
- Di navbera 16 û 18’ê Nîsanê de li li bajarê Parîsê festîvaleke nû ya navneteweyî ya muzîkê tê lidarxistin. Ev sala yekemîn e ku Birkleyn Sound Festival tê organîze kirin. Festîval wek platformeke ku mîrasa muzîkê ya ji cografyayên cuda bi şîroveyên hevdem re tîne cem hev, derdikeve pêş.
Festîval ji aliyê muzîkjen û bestekar Ruşan Filiztek ve hatiye afirandin. Ev festîval li Parîsê yekem festîvala muzîkê ya navneteweyî ya serbixwe ye ku ji aliyê muzîkjenekî Kurd ve hatiye damezrandin û bi temsîla çandî û hilberîna kolektîf bala mirovan dikişîne.
Birkleyn Sound Festival muzîka Kurdî, muzîka Deryaya Spî (Akdeniz), muzîka Balkan û muzîka Afrîkayê di nav xwe de dihewîne. Festîval bi yekkirina formên kevneşopî û estetîka hevdem, muzîkê wekî zimanekî gerdûnî dişopîne.
Navê festîvalê “Birkleyn” wekî metaforeke ku koka, çavkaniyê û berdewamiyê temsîl dike, hatiye neqandin. Ev nêzîkatî li ser avahiya herikbar a muzîkê ya ku sînor, dem û erdnîgariyan dibuhire, disekine.
Hunermendên navneteweyî dê li ser sehnê bin
Di nav sê rojan de gelek hunermendên ji welatên cuda dê li ser sehnê bin. Di bernameyê de Senny Camara, Núria Rovira Salat, Sian, Ariana Vafadari, Haidouti Orkestar, Sylvain Barou, François Aria, Roxane Elfasci, Nati James û Naghib Shanbehzade cih digirin.
Her wiha hunermenda Kurd Rewşan Çeliker jî dê beşdarî festîvalê bibe. Performansa Çeliker dê roja Şemiyê 18’ê Nîsanê bi şev pêk were. Bername bi performansa DJ’yan û şevên wek “Kurdish Dance Night” dewlemend û xurttir dibe.
Hilberîna serbixwe û danûstandina çandî
Festîval li yek ji mekanên girîng ên performansa Parîsê, La Marbrerieyê, dê were lidarxistin. Ev bûyer bi nêzîkatiyeke dûrî fikrên bazirganî hatiye amadekirin û armanca wê afirandina qada danûstandin û diyalogê di navbera çandên cuda de ye.
Ruşan Filiztek ku berhemên xwe li ser mijarên koçberî, bîranîn û danûstandina çandî ava dike, bi vê festîvalê dixwaze cihêrengiya çandî bide xuyakirin.
Tecrubeya navneteweyî ya Filiztek bi navên wekî Jordi Savall, Tony Gatlif û Simon Abkarian re, di çarçoveya hunerî ya festîvalê de jî xwe nîşan dide.
Birkleyn Sound Festival bi nêzîkatiya xwe ya ku cihêrengiya çandî û hilberîna hunerî datîne navendê, wekî bûyereke nû di sehnaya muzîkê ya Ewropayê de cihê xwe digire.
NAVENDA NÛÇEYAN







