Demokratên Rojhilatê Kurdistanê Di Belgenameyên Yekîtiya Sovyetê de (Salên 1960 - 1947) 285[3]
Nivîskar û Wergêr: Kamran Emînawe
Kurmancî kirin: Hesen Qazî
Di van nameyan de behsa rêberên Sovyetê û bi taybetî Stalîn wek rêberê azadiyê, dadperweriyê, pêşewayê hemû gelên azadîxwaz û gelê me hatiye kirin û nivîskar bi wê hêviyê bûn ku di bin serokatî, amojgarî, û alîkariya madî û siyasî ya Yekîtiya Sovyetê de bigihîjin azadî û rizgariya gelan û kedkarên Îranê. Lê belê wekî ku di şîroveya Teymûr Yeqûbof, komîsarê ewlekariya dewleta Azerbaycana Sovyetê di sala 1950 de derdikeve holê, wan bi guman li Rehîm Sultaniyan nihêrîne:
“Dibe ku were texmîn kirin ku rêxistina hewalgirî ya Anglo-Amerîkî li Îranê ku bi hîskirina hebûna hêzên veşartî li başûrê Azerbaycanê bi rêya karbirên xwe, ku dibe ku Rehîm Sultaniyan wisa li şirketa "Nefta Anglo-Îran" kar dike û Mistefa Sultaniyan, bavê wî, karmendê firotina berhemên neftê yên [şirketa] "Nefta Anglo-Îran" li Mehabadê ye, ji wan kesan bin ku bi afsaneyên derbarê hebûna berfireh a rêxistinên demokrat ên veşartî, bixwazin bi wî awayî kanalekê ji bo dizîna nav vê rêxistina dêmokrat a veşartî li başûrê Azerbaycanê bibînin, kesên xwe têxin nav wan rêxistinan û bi wî awayî têkiliyê bi nûnerên Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetê re deynin. Ne dûr e, nûnerên rêxistinên dêmokrat ên veşartî yên başûrê Azerbaycanê ji ber nebûna wê gumanê ku Rehîm Sultanyan û bavê wî Mistefa Sultanyan, têkiliyên wan bi rêxistinên hewalgirî yên Anglo-Amerîkî re hebin, têkiliyê bi wan re girtibin û bi rêya Xaşabayev, şaromendê Sovyetê, belgenameyên jor bi awayekî fermî dane nûnerê Sovyetê li Îranê.' [Belgeya1]
Wate, xebatkirina li şirketa "Nefta Anglo-Îran" li Mehabadê dikaribû pîvanek be ji bo nirxandin û wek sîxûr pênasekirina wan kesan ji aliyê rayedarên Sovyetê ve, lêbelê çepên Rojhilatê Navîn û yek ji wan Kurd, di nebûna ti derfet û piştgirekê de di cîhaneke du-alî de, bi baweriya rastîn bi wê yekê ku Kiremlîn cîhek e 'ku tîrêj ji wir diçirisin û rêya azadî û bexteweriyê ronî dikin, ji wir jî hemû gelên zordestkirî yên ku ji bo azadiya xwe têdikoşin piştgirî tê kirin û ev tîrêj tenê hêviya me ne, tîrêjên yasaya bingehîn a Stalîn.' [Belgeya 4]
Dev ji xeyalên xwe yên mirovî ji bo gihîştina rizgariya gelê Kurd bernadin û daxwaz dikin 'rêber û mamostayê mezin, rizgarkerê tevahiya mirovatiyê, bavê zîrek, Stalînê mezin ku li ser her kesî difikire' balê jî bikişîne ser rewşa Kurdan. [Belgeya 4].
Lêbelê dema ku hevldanên wan zêde bi ciddî nehatin girtin, bi navê Hîzba Dêmokrat a Azerbaycan û Kurdistanê, bajarê Tebrîzê, gilîyekî sivik ji bavê birêz û rêberê mezin Mîr Ce’fer Baqirof dikin û dinivîsin:
“Ew çîfçîyên ku carekê heval û têkoşerên me bûn, niha belav bûne, gelek ji wan jiyana xwe ji dest dane an neçar bûn Azerbaycanê biterikînin. Heval dibêjin birayên me yên Azerbaycanî dema ku em têne bîra wan, gelên başûrê Azerbaycanê û Kurdistanê ji nav çûne.” [Belgeya jimare 6]
Bê guman Stalîn û rêberiya Partiya Komûnîst a Sovyetê li gorî rewşa jeopolîtîk a wê serdemê û berjewendiyên aborî û siyasî yên xwe li Asyaya Navîn, nihêrîna xwe li ser meseleya Kurd û gelên din ên vê navçeyê dane û Kurd û pirsa Kurd jî heta radeyekê ji bo wan girîng bû, lêbelê wek her welatekî din amade nebûn ji ber Kurd an her neteweyekî ne-Sovyetî berjewendiyên xwe yên stratejîk bixin metirsiyê. Li vir ne tenê pirsgirêk di siyaseta Yekîtiya Sovyetê de ye, lê belê çaverêkirinên dûr ji rastiyê yên rêber û têkoşerên Kurd ji Şêx Mehmûd Berzencî û Simayil Axa Simko û Xalid Beg Cibranliyê heta kesên wek Xanî Bulûryan û çepên wê serdemê hene ku bawer dikir, mafê Kurdên bêpar dikare, ku ji bilî çiyan qet hevalekî wan nebûye, bi alîkariya Yekîtiya Sovyetê were wergirtin!
Beşa duyem a belgeyan beşekî din ji jiyan û çalakiyên beşek ji endamên Hîzba Demokrat a Kurdistanê di nav xwe de digire, ku piştî hilweşandina Komara Kurdistanê bi neçarî li Yekîtiya Sovyetê man û hewil dan li sirgûniyê, bi navê Hîzba Dêmokrat a Kurdistanê, ji bo tevgera Kurd çalakiyan bikin.Ji bo ketina nav mijarê, em ê nîşanekê bidin serpêhatî û çalakiyên siyasî yên van kesan li Yekîtiya Sovyetê. Di payîza sala 1324/1945an de, sê kes (Mistefa Şelmashî, Xesrew Zulfeqarî û Rehman Helewî) dest bi xwêndina bijîşkî kirin û di bihara 1325/1946an de, nêzîkî 60 Kurdên Rojhilat li paytexta Azerbaycanê, Bakuyê, li fêrgeha leşkerî hatin qebul kirin bo ku perwerde bên kirin. Piştî êrîşa kirêgirtiyên hikûmeta Tehranê û artêşa Îranê li ser Azerbaycan û Kurdistanê di meha 12 sala 1946 de û tepisandina tevgera rizgarîxwaz-neteweyî ya Kurd û Azerbaycanî, û hilweşandina Hikûmeta Neteweyî ya Azerbaycanê û Komara Kurdistanê, piraniya xwendekarên Kurd bi daxwaza xwe vegeriyan Iranê, an jî wek Helewî û Zulfeqarî hatin şandin Îranê. Lêbelê beşek ji Kurdan wek Rehîm Seyfî Qazî, Elî Gelawêj, Ezîzî Şemzînî, Hesen Hîsamî, Sultan Wetemîşî, Kerîm Eyyûbî, Rehmanî Germiyanî, Mistefa Şelmashî û Hamîd Xusrewî li Yekîtiya Sovyetê man.
Beşekî girîng ji rêber, kadro, endam û alîgirên Firqa Demokrat a Azerbaycanê ji ber êrîşa artêşa Îranê, piştî derbasbûna ji çemê Arazê, çûn nav axa Komara Azerbaycanê.
Nêzîkî salek piştî koçkirina firqeyiyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapkirin û belavkirina dewra sêyem a rojnameya 'Azerbaycan' li Bakuyê dest pê kir û "hejmara yekem a 'Azerbaycan' di 10ê sermaweza 1326an de [ 02 .12.1947] li Bakuyê hat çapkirin". [Laherûdî r. 98] Yekem rojnameya 'Kurdistan' dewra duyem, wek organa Hîzba Dêmokrat a Kurdistanê, ji 16ê sermaweza wê sale[08.12.1947] ve di rûpelekê de di hejmara duyem a rojnameya 'Azerbaycan' de hat belavkirin. [Kurdistan hejmara 200]
Di nav nivîskarên rojnameya Kurdî de, navên kesên jêr hene: Rehîm Seyf Qazî, Elî Gelawêj, Rehman Germiyanî, Mistefa Şelmashî, Kerîm Eyyûbî, Ezîz Şemzînî, herwiha navên xwestî wek A. Naderî, Reşîd. S, Birayê Kurd, Kurdê, Dilxoş, Kake, Agrî, M. S- Esed diyar dibin. Rehîmî Qazî û Elî Gelawêj nivîskar û berpirsyarên sereke yên vê rojnameyê bûn.
Piştî konferanseke berfireh a endamên Hîzba Dêmokrat a Kurdistanê [Rojhilat] û Partiya Dêmokrat a Kurd [Başûr] bi rêberiya Mela Mistefa Barzanî di 19ê çileya paşîn a 1948an de li Bakuyê û damezrandina Komîteya Kurd ji 11 kesan, Kurdên niştecihên Yekîtiya Sovyetê bi navê Hîzba Dêmokrat a Kurdistanê û di bin serokatiya Mela Mistefa de, çalakiyên xwe yên siyasî domand. Tê xuyakirin ku piştî şandina Barzaniyan bo Ozbekistanê di tebaxa 1948an de, bi awayekî fermî ew komîte hat hilweşandin û Kurdên Rojhilat di têkiliyeke pir nêzîk de bi Firqa Dêmokrat a Azerbaycanê re çalakiyên xwe domandine. Kurdên Rojhilat, ji wê demê û pê ve, digel parastina endamtiya Hîzba Dêmokrat a Kurdistanê, endamên Firqa Dêmokrat a Azerbaycanê jî bûn û tew Rehîm Qazî û Elî Gelawêj di sibata 1948an de bûn endamên Komîteya Navendî ya Firqa Dêmokrat a Azerbaycanê, herwiha di sala 1954an de Rehîm Qazî wek cîgirê serokê Firqa Dêmokrat a Azerbaycanê hat hilbijartin û, nêzîkî 6 salan bi saya wê pileya bilind a di firqeyê de, roleke girîng di jiyana siyasî ya wê rêxistinê de lîst.Piştî yekgirtina Partiya Tûde ya Îranê û Firqa Dêmokrat a Azerbaycanê, di sala 1960an de ku bê beşdariya nûnerên Hîzba Demokrat a Kurdistanê pêk hat, "bi fermana rêberiya Partiya Tûde ya Îranê belavkirina rûpela Kurdî ya 'Kurdistan' hat rawestandin". [Laherûdî r. 597].
Dirêjey heye…
parvê bike
Nivîsên Hesen QAZÎ
Dêmokratên Rojhilatê Kurdistanê
26 tîrmehê
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
19 tîrmehê
10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (282)
12 tîrmehê
10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (281)
5 tîrmehê
10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (280)
28 hezîranê
10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (279)
21 hezîranê
10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (278)
14 hezîranê
10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (277)
7 hezîranê