Elmanya di siyaseta xwe de bi israr e
Pêncşem 6 Mijdar 2025 - 03:42

Aktîvîstê Kurd Azîz K. (54) li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, bi hinceta ‘endamtiya PKK’ê’ hate girtin. Azîz K. ji ber karên xwe yên siyasî tê sûcdar kirin. Di nava van karan de meşandina kampanyaya hilbijartinê ya HDP’ê jî heye.
Azîz K. êvara 3’ê Mijdarê roja Duşemê, ji aliyê Polêsên Eyaleta Saksonyayê, li bajarê Hamburgê hate binçavkirin. Di heman kêliyan de li mala wî ya li Kolnê jî lêgerîn pêk hat. Derbarê Azîz K. yê roja 4’ê Mijdarê Sêşemê, ji aliyê Dadgeha Bilind a Eyaleta Dresdenê hate lêpirsînkirin, li gorî madeya 129b ya Qanûna Cezayê ya Elman, bi hinceta ‘kadroyê asta bilind a PKK’ê ye’, bi sûcdariya ‘endamtiya rêxistinê’, biryara girtinê hate dayîn. Piştî lêpirsînê Azîz K. şandin girtîgeha Dresdenê.
Kampanya hilbijartinê sûc hate dîtin
Li gorî dozgeriyê Azîz K. di navbera 2015-2025’an de li herêmên cuda yên Elmanyayê, -Saksonya, Saarland, Gîessen/Sîegen, Freîburg, Dortmund, Dusseldorf, Duisburg û Hamburgê- berpirsiyariya PKK’ê hilgirtiye. Di nava sûcdariyan de, organîzekirina çalakî û mîtîngên derbarê Kurdan de, meşandina xebatên hilbijartinê yên di nava hilbijêrên Kurd ên HDP’ê û ji bo hilbijêrên ku diçin dengê xwe li konsolosxaneyê bikar tînin, organîzasyona gihandinê ya wesayîtan jî hene.
Piştî hevdîtina Merz-Erdogan
Bûroya Hiqûqê ya AZADÎ ku navenda xwe li Kolnê ye, bi daxuyaniyeke nivîskî, nerazîbûn nîşanî girtina Azîz K. da. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku sûcdariyên mijara gotinê tê wateya ‘krîmînalîzekirina bedşarbûna demokratîk û têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê’ ye. AZADÎ bal kişand ser wê yekê ku ev girtin yekser piştî hevdîtina di navbera Friedrich Merz û Serokomarê Tirkiyeyê Receb Tayîb Erdogan de, pêk hatiye. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:’’Di qonaxeke ku PKK’ê biryara vekişandina ji Tirkiyeyê û xwefesihkirinê daye de, girtina bi vî rengî, nîşan dide ku şûna hikûmeta Elman piştgiriyê bide pêvajoya aştiyê, polîtîkaya xwe ya berê ya Kurdistanê berdewam dike.’’
Li Bautzenê jî lêgerîn
Dozgeriya Dresdenê ragihand ku di çarçoveya lêpirsînê de, li bajarê Bautzenê jî li mala 2 kesan lêgerîn pêk hatiye. Li gorî dozgeriyê ev kes jî bi ‘Endamtî û piştgiriya PKK’ê’ têne sûcdar kirin. Rayedar destnîşan dikin ku yek ji van kesan di navbera 2015-2018’an de weke berpirsiyarê herêma Dresdenê ya PKK’ê, di heman demê de weke alîkarê herêma Saksonyayê ya berpirsê PKK’ê erk wergirtiye.
KOLN















