Xezeya nêzîk, Kurdistana dûr!

Nûçeyên Çand/Huner

În 5 Îlon 2025 - 02:45

  • Bi kurtasî dikarim bibêjim ku entelijansiyaya Kurd di vî warî de di sinifê de ma! Me qîrîna Kurdistanê bi qasî ya Xezeyê li dinyayê belav nekir û xelkê bi xwe nehesand. Ne muzîk, ne sînema û ne jî wêjeya me di vî warî de bi ser ket!

ARDÎN DÎREN

Di van demên dawiyê de bi baldarî bala xwe didim nûçeyên li ser Xezeyê! Kî çi dibêje, çi helwestê nîşan dide…Dinya bi çi awayî ji bo Xezayê radibe ser piyan û deng derdixe…Nexasim jî nûçeyên di warê çand û hunerê yên ku bi meseleya Xezeyê dadikevin û hişyariyê çêdikin bala min dibin ser xwe. Çendek berê gelek sînemavanên navdar li hember malpera MUBI’yê dest bi boykotê kirin û gotin ku “em nabin şirîkê qirkirinê!” û xwestin ku malper careke din filmê wan nîşan nede. Ji lewma malpera MUBI ji şirketeke ku piştgiriyê dide Îsraîlê pereyek mezin girtibû û bi vî awayî hatibû îfşakirin. Her wiha herî dawî li Festîvala Filman A Venedîkê jî Xeze bû rojev û sînemavan bi meşeke girseyî Îsraîl protesto kirin. Wekî din jî her roj baş an jî xerab nûçeyek heye li ser Xezayê û xelk êrîşên Îsraîlê protesto dikin.  Ev protesto encamek çawa derdixin holê û tesîra wan çiye elbet mirov dikare nîqaş bike. Çi dibe bila bibe berteka van sînemageran elbet di cih de ye û îtiriza min ji vê yekê re nîne. Heta hetayê bila protesto û çalakiyên bi vî rengî hebin û heger şer bi van çalakiyan raweste dibêjim; cehnima hunerê û filman!

Ji Kurdistanê re bîr-kor in

Piştî daxuyaniya van derhêneran hin sînemavanên li Tirkiyê jî (ku di nava wan de hinekî Kurd jî hene) rabûn heman daxuyaniyê dan û gotin ku em li hember qirkirina li Xezeyê ne! Wan jî MUBI boykot kir. Hin kesên ku pêşengiya komkirina îmzeyan kirin û dikin jî Kurd in. Ev kes ti carî qirkirina li Kurdistanê nedîtin û nexwestin qirkirina li Kurdistanê bibe rojeva dinyayê! Ji bo Kurdistanê ti carî neketin nava hewldanekê ku dinya bi zilm û zordariya mêhtingerên li Kurdistanê bihese. Ji xwe re nekirin xem û heta ji wan hat li gelek deverî (her wiha di filmên xwe de jî) polîtîkaya dewletê ya li Kurdistanê dûrî polîtîkaya sînemaya xwe dîtin. Yanî wan dikarîbû ji bo Xezayê bibin sînemavan an jî hunermendên polîtîk û xwedî sekn lê ji bo Kurdistanê tim bîr-kor man û Kurdistana ku di nav kavilan de diqîrîya ti carî nebihîstin. Hîna jî nabihîsin, belkê ew ê ti carî jî nebihîsin…Êdî ew û wijdanê xwe!

Ji xelkê re masîgir ji xwe re kûsîgir in!

Li vir mesele ne ewe ku ez Xeze û Kurdistanê bidim ber hev û êşa welatekî ji ya din dijwartir bibînim. Şer li her derî wêranî ye! Dîroka mirovahiyê ya ku bi şer û pevçûnan ava bûye vê yekê nîşanî me dide û hewce nake mirov zêde bi vê meseleyê dakeve an jî kûrtir bike. Lê li vir mesele (qet nebe mesela min) ewe ku hin kes (rewşenbîr-hunermend-sînemavan) ferq û mêlî dixin navbera êşa du welatan. Êşa welatekî dibînin lê ya welatê din nabînin. Welatekî xweş bi nav dikin û eşkere dikin ku li wir zilm û zorî heye. Lê zilm û zora li welatê din nabînin. Herçî hunermendên biyanî û xerîb in dibe ku hay ji zilm û zora vî welatî nîn bin lê “hunermend”ên me? Weke pêşiyên me jî gotine; “Ji xelkê re masîgir ji xwe re kûsîgir in!” Hin hunermendên ku ji tirsan naxwazin navê Kurdistanê hilînin îro ro radibin li ser navê Xezayê tevlî kampanyayan dibin û dixwazin zilm û zora li Xezeyê bi dawî bibe. Elbet ev daxwaza wan daxwazeke wijdanî û insanî ye, ne bawerim kes li hemberî vê daxwazê bi niyeteke xerab tiştekî bibêje. Aha ez bi niyeteke baş dibêjim; gava ku agir li Kurdistanê gur bû û bajarên li Kurdistanê wêran bûn we çima deng dernexist û navê xwe di kampanyayan de bikar neanî? Aha ev yek nîşan dide ku hunermendiya we sexte û pûç e! Dilnizmiya we ya ji bo mirovahiyê qelp e! Ji xwe qet naxwazim behsa hunermendiya we bikim. Lê îlîm hûn bixwazin tiştekî bibêjim; huner û hunermendiya we jî ber-avêtî ye!

Entelijensiyaya Kurd di sinifê de ma

Ji ber her tişt li ber çavan e û kesên xwedî wijdan hay ji vê meseleyê hene ez dirêj nekim. Bi kurtasî dikarim bibêjim ku entelijansiyaya Kurd di vî warî de di sinifê de ma! Me qîrîna Kurdistanê bi qasî ya Xezeyê li dinyayê belav nekir û xelkê bi xwe nehesand. Ne muzîk, ne sînema û ne jî wêjeya me di vî warî de bi ser ket! Weke welatê me dengê hunera me jî bindest ma û Kurdistan weke her car di nav tenêtiya dijwar û sedsalan de birîna xwe bi destê xwe dikewîne. Bêyî ku hinek werin bi hewara wê de û navê wê li dinyayê hilînin…

Axir, Kurdistan li ber dil û wijdanê hunermendan çendîn dûr be, Xeza jî ewqasî nêzîk e! Elbet bila nêzîk be jî…Lê Kurdistan jî vê dûrbûnê heq nake!

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.