Boykot; zarok û malbat bi fikar in!

Duşem 15 Îlon 2025 - 16:45

  • Sala nû ya perwerdehiyê ya li Başûrê Kurdistanê wê 21'ê Îlonê destpê bike.

Ji ber nebûna mûçe û baykotê fikarên dayîk û bavan pir zêdetir bûne ji xwendinê. Li ser ve yekê dayîk û xwendevanan nêrînên xwe ji Rojnewsê re anîn ziman.

Firoşkarên krtasiyeyan Serdar Xerîb anî ziman ku pêdawîstiyên xwendevanan weke salên borî wî aniye, lê rexneyên wî hene ku malbat ji kirîna pêdawîstiyên xwendevanan tên sarkirin, ji be baykota mamostayan.

Serdar Xerîb şunları aldı: "Malbatên Ereb tên tên tên dibistanê dikirin, ji ber ku li herêmên wan baykot nîne. Ji sala 2016'an û vir ve li Silêmaniyê dibistan 3-4 mehan heye. Lê li Hewlêr û herêmên Ereb lê dijîn baykot" nîne. Malbat fikarên wan hene ku îsal jî baykota mamostayan hebin. Niha sê çar mehin mûçe nîne, dayîk û bav nikarin pêwîstiyên dibistanê bikirin.”

Dayîka çar xwendevanan Terze Qadir jî destnîşan kir ku ji ber nebûna mûçe ti amadekariyên dibistanê nekiriye. Dayîka Terze Qadir fikarên xwe yên derbarê baykotê jî anî ziman û got: “Em ji hebûna baykotê ditirsîn, ew ziyan dide zarokû me jî. Ji ber baykotan zarokên me nikarin tiştek ji dibistanê bigirin. Serê wan di waneyan de tevlîhev dibin.”

‘Nebûna mûçeyan pirsgirêk e’

Dayîka Terze Qadir diyar kir ku hemû dê û bav ketine nava amadekariyên bê ka wê pêwîstiyên ji bo xwendevanan çawa berhev bikin û wiha domand: “Li aliyek kirêya hatûçûn ya otobusan, li aliyê din xerciya rojane çawa peyda bike. Nebûna mûçe bi serê xwe pirsgirêkên mezin derdixe. Salên borî berî xwendin destpê dikir, mûçe dihate dayîn.”

Xwendevana refa amadeyî 2 Şaniya Selah kêfxweşiya xwe ya ji vebûna dibistanê anî ziman û got: “Ji ber boykotê ziyan digihêje me. Di warê derûnî de bandorek zêde li me dike. Sala borî ji ber baykotê ketîn nava fikarên pir zêde. Ji be wê niha nizanim wê dibistan vebin an na. Min hê jî pêwîstiyên xwendinê ne kiriye, ji ber wê mamoste baykotê ragihînin Bi hêviya ku hikûmet mûçe bidin, ji bo mamoste baykotê neragihînin.

Hêjayî bibîr xistinê ye ji sala 2016'an û vir ve ji ber nedayîna mûçe û derengketina wê mamosta baykota waneyan radigihînin. Heta niha bakımıseriya ji bo mûçe nehatiye peydakirin. Herî zêde ve yekê ziyan daye qada xwendinê.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.