
- Tevgera Komeleyên Xwendekaran a Çand û Zimanê Kurdî (TEV-KOM) ku ji hêla xwendekarên zanîngehê ve hatiye avakirin, beriya deklarasyona xwe ya 18ê Nîsanê ya danasînê, bang li hemû ciwanan kir ku di bin sîwana têkoşîna kolektîf de bibin yek.
Endamên TEV-KOMê destnîşan kirin ku parastin û pêşvebirina zimanê kurdî di destê ciwanan de ye û bang kirin ku xwendekarên ji her beşê, ji tendurustiyê heta endezyariyê, hêza xwe bikin yek. TEV-KOMê bang li hemû xwendekar, nivîskar û helbestvanan kir ku di 18ê Nîsanê de li Stenbolê xwedî li deklarasyonê derkevin û bi vî rengî zimanê Kurdî di qada giştî de bikin xwedî maf.
Endamê TEV-KOMê Bîrhat Duman anî ziman ku li gelek zanîngehan xwendekaran bi daxwaza parastin û pêşvebirina ziman û çanda Kurdî tîm, kom û qlûban ava dikin û dixwazin rengê kurdewar bixin nav zanîngehên xwe. Bîrhat Duman diyar kir ku ev xebat bi taybetî li bajarên Tirkiyeyê bi astengiyên mezin re rû bi rû dimînin û wiha axivî: “Mixabin, xwendekar çi ji aliyê rêveberiyên zanîngehan ve, çi jî li hin bajaran ji aliyê nîjadperestan ve rastî êrîşan tên. Rêveberiyên zanîngehan naxwazin xebatên kurdî pêş bikevin, loma jî her tim astengiyan derdixin pêşiya xwendekaran.”
‘Hêza me di yekîtiya me de ye’
Bîrhat Duman destnîşan kir ku armanca bingehîn a TEV-KOMê ew e ku xebatên Kurdî yên li zanîngehan ji vê rewşa tenêhiştinê rizgar bike û qadeke kolektîf û hevpar ji bo hemû ciwanan ava bike. Bîrhat Duman bang li ciwanan kir û got: “Em di wê baweriyê de ne ku ger hemû xwendekarên zanîngehan ên ku dixwazin xebatên kurdî bimeşînin di bin sîwana TEV-KOMê de li hev bicivin û hêzên xwe bikin yek, em ê bikarin xwe bigihînin gelek kesên din û xebatên serkeftîtir pêk bînin. Parastin û pêşvebirina ziman di destê me de ye. Beşên ku em dixwînin çi dibe bila bibe, çi endezyarî, çi tendurustî, çi mamostetî be, divê em xebatên xwe yên zanistî li ser zimanê kurdî jî pêş bixin. Nasnameya xwendekaran ew e ku civaka xwe pêş bixin. Ji bo pêşeroja zimanê me, ez bang li hemû ciwanan dikim ku em bên cem hev û xebatên kolektîf derxin pêş.”
‘Zimanê kurdî divê di qada giştî de bibe xwedî maf’
Endama TEV-KOMê Meryem Ûlûtekîn jî da zanîn ku TEV-KOM tevgereke ku komeleyên xwendekaran ên çand û zimanê Kurdî digihîne hev. Meryem Ûlûtekîn diyar kir ku li gelek bajaran komên cuda cuda çalakiyan li dar dixin û armanca wan a sereke ew e ku van koman di bin navekî hevpar û sîwanekê de kom bikin û wiha got: “Em dixwazin zimanê xwe yê dayikê li her derê pêş bixin û di qadên giştî û fermî de kar bînin. Ev ne daxwazeke zêde ye, ev mafê me yê herî bingehîn e. Komên me yên li bajaran bi rêya şano û fîlman nîşan didin ku zimanê Kurdî ne tenê zimanê axaftinê ye, zimanekî gelekî dewlemend e. Em bang li hemû hevalan, ciwanan, xwendekaran, nivîskar û helbestvanan dikin, Werin em bi zimanê xwe xwedî derbikevin.”
Bangawaziya ji bo deklarasyonê
TEV-KOMê jî li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal ragihand ku ew ê di 18ê Nîsanê de li Stenbolê, li Navenda Çanda Yaşar Kemal a Maltêpeyê bi daxuyaniyekê deklarasyona xwe ji raya giştî re ragihîne û bang li her kesî kir ku werin wê derê û hêz bidin vê têkoşînê.
DARISTAN PALA-AW/STENBOL







