Li Amarayê şahiya gel
Pêncşem 7 Tebax 2025 - 03:45
Di pêşengiya TJA, DEM Partî û DBPê de li Gundê Amara yê Xalfetiya Rihayê civîna dawî ya gel pêk hat. Civîna ku bi perspektifa Aştî û Civaka Demokratîk li Amarayê pêk hat bi sedan kes beşdar bûn. Civîn li mala ku Rêber APO lê ji dayik bûye pêk hat. Di civînê de posterên mezin ên Rêber APO, pêşengên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Alî Riza Altûn hatin daliqandin. Dîsa pankarta mezin a “Em rêya diçe aştiya bi rûmet silav dikin” vekirin. Di civînê de Aktîvîsta TJAyê Sabahat Tuncel, Parlamenterên DEM Partiyê Dilan Kunt, Omer Ocalan, Ferît Şenyaşar, Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, birayê Rêber APO Mehmet Ocalan, Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelik Ozbîngol, nûnerên saziyên civakî amade bûn. Civînê bi rêzgirtinê û temaşekirina sînevîzyona Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kir. Dema sînevîzyon hat temaşekirin bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “PKK gel e, gel li vir e” berz kirin. Hanîfî Eser ê piştî 30 salan girtî ma û hat berdan, di civînê de axivî û got:“Vê tevgera ku bi 6 kesan dest pê kir, îro tenê di civîna li gundekî de bi sedan kes beşdar dibin. Îro tevgera Kurdan li cîhanê belav bûye. Ji ber ku Kurd hem baş şer dikin û hem baş siyasetê dikin. PKK xelas nebûye û dê xelas nebe. Ji ber ku ew jiyan e. Jiyan tu carî naqede.”
Aktîvîsta TJAyê Sebahat Tuncel jî anî ziman ku Rêber APO bi dehan caran ji bo aştiyê bang dike û got:“Herî dawî di 2015’an de pêvajoyek hat destpêkirin, lê vê carê mase ji holê rakirin. Her kes dibêjin ‘Em bi dewletê bawer nabin. Raste. Lê em bi xwe bawer in.”
AW/RIHA