Rageşî bandorê li turîzmê dike
Şemî 6 Kanûn 2025 - 03:40

Bajarê Wanê ku bi xweza û bi berhemên xwe yên dîrokî balê dikişîne, her sal mazûvaniya bi sed hezaran geştyaran dike. Bi taybet jî ji Îranê her sal bi hezaran kes berê xwe didin Wanê. Lêbelê erişên Îsraîlê yên li herêmê, rageşiya li Rojhilata Navîn û bihabûna her tiştekî, bandoreke neyînî li ser turîzma bajêr kir. Di sala 2022’yan de 500 hezar geştiyar, di sala 2023’yan de 980 hezar, di 2024’an de 719 hezar û îsal jî tenê 380 hezar geştyaran berê xwe dan bajar. Bajarê ku par 980 hezar geştiyar hatibûn serdanê dihat payîn îsal ev reqem gelek zêdetir bibe lê piştî şerê Îsraîl-Îranê û sedemên li jor hatine rêzkirin, ev rêjeye gelek ket. Serokê Desteya Nûnertiyê ya Herêma Anatoliyaya Rojhilat a Yekitiya Acentayên Geştê ya Tirkiyeyê (TURSAB) Cevdet Ozgokçe bal kişand ser sedemên rê li ber kêmbûna geştyaran vekirin û got:“Yek ji sedema vê jî hevrikiya Dubaî, Iraq, Gurcistan, Batum, Ermenistan ya bi me re ye. Di bazara navxweyî de jî beşekî turîstan berê xwe didin herêmên rojava. Heke em di mijara fiyetan de li dijî van bajar û welatan hevsengiyekê çênekin, mixabin wê turîst neyên. Bazara me ya derve ya herî mezin Îran e û piştre jî Iraq tê. Îsal gelek kêm geştiyar ji Iraqê hatin.” Ozgokçe anî ziman ku di wextê Newrozê de li Îranê liv û tevgereke zêde çêdibû lêbelê niha ne mîna berê ye û got:’’Li ser vê yekê em tevî nûnerên sektorê çûn 4 bajarên Îranê. Di dema serdanê de me dît ku giliyê wan ê herî zêde di mijara fiyetan de ye. Bihayê hotêl, dikan, loqente, texsî û hwd. zêde dibînin. Heke em vê ferqa fiyetan a bi welatên din re çareser nekin, wê hejmara turîstan her ku diçe kêmtir bibe. Li Antalyayê di serdemên herî zêde kar heyî de, her tişt di nav de tesîs di navbera 110-120 dolaran de tên firotin. Li Wanê bihayê ode-taştê derketiye ser 125 euroyan. Mimkûn nîne em bikarin li dijî vê bihayê pêşbaziyê bikin. Geştyarên Iraqî ji bo bên Tirkiyeyê 200 dolar heqê vîzeyê didin. Heman kes bê vîze diçe Dubaî û Gurcistanê. Ev nayê qebûlkirin. Di vê mijarê de tu hewldaneke wezaretê çênebû. Mixabin wezaretê ji bo turîzma Wanê tu hewldanek nekir. Ji ber ku xetên derve yên balafirgehê girtî ne, hejmara geştyaran jî kêm dibe.”
MA/ZEYNEP DURGUT















