Hunermendeke berxwedêr; Sulefa Bouzî

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 15 Nîsan 2026 - 16:30

  • Hunermend Sulefa Bouzî ku di dema dagirkeriya Tirk a Bendava Tişrînê de bi stranên xwe piştgirî daye berxwedanê, diyar kir ku huner ji bo derbirîna fikar û pirsgirêkên civakê rêbazek bibandor e û dibe peyama têkoşîna gelan.

Ezmûna hunermenda ciwan Sulefa Bouzî, modela jineke berxwedêr temsîl dike ku bi serkeftî jiyana malbata xwe bi kariyera xwe ya hunerî re hevseng kiriye. Sulefa, hunerê vediguherîne peyamek ku bi riya wê pirsgirêkên ku civaka wê pê re rûbirû ye vedibêje û hebûna çanda Kurdî xurt dike.

Huner Ji bo îfadekirina pirsgirêkên civakî û siyasî, bi taybetî di civakên ku ji şer û dûrketina çandî êş kişandine, rêbazek pir mirovî ye. Bi rêya hunerê kes dikarin dengê xwe bidin bihîstin û nasnameya xwe biparêzin. Bi taybetî rola jinan di bikaranîna hunerê ya wek amûrek ji bo guhertin û bandorê de tê destnîşankirin de.

Di vê çarçoveyê de ezmûna hunermend Sulefa Bouzî ya ji bajarê Kobanê, wek mînakek zindî derdikeve pêş ku hêza hunerê di berxwedana li hember dijwariyan û pêşvebirina çanda Kurdî de nîşan dide, ku bi sedsalan e bi qirkirinê re rûbirû maye.

Wek hêzek berxwedan û nasnameyê huner

Sulefa Bouzî ya ku dayîkek 24 salî ya du zarokan û endama Tevgera Hîlala Zêrîn e, di temenê ciwaniyê de jêhatîbûna xwe ya stranbêjiyê kifş kir. Bi teşwîqkirina malbata xwe, ji temenê pir ciwan ve beşdarî bûyer û çalakiyên hunerî bû. Sulefa diyar kir ku kariyera wê ya hunerî li dibistana seretayî bi koma 'Felak' dest pê kiriye û wiha got: “Ev kom ji 7 kesan pêk dihat. Ev gavê min ê yekem bû ku ez ketim nav raya giştî. Min ne tenê bi koman re stran digot; her wiha min solo jî stran digot. Ezmûna min a yekem bawerî da min û cureyek cûda ya bextewarî û serbilindiyê hîs kir. Ji ber ku min di demekê ku axaftina bi Kurdî di dema rejîma Baasê de qedexe bû de, bi zimanê xwe yê Kurdî stran digot.”

Bi riya hunerê pirsgirêkên civakê radighîne

Sulefa Bouzî destnîşan kir ku huner di îfadekirina pirsgirêkên civakî û rastiya şer û şoreşê de hestek û şêwazek cûda dide mirovan. Sulefa got ku heta di asta têkiliyên malbatî de jî, huner roleke girîng di îfadekirina hestan de bi awayekî bandorker dilîze ku dikare cûdahiyek çêbike û wiha domand: “Em bi guhertinên civakî re gav bi gav davêjin û hewl didin ku di mijarên ku bandorê li şoreşê, civakê û bi taybetî jinan dikin de rolek bi bandor bilîzin. Di dema borî de, me karî gelek stranên ku li gorî her qonaxa ku em tê re derbas dibin, çêkin. Dema ku Bendava Tişrînê rastî êrîşên dagirkeriya Tirk hat, me gelek stran li ser berxwedana şervanan û berxwedana gelêrî ya ku bendavê di wê demê de şahidî lê kir, çêkirin.”

‘Huner bi hestên mirovan re diaxive’

Sulefa Bouzî tekez kir ku rola hunerê ne tenê bi muzîkê ve sînordar e; hemû şêweyên hunerê dikarin guhertinê biafirînin û vê rolê bilîzin, çi bi rêya wênesaziyê, şano an helbestê be. Sulefa wiha li gotinên xwe zêde kir: “Huner bi hestên mirovan re diaxive û ji ber vê xwedî hêz e ku enerjiya guhertinê ji hundir ve çêke. Ev hêza hunerê ya bandorkirina civakê nîşan dide; ew çekek e ku dikare bi xetereyan re rûbirû bimîne, mîna ku leşkerek bi çeka xwe êrîşên dijminan rûbirû dike.”

Sulefa destnîşan kir ku di demên dijwar de ji bo civakê, divê her hunermend xwe ji bo dîtina çareseriyan û zêdekirina dengê civaka xwe, wek berpirsyar bibîne. Li gor nêrîna Sulefa, huner amûrek e ji bo berdana enerjiya neyînî ji hundir û penagehek teselî ye ji bo mirovan dema ku ew bêzar dibin.

Tevgera Hîlala Zêrîn: cihêk ji bo xwedîkirina jêhatîyên jinan

Sulefa Bouzî bi van gotinan behsa rola Tevgera Hîlala Zêrîn a di piştgiriya jinan de ji bo nîşandana jêhatiyên xwe kir: “Hîlala Zêrîn cihekî peyda dike ku bawerî, piştgirî û perwerdehiya pêwîst dide jinan da ku jêhatiyên xwe baştir bikin. Her wiha wek dengek hunerî derdikeve pêş ku şoreşa jinan li Rojava îfade dike. Ev tevger di jiholêrakirina hişmendiya civakî de serkeftî bûye ku rê li ber jinan digirt ku afirîneriya xwe bikar bînin û rê li ber wan vekiriye ku derkevin ser dikê û bi bawerî jêhatiyên xwe nîşan bidin.”

Wê behsa ezmûna xwe ya hunerî kir û tekez kir ku hevgirtina rolên hunermenda dayîk ne hêsan e, lê îrade dikare li hember tengasiyan biserkeve. Sulefa dibêje ku ew baldar e ku karê xwe yê hunerî bi berpirsyariyên malbata xwe re hevseng bike.

Piştevaniya zarokên xwe dike ku bibin hunermend

Sulefa Bouzi ragihand ku zarokên wê jêhatîbûna xwe bi xwezayî di encama pratîka wê ya berdewam a li malê de bi dest dixin. Sulefa, wan amade dike ku di pêşerojê de bibin hunermendên nû. Wê piştrast kir ku ew ê piştgiriyê bide wan da ku li hember hewldanên jêbirina nasnameyê bi danasîna çandên biyanî, bikaribin rola xwe di vejandina çand û hunera Kurdî de bilîzin.

Li kêleka rola xwe ya malbatî karê hunerî jî didomîne

Sulefa Bouzî li kêleka rola xwe ya malbatî çalakiya xwe ya hunerî didomîne. Ji piştgiriya Tevgera Hîlala Zêrîn sûd digre, di pêşxistina jêhatîbûna xwe de û beşdarî pêşkêşkirina berhemên ku pirsgirêkên civakî derdixin holê, dibe. Berhemên ku hebûna huner û çanda Kurdî zêde dikin.

SÎLVA EL-IBRAHÎM- JÎNHA/KOBANÊ

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.