Xebata 30 alan; dîroka Botan û Torê

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 19 Nîsan 2026 - 17:00

Hurşît Baran Mendeş (50) ku li herêmên Botan û Torê (Tur Abîdîn) zêdetirî 30 sal in rojnamegeriyê dike, bi 4 pirtûkên xwe yên lêkolînê dîroka van herêman ronî dike. Mendeş, di pirtûkên xwe yên “Qumaşê Qedîm ê Mezopotamyayê Şel û Şapik (Mezopotamya’nın kadim kumaşı Şal Şapik)”, “Çîrokên Welatê Me  1 (Bizim memleketin hikayeleri-1”, “Hezex (Dîroka Eşîran, Çand, Erdnîgarî)” û “Hezex (Dîrok, Çand, Erdnîgarî û Ol)” de cih dide gelek wêne û agahiyên heta niha qet nehatine parvekirin. Mendeş ku bi pirtûka helbestan dest bi serpêhatiya xwe ya nivîskariyê dike, heta niha 14 berhem parve kiriye. 

Em li ser pirtûkên nû, serpêhatiya nivîskariyê û dîroka Botan-Torê bi Mendeş re axivîn. 

Bi kêmasiyên dîroka Botan û Torê dadikeve

Mendeş, diyar kir ku geşedanên li herêmê kirine ku ew dest bi nivîsandinê bike û ji ber şahidiya êşên hatine kişandin ji ewil bi helbestê dest bi karê nivîsandinê kiriye. Mendeş, destnîşan kir ku piştre ferq kiriye ku helbest bi tena serê xwe dilê wî rehet nake û got: “Piştre min ferq kir ku di mijara ronîkirina dîroka Botan û Torê de çendek kêmasî hene. Çandeke me ya gelek biqîmet heye lêbelê nehatibû ronîkirin. Ji bo nivîsandina wê min xwe mecbûr dît. 30 sal berê min dest bi lêkolînê kir. Valahiyeke mezin hebû. Xweziya gelek nivîskarên din ên dîroka vê xakê nivîsandin hebûna. Ji ber ku dîroka me ya devkî nivîskî nehatiye tomarkirin, bi tunebûnê rû bi rû ye. Tiştên devkî tên jibîkirin. Me xwest vê dîroka xwe ya devkî li rûpelan binivîsin û bi dinyayê bidin bihîstin. Me xwest dîroka xwe tomar bikin. Ev ji bo nifşên pêşerojê mîrateyek e.” 

‘Serpêhatiyên walatê me’

Mendeş, diyar kir ku li gel Botan û Torê her wiha li Xerzan û Serhedê jî dora 100 eşîr lêkolîn kiriye û wiha domand: “Agahiyên min di van lêkolînan de berhevkirin, min di bi pirtûka ‘Îdîl-Hezex (Dîroka Eşîran, Çand, Erdnîgarî)’ de bi xwîneran re parve kir. Hinek serpêhatiyên min di van lêkolînan de berhev kirin jî min di pirtûka ‘Serpêhatiyên Welatê Me’ de bi xwîneran re parve kir. Ev pirtûk dê weke 5 bergan bigihije ber destê xwîneran. Şel û Şepik di dîrok û çanda me de nasnameyeke girîng e. Di encama lêkolînên berfireh de min pirtûk nivîsand û di nava pirtûkê de albûmeke berfireh jî heye. Di pirtûka ‘Hezex-Îdîl (Dîrok, Çand, Erdnîgarî û Ol)’ê de ez dîroka Hezexê ya xwe dispêre hezaran alan ronî dikim.” 

Pirsa ‘Gelo dê ev pirtûk were weşandin?’

Di berdewama axaftina xwe de Mendeş da zanîn ku lêkolînên wî demekî dirêj ajot û gelek zehmetî kişandiye. Mendeş, wiha berdewam kir: “Bi salan berê dema min dest pê kirî, min her tim pirsa ‘gelo dê ev pirtûk were weşandin’ ji xwe dikir. Kedeke mezin hebû û veşartin û mihafazekirina wê kedê zehmet bû. Biqasî ji destê min dihat, min 2-3 sûretên wê çêdikir û li cihên cuda vedişartin. Bi vî awayî min heta roja me anîn. Bi dijîtalbûnê re karê min hinek hêsantir bû lê dîsa jî ez qayîl nebûm û min li cihên cuda tomar kir. Mezopotamya, dergûşa mirovahiyê ye. Di van lêkolînan de min ev rastiye ji nêz ve dît. Bi rastî jî Kurdistan dergûşa mirovahiyê ye. Divê gelên cîhanê bi girîngiya vê xakê bihisîn. Cewhera mirovatî, çand û şaristaniyê li vê xakê ye. Çawa ku duh ji mirovahiyê re bûbû dergûş, îro jî pêşengtiya wê dike. Di van 30 salan de cihek nema ku neçûmê. Tenê tişta min dîtî mirovahî bû.” 

Bi 100 eşîran re hevdîtin pêk aniye

Mendeş, anî ziman ku pergalê dîroka Mezopotamyayê berevajî kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev jî min gelek xemgîn dike. Min jî li dijî vê hewl da bi qasî ji dest tê agahiyên rast berhev bikim. Ji bo vê jî min bi nêzî sed eşîran re hevdîtin kir. 4 pirtûkên lêkolînê derket lê ev ne dawiyeke. Di destê me de hêj gelek belge û agahî hene. Di dîrokên pêş de em ê jiyana koçeran, eşîrên koçeran, serpêhatiyên welat û hwd. de 4 pirtûkên din ên lêkolînê çap bikin. Li Botan, Tor, Xerzan û Serhedê çend eşîr hebin me der heqê tevekan de lêkolîn kir û em ê van bi xwînêran re parve bikin.” 

‘Rexne di cih de ne. 

Mendeş, got ku ji ber ku zimanê pirtûkên wî bi Tirkî ye rexne jê re tên kirin û ev tişt anî ziman: “Ev rexne di cih de ne. Ji bo bi Kurdî binivîsim ez ê dest bi perwerdeyê bikim û dê wergerên pirtûkên xwe bikim. Min pirtûka biyografiyê ya jiyana Miradê Kinê vedigot bi Kurdî nivîsand. Min pirtûka jiyana Meryem Xanê vedigot bi Kurdî û Tirkî nivîsand. Lêbelê pirtûkên lêkolînê bi Tirkî ne. Perwerdeya bi zimanê dayikê nîne û heta niha me perwerdeyeke baş negirtiye lewma di mijara weşandina bi Kurdî de me hinek astengî jiyan. Lêbelê soz didim ku ez ê temamiya van pirtûkan wergerînim Kurdî.” 

EMRULLAH ACAR-MA/ŞIRNEX

 

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.