Muzîk jê re derman e

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 16 Nîsan 2026 - 16:30

  • Nîsanûr Fidan a 12 salî ku li gundê Batika yê navçeya Xana Axpar (Çinar) a Amedê dijî, di biçûkatiya wê de ji ber osteoporozê (tenikbûna hestiyan) çavên kor bûn. Ligel vê Nîsanûr bal da ser muzîkê û bi gîtareke pêlîstok a ku bavê wê ji wê re kirîbû, ber bı muzikö ve çü. Ji wê demê ve, Nîsanûr Fidan fêrî lêdana curbicur amûrên muzîkê bûye û bi vî awayî jiyana ronî dike.

Nîsanûr Fîdan ku di sê saliya xwe de dest bi muzîkê, bi salan bi tena serê xwe fêrî lêdana gelek amûrên muzîkê yên wekî darbûke, piyano, baxlema û bilûrê bûye. Nîsanûr Fîdan got: "Dema ku ez mezin bibim, ez dixwazim bibim hunermend. Ez ji strana 'Ez Kalbûm' hez dikim û ez guh didim Sertaç Dilda û Xecê."

Bavê Nîsanûrê Mahmut Fîdan, diyar kir ku zarokê wê yê du salî jî bi heman nexweşiyê re têdikoşe û got: "Çar zarokên min hene; du zarokên min ên pêşîn saxlem in. Nîsanur 12 salî ye û Rıdvan 2 salî ye û her du jî bi heman nexweşiyê re têdikoşin. Wan di pêvajoya neqla yekem de çavên xwe winda kirin. Bijîşk dibêjin ku ji bo vê nexweşiyê derman tune."

Bi serê xwe fêrî her tiştî dibe

Fîdan diyar kir ku piştî ku keça wê çavên xwe winda kir, jiyana civakî ya Nîsanûrê bi awayekî berbiçav guheriye û got ku keça wî demeke dirêj li malê bi tenê derbas kiriye û di vê demê de bêtir berê xwe daye muzîkê. Fîdan têkiliya Nîsanûrê bi muzîkê re wiha vegot: "Ji ber ku ew nedidît, ew nedikarî derkeve derve, hevalên wê tunebûn. Ew bi tenê li malê rûdinişt, li radyo û televîzyonê guhdar dikir, stranan jiber dikir. Piştre wê dest bi lêdana gîtar û piyanoyê kir; ew her tiştî bi serê xwe fêr bû."

Bi bîreke xurt stranan jiber dike 

Fîdan anî ziman ku wî zû qabîliyeta keça xwe dîtiye û got ku ew hewl dide ku bi qasî ku derfetên xwe piştgiriyê bide keça xwe û got: "Dema ku min ew potansiyel dît, min pêşî gîtareke pêlîstok a bi pîlê dixebite, dû re amûreke mîna piyanoyê û dû re gîtarek rastîn û darbûke kirî. Bîrekiya wê pir xurt e; ew gava stranekê guhdar bike, di derba ewil de jiber dike. Ew dikare rîtmê li ser maseyekê jî zevt bike. Min ew bir qursan, lê ew dixwaze bi guh fêr bibe, ew bi tena serê xwe dilîze û bi vî rengî berdewam dike."

Cîhana wê muzîk e

Fîdan destnîşan kir ku têkiliya Nîsanûrê bi muzîkê re ne tenê hobiyek e, di heman demê de bingeha girêdana wê bi jiyanê re jî pêk tîne û got: "Dema ku muzîk tune be, ew bêaram dibe, vedikişe. Ew bêdeng dibe, di nav ramanan de winda dibe. Em, wekî dê û bavên wê, vê yekê bi zelalî dibînin. Gîtar, piyano û stranên ku ew dibêje jiyana wê ne. Dema ku ev tune bin, ew wekî ku jiyana wê ne temam be. Muzîk ji bo wê pêdiviyek e, şêwazeke jiyanê ye. Dema ku ew stranekê dibihîze, ew tavilê dipirse, 'Bavê, ev kî ye?' Ew dixwaze wan nas bike, ew dixwaze wan bibîne. Cîhana wê muzîk e. Ew ji dibistanê bêtir ji muzîkê hez dike û dixwaze di vî warî de pêş bikeve. Em hewl didin ku her tiştê ku em dikarin bikin, ji bo wê bikin.”

Ji bo Nîsanûr perwerdeyeke baş dixwazin

Fîdanê diyar kir ku qabîliyeta Nîsanûrê hêdî hêdî ji aliyê kesên derdora wê ve hatiye dîtin û piştgirîkirin. Fîdan diyar kir ku wan li ser medyaya sanal ji bo Nisanûr hesab vekiriye û di demeke kurt de piştgiriyek berfireh wergirtine û got ku tenê daxwaza wan ji bo pêşeroja zarokên wan tenduristî û perwerde ye. Fîdan wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tenê daxwaza me ew e ku em ji bo zarokên xwe jiyaneke baş biafirînin. Ev ne tenê bi pereyan ve girêdayî ye, lê ya herî girîng bi tenduristiyê ve girêdayî ye. Em dixwazin li her deverê ku peyda bibe bigihîjin dermankirinê. Em dixwazin Nîsanûr perwerdehiyeke baş bigire, li ser lingên xwe bisekine û di warê muzîkê de pêş bikeve."

MA/AMED

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.