
Li dijî polîtîkayên zext û bişaftinê yên li ser Kurdî yê ku zimanê qedîm ê Mezopotamyayê ye, xebatên zimanê dayikê yên li xwecîhî tên kirin girîn in. Komeleya Parastin û Pêşxistina Zimanê Kurdî (Kurdî-Parêz) ku li Dîlokê deriyên xwe vekiriye, ji bo Kurdên li bajêr dijîn zimanê xwe fêr bibin û bi zimanê binivisînin, atolyeyên xwe didomîne. Di perwerdeyan de, ne tenê ziman, di heman demê de hişmendiya nasnameyê jî tê pêşxistin.
Şagirtên li Kurdî-Parêzê perwerde dibin, bal kişandin ser girîngiya ziman û diyar kirin ku armanca wan parastina zimanê dayikê ye.
Kemal Akbulut ê beşdarî atolyeyê bûye, bal kişand ser fonksiyona bingehîn a ziman a di jiyana mirovan de û got ku ziman meseleya hebûnê ye. Akbulut anî ziman ku li dijî hewldanên pergala heyî ya li Tirkiyeyê ku dixwaze Kurdî ji jiyanê dûr bixe, ev atolye cihê stargeh û avakirinê ne û ev tişt got: "Em hewl didin zimanê xwe pêş bixin. Em dixwazin zarokên me jî bi me re bin. Dema em hatin vir, me fêm kir ku me neheqî li zimanê xwe kiriye. Li vir em Kurdî bi awayekî akademîk hîn dibin. Divê hemû gelê me were û zimanê xwe di asteke zanistî de fêr bibe."
‘Em hatin mala xwe’
Nefîse Boz, pêvajoya perwerdeyê ya li komeleyê wekî "gihiştina mala xwe, deriyê xwe" pênase kir û destnîşan kir ku axaftina bi Kurdî têrê nake û atolye di warê nivîs û kûrahiya akademîk de deriyek nû vedike û wiha axivî: "Me bi Kurdî dizanibû lê di nivîsandinê de em kêm bûn. Bi vê perwerdeyê em fêr dibin ku pênûsa xwe bi zimanê xwe bidin xebitandin. Em ji bo zimanê xwe yê dayikê ku bi sedan sal in hatiye paşguhkirin li vir in. Me bawer nedikir ku li vî bajêrî atolyeyeke wiha were vekirin. Divê ciwan, dayik û her kes werin nasname û nivîsa zimanê xwe fêr bibin. Ev banga me ye; werin perwerdeya xwe bibînin."
Di her warî de parastina ziman
Perwerdekar Abdurrahman Yardak ê xebatên atolyeyê yên di bin banê Kurdî-Parêzê de dike, diyar kir ku komele tevî dîroka xwe ya kurt a sê mehan, bi motîvasyoneke mezin dest bi xebatê kiriye. Yardak li ser xebata atolyeyê agahî da û got: "Em heftê du rojan tên cem hev û li ser ziman û alfabeya Kurdî lêkolîn û nîqaşan dikin. Niha em di qonaxa destpêkê de ne. Em armanc dikin ku bi zêdekirina hejmara xwendekar û mamosteyan, zimanê me belavtir bibe û di her warî de were parastin û pêşxistin."
MA/DÎLOK







