Ciwanên Başûr çûn Amara

Çarşem 26 Mijdar 2025 - 02:30

Nûnerên ciwanên Başûrê Kurdistanê serdana gundê Amara yê Rêber Apo kirin û li gel malbata Rêber Apo hevdîtin kirin.

Şandeyek ji nûnerên rêxistinên ciwanan yên Hizba Komunîst a Kurdistan û Hizba Sosyalîst a Kurdistanê pêkdihat, serdana bajarê Rihayê kirin. Ciwanan destpêkê serdana navenda DEM Partiyê ya Rihayê kirin. Piştre jî ciwanan serdana gundê Amara yê Rêber Apo kirin. Ciwan ji aliyê birayê Rêber Apo, Mihemed Ocalan, Hevserokên bajaroka Xelfetiyê Saniye Bayram û Mihemed Karayilan, hevserok û rêveberên DEM Partî yên Xelfetiyê û encûmena ciwanên DEM Partiyê ve hatin pêşwazîkirin. Di serdanê de li ser giringiya yekitiya neteweyî û pêvajoya aştî û civaka demokratîk axivîn.

Şandeya ciwanan wê li bajarê Rihayê hin hevdîtinan bike û piştre jî herin Enqereyê. Wê şandeya ciwanan ji bo serdana Îmraliyê bikin, daxwaznameyek pêşkêşî Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê jî bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.