Komeke muzîkê a kevn; Koma Mizgîn

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 21 Nîsan 2026 - 17:00

  • Koma Mizgîn di sala 1991ê de li bajarê Dusseldorfê ava bûye. Semî Ber, Yilmazê Seydo û Aslan Dogan bi hevre vê komê ava kirine. Wan bi navê Rê, Hevî û Hesret sê albûm derxistine.

FIRAZ BARAN

Du komên muzîkê navê Hozan Mizgîn rakiriye. Yek li Ewropayê (1991) û yek jî li çiyayên Kurdistanê (2001) ava bûye.

Em ê kurtedanasîna her du koman bikin. Berê em Koma Mizgîn a Ewropayê nas bikin… Gelo ji bo muzîka kurdî kîjan xizmet kiriye? Em bi Hozan Şemdîn re jî axivin. Em ê kurtedanasîna komê bikin û şîroveya Mamoste parve bikin. Paşê bi nivîseke din jî ez ê behsa Koma Mizgîn a li çiyayê Kurdistanê bikim.

Koma Mizgîn di sala 1991ê de li bajarê Dusseldorfê ava bûye. Semî Ber, Yilmazê Seydo û Aslan Dogan bi hevre vê komê ava kirine. Car caran hejmara endamên komê bûye 10. Lê endamên ku zewicîne ji komê derketine. Dem hatiye û tenê Semî û Yilmazê Seydo mane.

Sê albûm; Rê, Hevî û Hesret

“Rê” û “Hêvî” li Almanyayê Akademiya Çand û Hunera Kurdî, “Hesret”ê li Konstantînapolê Kom Muzîkê derxistiye. Koma Mizgînê bi komeke Îtalî re albûmeke hevpar jî çêkiriye.

Hozan Şemdîn behsa endamên komê dike

Ji bo em vê komê baştir nas bikin em bi Mamoste Şemdîn re axivîn. Gelo Koma Mizgîn a Ewropayê ji bo muzîka kurdî kîjan xizmet birine serî? Mamoste Şemdîn wan rojan baş bibîrtîne û ji xebatên komê dibêje; “Wextê ku Akademiya Çand û Hunera Kurdî hate bajarê Neussê me hevalên Koma Mizgîn naskir. Yilmazê Seydo, Aslan (Me jê re digot “Şêro“) û Semî Ber komek ava kiribûn. Gelek alîkariya Akademiyê kirin. Bi dil û can beşdarî xebatên muzîka kurdî bûn. Wekî mînak: Beşdarî hemû şahiyên me dibûn û barê me sivik kirin. Yek jî diçûn dawetan. Mesrefên (lêçûn) xwe jê derdixistin û pereyên mayî didan Akademiyê.

Şêro ji herêma Çersancaxê ye. Folklora herêma xwe nas dikir. Maqam û awazên gelerî dizanî. Muzîkjenek baş bû. Îro jî muzîkê berdewam dike. Şêro hem ji bo Koma Mizgînê û hem jî ji bo hunermendan sazê lê dixist. Em salan bi hev re xebitîne. Taybetî jî bernameya Şevbêrkê. Xwuşka xwe Gulxanim jî endamê komê bû. Wê jî stran digotin û xwedî dengekê xweş bû.

‘Kultura me xera dikin’

Hozan Şemdîn dide zanîn ku Yilmazê Seydo jî mirovekî xwende û zana bû. Ew îro jî li Almanyayê berpirsê çend pirtûkxaneyên bajaran e. Hozan Şemdîn wiha dewam dike; “Yilmaz çanda gelerî û dengbêjiyê nas dikir. Bi xwe stranên dengbêjiyê pir xweş digot. Yilmaz kurê Dengbêj Seydo ye. Bavê xwe jî mirovekî xwende bû. Li Radyoya Erziromê wekî stranbêj kar kiribû. Lê piştre derketibû. Ji min re gotibû: ‘Kultura me xera dikin.’ Wê demê stranên kurdî qedexe bûn. Bi xwe piştî radyoyê stranên tirkî terikand û tenê stranên kurdî gotin.

Dengbêj Seydo xezîneyek bû

Hozan Şemdîn dengbêjiya Seydo ya çê bibîrxist û got; “Seydo ji bo stranên dengbêjî û govendê xezîneyek bû. Wekî mînak: Delîl (Dîlanar) bi strana ‘Derweşê Evdî’ hate naskirin. Wê stranê ji Dengbêj Seydo guhdarî kiribû. Seydo çawa xwendiye Delîl jî wisa xwendiye. Delîl jî baş digot û gelê me ew stran pir hezkir. Bi xwe stranên nû jî çêkiriye. Wekî mînak: Strana ‘Êmê’ çêkiriye. Bi dengbêjên Serhedê re mabû. Geriyabû û bi çanda dengbêjiyê re mezin bûbû. Dema ku koça dawî kir me bîranîna Dengbêj Seydo li televîzyonê çêkir. Aydin, Marûf, Yilmaz û Delîl beşdarî bernameyê bûn.

Hevala Semî jî mirovekê pir zindî bû. Wê jî bi stran û awazên xwe xizmeta komê kiriye. Ew jî her dem beşdarî xebatên muzîka kurdî bûye. Bi kurt û kurtasî: Salên 90î li Ewropayê dibe ku gelek komên muzîkê ava dibûn. Lê pêwîste mirov bêjê Koma Mizgîn komeke diyar bû. Wan bi ked û hunera xwe xizmetek girîng kirin.”

‘Dengbêjî stûna çanda gelê Kurd e’

Hozan Şemdîn sala 1998’an dest pê kiriye û heya 2018 bênavber bernameya dengbêjan amade û pêşkêş kiriye. Me bi Hozan Şemdîn re li ser Çanda Dengbêjiyê hevpeyvînek dûr û dirêj kiriye. Em bi rojan axivîne. Me tespît kir ku 864 dengbêj bûne mêvanê Mamoste. Ez jî şahîdê wan rojan im. Mamoste bername tenê bi serê xwe amade dikir. Carna 20 mêvan dibûn (Dengbêj, muzîkjen û axaftvan.) Asîstanek jî tunebû ku alîkariya Mamoste bike. Lewma keda Mamoste pir e.

Her roj li serê me dixist û digot: “Dengbêjî stûna çanda gelê Kurd e.” Bi keda Mamoste qedr û qiymeta dengbêjiyê wekî berê bilind bûye. Îro cihê kêfxweşiyê ye. Hemû televîzyonên kurdî bernameya dengbêjan çêdikin. Li bajaran Mala Dengbêjan ava bûne. Keç û xortên me dengbêjiyê hez dikin û her roj dengbêjên nû derdikevin. Kurt û kurtasî, çanda dengbêjiyê îro di nav gelê me de cihekî pir paqij digire û ji bo çanda me heviyên pêşarojê mezin bûye.

Bi vê wesîleyê li ser wêneya bernameyê jî bêjim: Sedema temaşekirina bilind a MED TVyê çi bû? Kalîteya mêvanan, dekorê û muzîkjenan bi awayekî zelal bersiva vê pirsê diyar dike.

*Ev nivîs ji malpera Kovara Huner hatiye giritin.

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.