Ji Corbyn pêşniyarpirsa 'Rojava'
Duşem 2 Sibat 2026 - 03:44

Lîderê berê yê Partiya Loabour a Îngilistanê û yek ji kesayetên sembolîk ên têkoşîna siyasî ya çep parlamenterê serbixwe Jeremy Corbyn li dijî êrişên li ser Rojava û bi armanca parastina rêveberiya xweser pêşniyarpirsek pêşkêşî parlamentê kir. Hejmara parlamenterên ku mohra xwe danîn binê pêşnûmeyê bû 28. Ji hemû partiyên li Parlamentoyê wekîlan mohra xwe danîn binê pişniyarpirsa Corbyn. Ji Partiya Labourê Brian Leisman, Rebecca, Long Bailey, Neil Duncan, ji Partiya Keskan Carla Denyer, Sian Berry, Dr Elli Chowns û Galler Plaid Cymru parlamenter Liz Saville Robert’s, Ben Lake, Ann Davies ji wan wekîlan e ku mohra xwe danîne binê pêşnûmeyê. Her wiha Parlamenterê SNP'ê Logan Seamus, ji Partiya Lîberal Demokrat Jardine Christine, Andrew George, ji Partiay DUP ku li Îrlanda Bakur partiya herî bi bandor e Jim Shannon jî mohra xwe danîn binê pêşnûmeyê. Di pêşnûmeya Jeremy Corbyn de ji hikumeta Îngiliz tê xwestin ku li hemberî êrişên leşkerî bi roleke çalak a dîplomatîk rabe, bi taybetî ji bo statuya siyasî ya gelê Kurd bi destûra bingehîn bê misogerkirin bang tê kirin. Di pêşnûmeyê de tê xwestin, mafên civakî û siyasî yên gelê Kurd bêne naskirin. Di pêşnûmeyê de tê destnîşankirin ku ji bo naskirina ziman, nasname û xwerêveberiya Kurdan li Destûra Bingehîn a Sûriyeyê divê zexta navneteweyî bê xurtkirin.
Helwesta gelê Kurd silav dikim!
Jeremy Corbyn helwesta gelê Kurd silav kir ku bi milyonan kesî daket qadan û li dora Rojava civiya. Corbyn bi rêya ANF'ê peyamek da. Corbyn bi bîr xist ku daxwazên rewa yên gelê Kurd û nasnameya Kurd li Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriye û welatên din gelek caran hatin tepisandin û got:"Li Sûriyeyê bi rengekî eşkere ji bo hemû gelan û zimanan naskirin û nasname pêwîst e; lê belê pêwîstî bi dagirkeriya leşkerî ya li ser herêmên Kurdan yanî Rojava nîne. Pêwîstiya gelê Kurd bi êrişên leşkerî nîne. Li Tirkiye, Sûriye, Îran û Iraqê pêwîstî bi naskirina mafên gelê Kurd heye. Pêwîstiya gelê Kurd careke din bi dostan û piştevanan heye. Di nava me de gelek kesan ev mijar xistin rojeva Parlamenta Brîtanyayê. Gelekan ji me hefteya derbasbûyî bi komên cuda yên Kurd ên hatin parlamentê li hev kom bûn ku ji niha û pê ve dikarin çi bikin, nîqaşa wê yekê kirin." Corbyn ev bang li gelê Kurd kir:"Ez dibêjim, em bi hev re bixebitin. Ji bo xurtkirina nasnameya Kurd em bi hev re bixebitin. Li hemberî hovîtiya êrişên leşkerî ku bi salan li gelek deveran bû sedema mirina gelek mirovan, ji bo parastina gelê Kurd em bi hev re bixebitin. Ji bo Rojava em bi hev re bixebitin û bi hev re biparêzin. Ez piştgiriyê didim gelê Kurd."
ANF/HÎKMET ERDEN










