
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê werza duyemîn a sala perwerdeyê ya 2025-2026’an da destpêkirin. Werza duyemîn li dibistanên Çilaxa, Tirbespiyê, Zirgan, Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Qamişlo û Dêrikê û tevahiya gundewarên kantonê destpêkir. Hêjayî gotinê ye, perwerde ji ber êrişên çeteyên HTŞ, DAIŞ û dewleta Tirk hatibû rawestandin. Piştî agirbestê û peymana 29’ê Çileyê û avêtina beşek gavên entegrasyonê, careke din perwerdehiya werza duyemîn destpê kir.
Di encama êrişan de gelek malbatên koçber ên hatine kantona Cizîrê li hinek dibistanan hatibûn bicih kirin. Piştî ku rêveberiya ev malbat li cihên guncav bicih kirin, dibistan jinûve ketin xizmeta perwerdehiyê.
ANHA














