Diyarbakır Fotoğraf Sanatı Derneği (DİFAK), Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Muzexaneya Bajarê Amedê, çalakiyeke bi navê “Xebatên wêneyên belgefîlmî” li dar xistin.
Çalakî li Kona Cemîl Paşa ya li Sûrê hate lidarxistin û gelek hezkiriyên hunerê beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pêşangeha wêneyên wênegirê Îranî Ebrahim Alipoor, ku di sala 2025’an de xelata World Press Photo wergirtiye, û axaftinek hate kirin.
Axaftina destpêkê ji aliyê Serokê DİFAK’ê Refik Tekin ve hate kirin. Tekin diyar kir ku ew wekî DİFAK dê xebatên bi vî rengî pêk bînin. Nexasim jî wênegirên ku li Kurdistanê xebatên wêneyên belgefîlmî dimeşînin bînin Amedê û çalakiyên bi vî rengî li dar bixin.
Çîroka wêneyan
Alipoor diyar kir ku di van 15 salên dawî de wî 40 welat geriyaye û tenê wêne girtine, û di derbarê şêwaza xebata xwe de agahî parve kir. Wî got ku çîrok ji wêneyan girîngtir in û wêneyên xwedî çîrok ji bo wî girîng in. Alipoor her wiha destnîşan kir ku her kesê li Rojhilata Navîn dijî xwedî çîrokek e û ji ber vê yekê wêneyên bê çîrok tune ne, û got; “Ji ber vê yekê min piştî çend salan fêm kir ku wêne girtin çiqas girîng e, çîroka xwe vegotin jî ewqas girîng e. Em dikarin bi wêneyan çîrokên xwe vebêjin. Ne hewce ye ku em her çîrokek ku dibihîzin tomar bikin an wêneyê wê bigirin. Carinan tenê guhdarîkirin têra xwe dike.”
Xalên girîng ên wênegirtinê
Alipoor diyar kir ku dema wêne tê girtin pirsên “Em çima vî wêneyê digirin, li ku derê digirin?” pir girîng in. Alipoor derbarê armancên wênegirtinê û rêbazên wêneyên li gorî armancê tene girtin de agahî parve kir û bal kişand ser xalên girîng ên dema wênegirtinê. Alipoor got: “Kesên ku wêneyên me dibînin, nizanin ew wêne di çi şert û mercan de, li ku derê hatine girtin. Kesên ku li wêneyê dinêrin divê bi teqezî fêm bikin ku ew wêne çawa ye.”
Alipoor, pişt re çîrokên wêneyên ku wî girtine parve kir.
NAVENDA NÛÇEYAN