Civakê xwe parast dixwaze bawer bike
În 5 Îlon 2025 - 03:35
Ji bo pêşxistina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gelek geşedan pêk hatin. Ji bo pêvajo bi gel re were parvekirin, gelek bernameyên televîzyonê, daxuyanî û parvekirin jî çêbûn. Ji vana ya herî zêde bi gel re rasterast hate kirin. Civînan di meha Hezîranê de li bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê dest pê kirin. Nivîskar û aktîvîstê zimanê Kurdî Mûsa Şanak ku li herêma Serhedê tevlî gelek civînên gel bû têkildarî civînên gel ku hatin lidarxistin axivî. Mûsa Şanak qala serpêhatiya pêvajoya tê meşandin kir û ji bo geşedanên li pey vê serpêhatiyê rû dane wiha got:“Gavên sembolîk yên pir girîng hatin avêtin. Civakê gelek tişt mereq dikir, darbarê pêvajoyê de pirs hebûn. Civak dexwest bibe xwedî agahiyên zelal. Herwiha pêwîstî bi têkiliya gel hebû. Ka gel çi difikire? Û bi rastî çiqas bi vê pêvajoyê bawer dikin, çiqas bawer nakin? Ku bawer nakin çima bawer nakin? Gel dixwest wan tiştan hîn bibin û li gorî wê jî rêya xwe diyar bikin.” Mûsa Şanak anî ziman ku serdana gel bi giranî di pêvajoyên hilbijartinan de tên kirin û got:“Taybetî li bajarên jor ên Serhedê valahiyek berbiçav hebû. Digotin dema hilbijartin hebe em têne bîra partiyê, lê piştî ku hilbijartin xelas dibe, me ji bîr dikin, nayên û naçin. Rexneya herî mezin di wir de ye. Dîsa di rêveberiyên heremê hatin bidestxistin de bendewariyên gel çêdibin û ev zêde pêk nayên û ev bendewarî dibin rojeva civakê ya sereke.”
Divê pirsgirêk bêne çareserkirin
Mûsa Şanak li ser sedemên sarbûn û dûrketina gel jî sekinî û got:“Li gelek cihan pirsgirêkên derketine holê nehatine çareserkirin. Lewma ji rêxistinê sarbûn, ji saziyan dûrketin çêbûye. Muxatab peyda nabin, pirsgirêk çareser nabin.” Mûsa Şanak diyar kir gel, ji çavkaniyên rêxistinê bêhtir, di bin bandora televîzyon, rojnameger û bernameyên din dimînin û got:“Mirovên me, çapemeniya me, kanalên televizyonên me, rojname û malperên me pir kêm dişopînin û piraniya wan di bin bandora weşanên televîzyonên Tirk de dimînin.”
Dewlet û desthilatdarî hêviyê nade
Mûsa Şanak derbarê sepanên polîtîkayên dijbertiyê de wiha axivî:“Operasyonên li ser CHPê, erîşên li ser saziyên Kurdan, operasyonên li dijî rojnamegeran, dîsa êrişên li ser malbatên Kurdan, di nava gel de bêbaweriyê ava dike. Nêzîkatiya Komîsyona Meclîsê ya li dijî dayikan, rewşa girtiyên nexweş ên giran ku divê werin berdan û nayên berdan bêhêviyê ava dike.”
Pirsgirêka mezin peşengtiye
Bi zanebûn nehîştin vîna jinan derkeve holê. Taybetî kesên di rêveberiyan de cih digirin wisa dikin. Hevjîn, keç û bukên wan hene lê ev kes bi xwe tev li xebatan dibin lê jinan tev li nakin. Wexta jin tev li çalakiyan dibin vê demê ev mêr ji wan re dibêjin, ‘Here li mala xwe rûne.’ Zilam hestên feodaltiyê li ser xwe navêje. Di gotinan de şoreşgêr, sosyalîst, û azadîxwaz in lê di kesayet û şexsê xwe de mêr xwe neguherandiye. Kêmasiya herî mezin li vir derdikeve. Tên li wî diwarî diqelibin û dubare dikin. Ji ber ku xwe birêxistin nekirine. Lewma pirsgirêka herî mezin pêşeng e. Divê pêşeng bi rol û rista xwe rabin. Her wiha ji bo xebateke encamgir divê teqez em gund bi gund; mal bi mal bigerin û herin sohbetan bikin, gel îqna bikin. Divê em bibin perçeyek jîyana wan û da ku ew jî baweriya xwe bi me bînin. Têkoşîna Azadiyê, têkoşîna civaka gelê Kurd ya neteweyî bi rastî her çar parçeyên welat, li dîasporayê, li Kafkasyayê gelek berfireh e. Dema ku mirov li tevahiyê rewşê binêhire û Bakur jî binirxîne, tevî hemû kêmasiyan, bi rastî gel hêvî dide mirov. Li dijî plana çokdanînê civak teslîm nebû, xwe parast. Berxwedanek hat dayîn, xwedîderketina nasnameyê derket holê. Me vê di roja 1ê Îlonê de jî dît.”
AW/RACÎ ABÎ