiha got: “Bi navkirina serdemekê, em dikarin balê bikişînin ser bandora mirovan li ser gerstêrkê. Gotinên li ser jîngehê êdî kevn bûne. Mirov bi awayekî neçarî wê radiweste, hîs ji holê radibe.” Ji ber vê yekê, ew dixwaze bi wêneyên ku ‘mirov bi awayekî cuda difikire û hîs dike’ li dijî vê bêhissîbûna komelî derkeve. Wêneyên Nelson hem bi keder in û hem jî dilê mirov diêşînin.

‘Em bi afirandina xapandinan mijûl in’

Li gorî lêkolîneke sala 2021ê, tenê nêzîkî ji sedî 3 yê erdên cîhanê di rewşeke ekolojîk de bêxem in. Tevî vê yekê, tûrîzma ku têkiliya bi xwezayê re li navendê digire û mîmariya ‘biyofîlîk’ a ku hewl dide xwezayê teqlîd bike, her ku diçe bêtir daxwaz dibîne. Di 50 salên dawî de, nifûsa jiyana kovî ya cîhanê bi qasî ji sedî 73 kêm bûye. Ji aliyê din ve, îro hejmara pilingên dîl ji yên di jiyana kovî de zêdetir e. Nelson bi zimanekî ku gotina sosyologê Fransî Jean Baudrillard, “Tiştê ku dawî li rastiyê tîne, tiştê ku ji rastiyê bêtir rast xuya dike ye” tîne bîra mirov, wiha diaxive: “Em bi afirandina xapandinan mijûl in. Em vê yekê an ji bo veşartina tiştên ku me kirine an jî ji bo ku xwe bi cîhaneke ku me teselî dike veşêrin dikin. Ji ber ku em bi hesreta tiştên ku me winda kirine dişewitin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.