Çanda dengbêjiyê

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 20 Nîsan 2026 - 15:30

  • Dengbêj, ji peyvên “deng” û “bêj” tê. Dengbêj hilgirên çand û hunereke bêhempa ne. Bi rih û dilekî mezin wan mîrateyek li dû xwe hiştine.

Dengbêjî di heman demê de wêjeya devkî ye jî. Ev wêje xwediyê estetîk û rihekî giranbiha ye. Nivîskar Mehmet Uzun jî derbarê dengbêjiyê de wiha dibêje:”Dengbêj; ew kes in ku rih didin deng, dikin ku deng zindî bibe.” Dengbêj bi awaza xwe bi zanebûna xwe vegotinekê pêş dixin. Kevneşopiyekê jî derdixin pêş. Bêyî amûrekê hunera xwe ya dewlemend pêşkêşî civakê kirine û xizmet ji nirxên civakî kirine.

Dengbêjiyan li ser evîn, êş, hesreta welat, rastiya civakî û gelek mijarên din hestên xwe vegotine. Em dikarin bibêjin yek ji hêmanên herî kevn di çanda Kurdî de dengêjî ye. Jixwe jinên dengbêj jî pêşengiya vê çandê kirine. Jinan bi hest û awazên xwe kilamên dengbêjiyê gotine û bandoreke mezin li civakê kirine. Wexta em li dîrokê dinêrin jixwe li dîwanên mîr û began jî dengbêj hebûne.

Fatma Îsa, Sûsika Simo, Eyşe Şan, Meryem Xan, Gazin û gelek dengêjên jin ên dinê xizmetek mezin di heman demê de ji zimanê Kurdî jî kirine. Em hinekî bala xwe bidin hinek çavkaniyan. Li gor hinek çavkaniyan tê gotin Evdalê Zeynikê dengbêjê dîwana Surmelî Mehmed Paşa bû û paşa, ji ber dostanîya wan a xurt gundê Bêdir ê li Agirî dabû Evdalê Zeynikê. Dengbêj tenê fikir û hestên xwe neanîne ziman. Ew di heman demê de bûne dengê civakê. Hafizaya gel zindî hiştine. Her wiha bûne sembola bîreke kolektîf jî. Di heman demê de dengbêj; gelek cureyên wêjeya zarekî yên wek kilam, destan, heyranok, payîzok, lawij, dîlok hwd. dibêjin.

Dengbêj gund bi gund digeriyan. Ji ber ew hilgirên çand û hunerekê bûn loma ew jî ji aliyê zihniyeta dewletê ve bûne hedef. Ji ber xwediyê bîrek kûr bûn loma civak jî dikirin xwediyê bîreke kûr. Em mînakeke din bidin, Roger Lescot, di salên 1930’yî de li Rojava di nav dengbêjan de digere, berhemên folklorîk berhev dike û du cild keresteyên folklorîk tîne gel hev. Ango em dikarin bibêjin dengbêjan bala kesên biyan jî kişandine. Vê dewlemendiyê bala kesên biyan kişandine. Her wiha tê gotin Destana Memê Alan jî ji fersenda dengbêjîyê sûd wergirtiye, çanda dengbêjîyê daye pêşîya xwe. Ne tenê vê destanê em dikarin bibêjin gelek kesan û destanan sûd ji çanda dengbêjiyê girtine.

Ya ku dikeve ser milê me jî ew e ku em vê çand û hunera dewlemend li ser piyan bihêlin û xwedî li vê mîrateyê derkevin. Ji ber ku ev mîrate bîra me, dîroka me û rastiya me ye.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.