Eyşe Şan; prensesa bê ‘tac û text’

Nûçeyên Dosye

Duşem 18 Kanûn 2023 - 00:04

  • Ayşe Şan, piştî mirina xwe weke prensesa “bê tac û text” hat zanîn, lê esas jiyaneke tije bi êş û elem bihurand. Ew dide zanîn ku kesekî bi destê wê negirtiye û kesera dilê xwe bi vî awayî derdibire: “hey dinyaya bêedalet hey…” Erê rast e ti carî tac û textên wê çênebûn û bi qedrê wê nehat zanîn, lê deng û stranên wê bûn taca zêrîn a li serê muzîka Kurdî.

ARDÎN DÎREN

Gava mirov li serpêhatiyên Eyşe Şanê (Eyşana Elî) guhdarî dike yan jî dixwîne, mirov tê derdixe ku jiyana wê ya bi keser eynî weke wan stranên dilsoj e ku wê li ser selikan dixwend yan jî tomar dikir. Weke straneke windabûyî ya di nav kavilên welatekî wêran de mayî. Eyşe Şana ku di jiyana xwe de “ti rehetî ji canê xwe nedît”, piştî ku mir, weke “prensesa bê tac û text” hate binavkirin û heta xelkê qedrê stranê wê zanî, wê li dûrî welatê xwe li bajarekî xerîb jiyana xwe ji dest dabû. Ev bû qedera wê, qedera ku wê wiha pênase dikir ji bo xwe; 

“Were yar…Qederê yar. 

Qederê ez çer bikim mîna qederê xelkê tu ji min re nebû yar

Te ez kirim peyakî rêdûrê hespê peya piyader

Tu pey min ra bûy siwarekî bi rim û bi mizraxê

Li sirta sêwî xelqê bûy siwar

Yar yar yar, qederê yar…”

Kaniya stranan û ‘Lêlê Bêmal’

Denge bavê Eyşe Şanê, Osman Şan pirr xweş bûye û dîwanxana mala wan a Amedê tim tije dengbêjên herêmî bûye. Lê ji ber mirovekî oldar bûye, wî qet nexwestiye dengê wî were tomarkirin li ser plak û kasêtan. Eyşe Şan di hevpeyvîneke xwe de bavê xwe ji bo xwe weke “kaniya stranan” bi nav dike û dibêje; "Xwezî zimanê dîwarên mala me ya Diyarbekirê hebûyana û ji me re behsa wan şevên dengbêjan bikira. Min jî wê demê di quncikan de li wan dengbêjan guhdarî dikir. Min wisa guhdarî dikir, ku yekî gazî min bikira jî, ez ê veciniqiyama. Dengê bavê min yê xemgîn li ser min tesîreke mezin danî. Sal derbas dibûn, dîsa jî dengê bavê min ji guhê min dernediket. Min dixwest ku ez kilamên wî bistrêm. Strana bavê min ya herî xweş ‘Lê lê bêmal’ bû. Gava ku wî ‘Lê lê bêmal’ digot, hêsir ji çavên wî dihatin xwarê. Hîn wê demê pêşniyaziya plakçêkirinê ji bavê min re dihat. Lê bavê min qebûl nedikir û digot guneh e. Mala bavê min maleka sofî û oldar bû. Gava ku bavê min Quran dixwend, her kes digirî, bi deng û awazên wî mendehoş dibûn. Bavê min ji min re kaniya strana bû. Gava ku êdî ez ji wî hînî kilama bûm, ez jî diçûm û min di nava cemaata jinan de stran digotin.”

Bextreşî û ‘derdê hewiyê’

Eyşe Şan gava 10-15 salî ye Qur’an û mewlûda Kurmancî xitim dike û dengê wê pirr xweş e. Hingî bavê wê jê hez dike, wê dide ber xwendina Qur’anê û bi vî awayî Qur’anê xitim dike. Ji ber ku keçeke xweşik e, gelek kes dixwazin pê re bizewicin lê li gorî Eyşe Şanê di bibîranînên xwe de dinivîse, wê nexwestiye bi kesî re bizewice. Ji lewma çend caran dilketiyên wê xwestine wê birevînin, lê Eyşe Şanê bi awayekî xwe ji destê wan filitandiye. Lê di dawiyê de feleka xayîn tiştekî ecêb tîne serê wê û ew di 15 saliya xwe de diçe ser hewiyê. Paşê jî keçeke wê ya bi navê Yasemîn çêdibe ji vê zewacê. Lê ew qet ne rihet e û wiha behsa vê zewaca xwe dike; “Pişti ez bûm bûk û çûm wê derê (Dêrika qeza Mêrdînê) bi sê rojan ez poşman bûbûm. Ez di wî emrê xwe yê ciwan de bextreş bûbûm û bêbext mabûm.” Bi vî awayî êş û derd ji jiyana wê kêm nabin û dawiyê de kirasê mirinê yê hewîtiyê diçirîne davêje. Ji xwe strana wê ya navdar ya “Derdê Hewiyê” jî van salan maye ku tê de dibêje;

“Welle te nagirim, bîlle te nastînim

Welle te nagirim, lo bîlle te nastînim

Derdê hewiyê welle nakişînim

Dayê ez nagirim bavo nastînim

Derdê hewiyê welle nakişînim” 

Hey dinyayê, bê edaletê hey…

Eyşe Şan bi van stranên xwe û bi hewldanên xwe yên ji bo hunerî, nîşan dide ku ji qedera xwe ne razî ye û qedera ku li ser tê ferzkirin qebûl nake. Ji lewma ew ji Dêrikê direve tê Amedê mala bavê xwe û ji wir diçe Entabê. Demekê li Entabê dijî û di radyoyên Tirkiyeyê de dixebite. Paşê jî diçe Stenbolê li wir stranên Tirkî dibêje û ev stranên wê weke plak jî derdikevin. Lê Eyşe Şan ti xêrê ji van plakên xwe nabîne û her tim keda wê tê îstîsmarkirin! Her wiha ji ber ew stranên bi Kurdî dibêje, gazînoyên wî zemanî jî wê dernaxin ser dikê û nahêlin ku rê li ber vebe. Eyşe Şan qederê sê sal û nîvan jî li Elmanayê dimîne û li gelek bajarên Elmanya konseran dide. Lê di dawiyê de vedigere Stenbolê. Biryarê dide ku çend selikan derxe li ser navê şirketa xwe ya bi navê “şan” û dikanekê jî vedike. Lê vê carê jî kasêt derdikevin piyaseyê û qedera li ser eniya wê hatiye nivîsandin careke din wê perîşan dike. Eyşe Şan wan rojên ku qedera wê tim pişta wê dişikîne bi van gotinan rave dike: “Ji ber ku kesî piştgiriya min nekir, bi destê min negirt, ez bi xebata xwe ya bi rêya sehnê negihîştim derekê û ez ê negihîştima dereke jî! Her çiqasî dengê min dil bişewitanda û xweş bûya jî, mumkin nebû ez bigihîjim ciyekî ku min dixwest. Ê pişta wan xurt bû, car aranjman ezber dikirin, berê ewil di televizyonan, rojname û kovaran de hevpeyvînên wan derdiketin û di demeke kurt de dibûn assolist. Hey dinyayê, bê edaletê hey…”

Dilê bi ser Bexdayê ve ye

Eyşe Şan her tim dixwest biçe Bexdayê. Ji bo çûyina xwe ya Bexdeyê dibêje, “Ez bi hêviyeke mezin çûm Bexdayê, ji ber ku ev 20 sal bûn li Radyoya Bexdayê li selikên min guhdarî dikirin û dihat lêxistin.” Gava ew diçe Bexdayê xelkê li wir qedrê wê digirin û wê diezimînin malên xwe. Yek ji wan kesên ku wê diezimîne mala xwe jî denbêja bi navê Gulbihar e. Gava dibihîze ku Eyşe Şan hatiye Bexdayê, telefon dike û dibêje, “Ez Eyşe xanimê nadim tu kesî, ew mêvana min e.” Eyşe Şan ji dêvla here li otelekê bi cih bibe, biryarê dide ku li mala Gulbiharê bimîne. Demeke dirêj li mala wê dibe mêvan û di vê navberê de li Radyoya Bexdayê stranan dibêje. Her wiha ew diçe bajarên weke Mûsil û Dihokê jî li wir tevlî hin şahî û konseran dibe. Radyoya Bexdayê stranên wê yên kevn û nû bi hevre qeyd dike û li arşîva xwe zêde dike.

Fêlbaziya Îsa Berwarî!

Eyşe Şan di jînenîgariya xwe de behsa serpêhatiyên xwe yên bi Îsa Berwarî, Mihemed Arif Cîzrawî (Cizîrî) û Tehsîn Taha re jî dike û dide zanîn ku Îsa Berwarî bi fêlbazî ew xapandiye. Eyşe şan bi vî awayî behsa fêlbaziya Îsa Berwarî dike; “Li Bexdayê hezkirin û mêvanperweriyeke kesnedîtî li min kirin. Wê şevê ji hunermendên Mûsilê ên navdar Mihemed Arif Cizrawî û Îsa Berwarî hatin. Wê şevê min dawetî mala xwe kirin. Min got; ‘Ez niha westiyayî me ez nikarim werim.’ Gelekî li ber min geriyan û rica kirin. Ji ber ku ez mêvana mala serokê kulûbê bûm ji wî gelekî rica kirin. Dawiya dawî min ew neşikandin û ez çûm. Piştî şîvê ku ziyafeteke mezin dabûn, du teybên mezin ên stereio anîn. Me him sohbet kir û him jî me her sêyan bi hev re stran gotin. Ez, Mihemed Arif Cîzrawî û Îsa Berwarî me bi hev re bandek dagirt. Dilê min î pak careke din xapiya. Fêlbaziya Îsa Berwarî, min ê ji ku zanibûya dikana wî heye. Paşê ez hîn bûm ku zilamekî li dû menfaeta xwe ye û dikaneke wî heye, tê de kasêtan difiroşe. Piştî ez çûme Bexdayê derhal kaset derxistiye piyaseyê û piştî eleqeyeke mezin pê çêbûye, di serî de şandiye Sûrî, Elmanya û Tirkiyê û gelek welatên din ên biyanî jî.”

Tehsîn Teha û Eyşe Şan jî kasêtek çêdikin

Gava ku Eyşe Şan li Başûrê Kurdistanê dimîne yek ji wan kesên ku wê vedixwîne malê û dixwaze pê re kasêtekê çêke jî Tehsîn Teha ye. Eyşe Şan derbarê daxwaza Tehsîn Teha ya kasêtçêkirinê de jî wiha dibêje di bibîranînên xwe de; “Tehsîn Teha rica kir û got; ‘Ez di bextê te de me, ez ê we dawetî malê bikim û em di navbera xwe de kasêtekê çêbikin.’ Min jî got; ‘Te dît Îsa Berwarî bêyî destûra min û bêyî heqê wê bide min, banda ku me li malê dagirtibû derxist piyasê. Niha jî dora we ye, hûn jî dixwazin wisa bikin ne wisa?’ Got; ‘Ne, ez tenê ji bo xwe taybet dixwazim.’ Pişt re jî ji bo mexseda xwe ya bazirganiyê band derxist piyaseyê.” Di vê derbarê de Hozan Brader ku ji nêzîk ve Tehsîn Teha nas dike dibêje; “Min û rehmetiyê Tehsîn Teha çend caran sohbet ji bo Eyşe Şanê kiribû. Ewan bi hev re kasêt çêkiribûn. Lê li ser daxwaza Eyşe Şan nehatibû belavkirin. Tehsîn Teha li ser soza xwe mabû…Lome Eyşe Şan, ji Tehsîn Teha gelekî razî bû.”

Daxwaza wê bi cih nehat

Eyşe Şan li gel stranên Tirkî û Kurdî ku wê bi xwe nivîsandibûn birrek jî staranên gelêrî yên Kurdî xwendin. Ji wan stranan hinek jê ev in; Bavê Seyro, Salih û Nûrê, Cembelî Kurê Mîrê Hekariya, Memê Alan, Hesenîko, Koçerê, Zerî Heyran, Lawikê Metînî û gelek stranên din. Her wiha stranên wê yên bi navê “Hepsiyo”, “Şirnex” û “Newroz” jî nîşan didin ku ew bi awayekî siyasî jî li ser qewimînên li welatê xwe sekiniye û di stranên xwe de cih daye wan. 

Eyşe Şan 18’ê Kanûna sala 1996’an li Îzmîrê çû ber dilovaniya xwedê. Li xerîbiyê nexweşiya penceşêrê zora wê bir û wê wesiyet kiribû ku li Amedê were veşartin, lê ev daxwaza wê bi cih nehat.

*Gelek agahiyên di vê nivîsê de ji ber pirtûka Kakşar Oremar ya bi navê “Prensesa bê tac û text Eyşe Şan” hatine wergirtin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.