Govend behsa dîrokekê dike

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 8 Kanûn 2025 - 00:36

Kurdolog, koreograf û mamosteya govendê ya Rûsî Tatîana Odîntsova bal kişand ser girîngiya govendê û got: “Govend lîstikeke teatral û mûzîkî ye û behsa dîrokekê dike.”

Govend yek ji hêmanên herî girîng a çandê ye. Destpêka wê bi qasî dîroka civakbûna mirovan kûr e. Di nava xwe de liv û tevgerê, şanoyê, dîrokê, gotinê û kolektîvîzmê dihewîne. Her gel û netewê form û şîroveyek li gorî erdnîgarî û çanda xwe li govendê zêde kiriye. Lewma govend bi tena serê xwe wek şêwaz, liv û tevger, gotin, meqam, cil û ber derbarê herêma ku lê tê lîstin gelek daneyan dide. Yekem daneya ku li ser dîroka govendê jî kevirekî ku li ser govend tê gerandin e. Ev kevir 8.500 sal beriya zayînê li Newala Çorî hatiye dîtin.

Kurdolog, koreograf û mamosteya govendê ya Rûsyayî Tatîana Odîntsova ya li bajarê Moskova ya Rûsyayê dijî, bi meraqa hînbûnê, meyla xwe da ser govendê. Dema berê vê mereqê li rastî, dîrok û kûrahiya cewhera govendê ket, pêwîst kir ku Tatîana Odînsova kurd û çanda kurdan nas bike. Pişt re li ser koreografiyê sekinî. Li ser mijarên hûr bûye, gelek gotarên zanîstî nivîsand. Tatîana Odîntsova di demê de kurdî hîn bû, bû Endama Yekîtiya Kurdnasan û Tevgera Koreografên Rûsyayê. Niha bi awayekî zanîstî li navendên çandê yên li Rûsyayê govendê hînî zarok û mezinan dike. Govendên kurdî, bi amadekariya wê ve li Rûsyayê gelek dereceyên bilind bi dest xistin. Niha jî Rêvebertiya Koma Govendê ya Rûkenê dike. Tatîana Odîntsova têkildarî mijara govendê axivî.

Tatîana Odîntsova destnîşan kir ku govenda Kurdan bi qasî ziman xwedî wate û girîngiyê ye û têkildarî mijarê wiha got: “Ev rola govendê ya domdarkirina nirxên çandî, nivş bi nivş, heta îro hatiye, bi faktor û bûyerên dîrokî, xwe di nava civakê da bi cih dike. Ya yekemîn serdemên berê çavkaniyên nivîskî û xwendinê ne di asta îro de bû. Govendê dîroka sedsalan a Kurd û Kurdistanê îfade dikir û vê dîrokê berbelav dikir. Ya duyemîn govend hêmana herî girseyî ya çanda Kurdî ye ku xwebûn û nasnameya Kurdî dide pêş, ji normên exlaqî heta îdealên neteweyî di nav xwe da dihewîne. Di nav govendê da felsefe û cîhanbîniya kurdan dirdikeve hole.”

AW/NAVENDA NÛÇEYAN - RACÎ ABÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.