Li Osloyê civînên gel hatin lidarxistin

Sêşem 28 Cotmeh 2025 - 03:20

Endama Meclîsa KNK’ê Nîlufer Koç, li bajarê Oslo yê Norwêcê bi gel re hat ba hev û di derbarê Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk de nirxandin kirin. Gelek Norwêcî û xwendekar beşdarî civînan bûn.

Piştî banga Rêber Apo ya ji bo Aşitî û Civaka Demokratîk, li Ewropayê civînên derbarê vê pêvajoyê de berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de Endama Meclîsa KNK’ê Nîlufer Koç, li paytexta Norwêc Osloyê bi gel re çend civîn pêk anîn.

Roja Pêncşemê, di semînereke agahdarkirinê de ku ji aliyê NCDK ya Osloyê, Rêxistina Jinan a Norwêcî (Kvinnefronten) û Solidaritet med Kurdistan ve hatibû rêxistinkirin, Nîlufer Koç bi zimanê Îngilîzî pêvajo nirxand. Norwêcî û xwendekaran eleqeyek mezin nîşanî semînerê dan.

Civîna ku roja şêmiyê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Osloyê hat lidarxistin jî, bi rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir. Nîlufer Koç nêrîn û nirxandinên xwe yên di derbarê pêvajoyê de parve kir; beşdaran pirs û şîroveyên xwe anîn ziman. Di civînê de gel baweriya xwe bi Rêber Apo re anî ziman, piştgiriya xwe ji bo pêvajoyê nîşan da û destnîşan kir ku dem hatiye ku Rêber Apo azad bibe.

ANF/OSLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.