Muzîka Kurdî hatiye talankirin

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 19 Nîsan 2026 - 16:45

Çand û huner yek ji xalên herî girîng ya civakê ye, parastina wê erkê hemû ferdê civakê ye. Piştî dagirkeriya li hemû beşên Kurdistan dagirkeran hewl daye ku dewlemendiya sererd û binerd, çand û kevneşopiyên wê jî tine bikin. Bi saya kesên dilsoz û xemxurên Kurdperwer beşek ji wan çand û hunera Kurdî hatiye parastin û heta roja îro jî hatiye. Mamoste Serkewt Burhan ku li ser mûzîkolojiyê xwedî master e têkildarî çand û huner û parastina wê axivî.

Serkewt Burhan destnîşan kir ku di sed salên borî de Tirk, Ereb û Faris ku xwedî dewlet bûn, bi rêya kompanyayên Zeynephone û Bîzaphone mûzîkên Kurdî bi navê xwe qeyd kirine û got: “Ev yek nabe belgeya ku ew dewlemendin. Em gelekin hatine parçekirin û ti piştgiriyek ji bo me tinebû ji bo ku em çanda xwe bidin nasandin. Ji bo wê ye ku divê em çand xwe vegerînin ser reseniya wê.”

Serkewt Burhan bal kişand ser reseniya hunera Hore, Siyaçemane, Heyran û beytan û wiha domand: “Lêkolîner û rojhilatnasan li hev kom bikin dîroka ‘Hore’ digihêje 4 hezar salan ango serdema Horiyan. Li aliyê din di çarînên mûzîkê yên Şêx Mend û Şêx Reşîd de, mîrateyên olî yên mîrîektî dixuyên ku kevintirîn baweriya li Zagrosan jiyane. Ev yek jî piştrast dike ku mûzîka me çavkaniya xwe ji kûrahiya dîrokê digire.”

Muzîkên Kurdî û Yewnanî dizîne

Serkewt Burhan di warê zanistî de mijar girt dest û wiha pêde çû: “Kurd xwedî Diatonic Scale yan jî 8 pîvanên dengan bikar tînin. Li herêmên ku Azerî û Tirk lê dijîn, herêmên Asya Navînin; xwedî 5 cûreyên pîvana denganin. Ji bo wê ew qet ne xwedî wê dengî bûn ku bikarin hunera Kurdî vebêjin. Ya niha Azerî û Tirkan heye beşek zêde mûzîkên Kurdî û Yewnanî dizîne.” Têkildarî amûrên mûzîkê yên kevin Mamoste Serkewt Burhan ev got: “Yekemîn notayên mûzîkê li ser kerpîçên herî ku xwediyên wan Horîne tê kirin, li Kurdistanê hatiye dîtin. Ev yek jî belgeya herî mezine ku afirînerê wê Kurdin.”

Divê em muzîka xwe biparêzin

Serkewt Burhan da zanîn ku gotin û teorî têra muzîka Kurdî nakin û got; “Encex pispor bi rêya zanistî, meqam, awaz û hunerê, şêwazê îfadekirina stranê ya resentiyê weke berhemên Hesen Zîrek nîşan bide. Em xelkekî pir dewlemend in. Mîna ku Profesor Emîn Hesen Pûr dibêje: ‘Kurd xwedî zêdetirî 200 beytane.’ Gelên din hemû ne xwedî vê rêjeyêne. Divê em Kurd li nava çanda ayînî ya kevn û folklorî, resentî, nasnameya mûzîka xwe biparêzin û piştrast bikin.”

ROJNEWS/RANYE

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.