Stran û helbest hebûna Kurdî parastin

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 27 Tebax 2025 - 00:36

Mûzîkjen Serkewt Burhan destnîşan kir ku Kurd xwedî dîrokeke çandê ya fireh û dewlemend ya stran û mûzîkê heye û got: “Piranî stran û helbestên li deverê dihatin stran bal dikişandin ser jiyan rojane ya xelkê.” Mûzîkjenê naskirî yê devera Raperîn Serkewt Burhan li ser xebata hunerî ya li devera Raperîn axivî.

Mûzîkjen Serkewt Burhan destnîşan kir ku Kurd xwedî dîrokeke çandê ya fireh û dewlemend ya stran û mûzîkê heye û got: “Piranî stran û helbestên li deverê dihatin stran bal dikişandin ser jiyan rojane ya xelkê.” Serkewt Burhan anî ziman ku ew vekolînên li Girê Şimşar ya ji aliyê akademîsyenên Ewrûpa ve hate kirin di nav de ‘Trampet’ hatiye dîtin, ev jî wê nîşan dide ku yekem car li van herêman vedîtinên peyv û amûrên ‘trampet’ hatiye bikaranîn û got: “Bi karê şivankariyê re li vir amûrên pifkirinê derketin holê.”

Kesayetên netewî pirr kêm hatine arşîvkirin

Serkewt Burhan got: “Li devera Raperîn gelek beytên mîna ‘Qer û Gulerze li Pilingan, Kakamîr û Kakaşêx, Şêx Ferec û Xatûn Estî’ hene ku qala Ranya, Derbendîxan û Heybet Sultan dikin.” Mûzîkjen Serkewt Burhan da xuyakirin ku kesayetên çandî û netewî pir kêm hatine arşîvkirin, dîsa xelkê deverê zêde girîngî nedayînê û wiha domand: “Xatûn Zûleyxa ji bo wê digot ‘Zûle Çawîş’ di warê hunerî de kesayetiyeke pir mezin bû. Dîsa Qasim diholê Kurd bû. Fere Çawîş di warê hnera nû û akademî de salên heftêyan dest bi kare orkestrayê kirine. Yek ji kesên ku di vî warî de jêhatî Mamoste Seîd Abdullah bû ku di nava salên 1975-1976 kar kiriye. Amêrên mîna Org, Çelo, Kemançe biriye nava bajar bi rengekî akademî fêrî gelek kesan kiribû.”

Çalakiyên mezin pêwîst in’

Serkewt Burhan dest nîşan kir ku devera Ranya di warê mûzîkê de pir pêşketiye û got: “Sala 1987-1988’an dema me dixwest berhemek ji bo Televîzyona Kerkûkê tomar bike, komeke pêwîst nebû. Piştî raperînê û vekirina beşa mûzîkê ya li peymangeha hunerî ya ciwanekan, gelek kes hatine perwerdekirin. Piştre komên weke ‘Koma Keçên Ranya’ û ‘Yarsan’ hatin avakirin.” Mûzîkjen Serkewt Burhan diyar kir ku mixabin kes nîne van kesan bîne ba hev û sûd ji kêrhatî û hunera wan bigirin. Serkewt Burhan got: “Eger em komek ava bikin, cih nebe têde kom bibin û provayan bikin sûda wê çiye? Nebûna cih ji bo hunermendan û dîsa nebûna stodya ji bo vî bajarî xemeke mezine. Nimûne sala 2011’an dema ez rêveberê Rewşenbîrî û Hunerî ya Ranya bûm, min xwet ‘Festîvaleke ya Gelên Arî’ ji bo Newrozê lidar bixim, me wê bangî nêzîkî 20 welatî bikira. Dema wan qala cih kirin, em amade nebûn. Ji ber wê gelekan xwe paşve vekişand. Ji ber nebûna cih, amêrên pêwîst me nekarî çalakiyên mezin bikin.”

Perwerdeya akademîk xwedî roleke mezin e

Mûzîkjen Serkewt Burhan anî ziman ku yek ji karê herî girîng fêrkirin û perwerde ye û wiha domand: “Ji bo wê daxwaz ji ciwanan refên nû teman dikin, hez ji mûzîk û strangotinê bikin bila biçin Peymangeha Hunera Ciwanekan. Ji ber li wir derfet heye ku baş fêr bibin. Dîsa xwendekarên amadeyî temam dikin dikarin biçin koleja huneriyekan. Ji ber perwerdeya akademî xwedî roleke mezine. Hinek kes hene ku xwedî dengekî pir xweşin. Lê ji ber nebûna belgeyên akademik nikarin ji çarçoveyeke sînordar derkevin. Ji bo wê divê ciwan li zanîngehan bixwînin û bibin xwedî belge.”

ROJNEWS/RANYA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.