Li ser şopa Rêbertî û şehîdan têdikoşin

Duşem 18 Tebax 2025 - 03:50

  • Li gelek navendên Ewrûpayê û Rûsyayê Kurdan salvegera 15’ê Tebaxê bi çalakiyên cihêreng û coş pîroz kirin û peyama dilsoziya bi têkoşîna azadiyê dan.

Kurdên li Ewrûpa, Skandînavya û Rûsyayê bi coşeke mezin salvegera cejna vejînê 15’ê Tebaxê pîroz kirin û di peyamên xwe de dilsoziya bi Rêber APO û şehîdên têkoşîna azadiyê nû kirin.

DRAGUIGNAN

Li bajarê Draguignan ê Fransayê, di çalakiyekê çêbû de 41’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê ya PKK’ê hate pîrozkirin. Beşdaran şehîd bibîr anîn û peyama girêdana tekoşîna azadiyê dan. Bi sedan Kurdên welatparêz beşdarî çalakiyê bûn.

Di beşa çandî ya pîrozbahiyê de Koma Aram, Cevat Mervanî û Serhado derketin ser dikê. Beşdaran bi stranên Kurdî û marşên şoreşgerî re govend gerandin û bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî 15’ê Tebaxê” û “Jin, Jiyan, Azadî” coşa xwe nîşan dan.

MANTES LA JOLIE

Li bajarê Li Mantes-la-Jolie ya herêma Normandiyê ya Fransayê salvegera 41’emîn a pêngava 15’ê Tebaxê bi coş hate pîroz kirin. Di axaftinên ku hatin kirin de şexsê fermandarê pêşeng a 15’ê Tebaxê Egît(Mahsum Korkmaz) de hate ziman ku ev gava dîrokî li hemberî mêtîngerî û qirkirina gelê Kurd bi hişmendî, îrade û biryardariyeke mezin re ji nû ve hebûnê xwe çêkir.

Di çalakiyê de Nûreddîn Sofî, Koçero Urfa û Bahtîyar Gabar hate bibîr anîn û hate ziman ku şehîd îradeya mîrasa azadî û hebûnê heta roja me yê îro anî.

MARÎGNAN

Li bajarê Marîgnane yê Fransayê salvegera 41’an a têkoşîna çekdarî ya ku Tevgera Azadiya Kurd di 15’ê Tebaxa 1984’an de dayî destpêkirin, ji aliyê gelê welatparêz ve bi ruhê yekîtiya neteweyî û piştevaniyê hate pîrozkirin. Gel li Komeleya Çandê ya Kurd a Marîgnane hate ba hev. Beşdaran li ber stranên Kurdî govend gerandin û bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî 15’ê Tebaxê” û “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin. Şahî heya derengî şevê dewam kir.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, salvegera destpêka têkoşîna çekdarî ya PKK’ê pîroz kirin. Pîrozbahiya ku li Meydana Canebière ya navenda bajêr hate lidarxistin, gelek kes tevlî bûn. Di pîrozbahiyê de Mahsum Korkmaz (Egîd), Nûreddîn Sofî, Koçero Urfa û hemû şehîd hatin bibîranîn. Pîrozbahî heta derengiya şevê bi muzîk û gerandina govendê berdewam kir.

LONDON

Li paytexta Îngilistan Londonê, gelê Kurd salvegera 41’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê bi coş pîroz kir. Çalakiya li Navenda Civaka Kurd hate lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtina ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî axaftinan bername bi nîşandana sînevîzyonê û bi stranên hunermendên Kurd Mehmet Milan, Mervan Şan, Memozan û Hakan Xan re bi govendan berdewam kir.

TAMBOV

Li bajarê Mîçûrînsk ya navçeya Tambovê ya Rûsyayê, salvegera 41’an a 15’ê tebaxê li Navenda Mala Çand û Hunerê ya herêmê bi coş hate pîroz kirin. Şahî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî axaftinan koma Barîn û Agirî bi govendê û Hunermend Ahmed Axmêdov û Hozan Şemdîn jî stranên gelerî pêşkeş kirin.

HELSINBORG

Li bajarê Helsinborg ê Swêdê bi boneya Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê çalakî hate lidarxistin. Pîrozbahî li komaleyekî li Helsînborgê bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Di çalakiyê de hemû şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê hatin bibîranîn û hate diyarkirin ku xwedîderketina li mîrateya têkoşîna şehîdan, di rêya azadiyê de berpirsyariya herî mezin e. Beşdaran di dawiya çalakiyê de Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê bi gerandina govendê bi coş pîroz kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.