Festîvala Hamburgê dest pê dike

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 17 Mijdar 2025 - 00:30

  • Festîvala Filmên Kurdî ya Hamburgê îsal cara 16’an sînemavan û sînemahezên Kurdî li hev dicivîne. Di bernameya festîvalê de 21 film hene û gelek derhêner jî tevlî festîvalê dibin. Her wiha Çayan Demirel jî îsal mêvanê rûmetê yê festîvalê ye.

M. ZAHİT EKİNCİ / HAMBURG

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hamburgê, ewê îsal cara 16’an di navbera 19-23’ê Mijdarê de bê lidarxistin. Bi slogana “Sînema ji Dilê Cihêrengiyê: Bîr, Berxwedan, Vîzyon” tê organîzekirin. Festîval wê 21 fîlmên di çar kategoriyan de (fîlmên dirêj, kurtefîlm, kurtebelgefîlm û belgefîlmên dirêj) bi temaşevanên sînemayê yên Hamburgê re bîne cem hev.

Vekirina festîvalê wê di 19’ê Mijdarê Çarşemê saet 18:00’an de bê kirin. Di vekirinê de hunermendê tembûrê yê navdar Cemîl Qoçgîrî wê derkeve ser dikê. Piştî konserê, fîlmê dirêj ê 80 deqîqeyî yê derhêner Berîvan Binevşa yê bi navê “The Virgin and Child” wê bê nîşandan. Fîlm çîroka Avesta, jineke Êzîdî ya ji êrişa DAIŞ’ê xelas bûye, bi endamekî DAIŞ’ê yê wê kiribû kole re rûbirûbûn û lêgerîna wê ya edaletê vedibêje. Fîlm çîrokeke hevdîtin û rûbirûbûnê ya ji Kurdistanê dest pê dike û li Brukselê diqede, pêşkêş dike.

Muharrem Arkadaş jî di festîvalê de ye

Di nav fîlmên ku wê bêne nîşandan de “Yek ji Rojên Ku Hemme Mir” jî heye. Fîlmê ku derhêneriya wî Murat Fıratoğlu kiriye, pirsgirêkên aborî û hestyarî yên karkerê çandiniyê Eyûp tîne ziman. Belgefîlma “Dengbêjên Me” ya derhêner Ali Bağdu ku di beşa fîlmên dirêj de cih digire, li ser jiyana nûnerên dawîn ên zindî yên kevneşopiya dengbêjiyê disekine. Herwiha di 22’ê Mijdarê de li 3001 Kino, kurtebelgefîlma 22 deqîqeyî ya Orkan Bayram a bi navê “Muharrem Arkadaş” ku têkoşîna Muharrem Aral, yek ji kedkarên kevnar ên Tevgera Azadiya Kurd li Ewropayê vedibêje, wê bê nîşandan.

Mêvanê rûmetê: Çayan Demirel

Belgefîlma “Bakur” ya Çayan Demirel û Ertuğrul Mavioğlu ku li Tirkiyeyê hatibû qedexekirin û jiyana gerîlayan vedibêje, wê bê nîşandan. Belgefîlma Çayan Demirel a bi navê “38” ku li ser qirkirina 38’an a Dêrsimê ye jî wê di festîvalê de bê temaşekirin. Çayan wê piştî fîlman beşdarî gotûbêjan bibe. Rêvebirê Festîvalê Yaser Irmak diyar kir ku mêvanê rûmetê yê îsal Çayan Demirel e û got: “Sînemaya Kurd ji qadekê zêdetir e. Ew cihê berxwedan û hêviyê ye. Çîrokên ku divê neyên jibîrkirin vedibêje û dengê kesên ku hatine bêdengkirin vedibêje. Îsal em festîvalê bi performansa zindî ya ustadê tembûrê Cemîl Qoçgîrî û bi fîlmê Berîvan Binevşayê yê bi navê ‘The Virgin and Child’ vedikin. Em derhêner Çayan Demirel yê bi belgefîlmên xwe yên ku wêrek tê nasîn jî, dikin mêvanê rûmetê.”

Ji bo Kurdistanê pirek e

Irmak wiha berdewam kir: “Festîvala me qadeke hevdîtinê ye di navbera çandan, nifşan û nêrînan de. Em li vir armanc dikin ku wêrekiyê, cihêrengiyê û hêza sînemayê ya parastina bîranînan û avakirina pirê di navbera rabirdû û pêşerojê de nîşan bidin. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hamburgê xwe wek pireke di navbera huner û bîrê, Hamburg û Kurdistanê, rabirdû û pêşerojê de dibîne. Werin em bi hev re vê pirê derbas bikin.”

Derhêner jî tevlî festîvalê dibin

Vekirina festîvalê wê li Sinemaya Zeiss a li Hamburg Altona bê kirin, bername paşê wê li Kino 3001 Schanze dewam bike. Di roja dawîn a festîvalê de wê merasîma xelatê ya kurtefîlm û kurtebelgefîlman bê lidarxistin. Îsal derhênerên weke Ali Bağdu, Önder İnce, Fatih Kanat, Ayşe Çetinbaş, Celil Badıkanlı, Özlem Diler, Zülfî Gül, Orkan Bayram, Sevim Besili, Chepo Yuvanç û Yakup Tekintangaç jî wek mêvan têne festîvalê.

Hûn dikarin bi lînka jêrîn bigihîjin bernameya festîvalê ya bi hûrgulî: 

https://hkff.info/

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.