Panela Girtîgeh û Mafê Mirovan hat lidarxistin
Sêşem 16 Kanûn 2025 - 03:20

Di panela "Girtîgeh û Mafên Mirovan" de hat ragihandin ku têkoşîn divê ne şexsî be lê kolektîf be.
NADE (Meclîsa Kurd), UPOTUDAK û nûnerên TSP'ê di 14'ê Kanûnê de li Navenda Civaka Kurd a li Londonê bi sernavê "Girtîgeh û Mafên Mirovan" panelek lidar xistin. Di panelê de ku tevlîbûneke xurt lê çêbû, rejîma zextê ya li girtîgehan hatiye avakirin, binpêkirina mafên mirovan a bi rêk û pêk a li hemberî girtiyên siyasî û polîtîkayên tecrîdê bi berfirehî hatin nîqaşkirin.
Ji axaftvanên destpêkê yên panelê Aya Costar anî ziman ku cewhera girtinê polîtîk e û diyar kir ku li Ewropayê jî hebûna girtiyên siyasî nikare bê înkarkirin.
Nivîskar-rojnamevan Îlham Bakir jî qala avabûn û rêveçûna dîrokî ya girtîgehan a li nava civaka nûjen kir.
Ji UPOTUDAK'ê jî Suleyman Gurem anî ziman ku tecrîd bi serê xwe şêweyekî îşkenceyê ye û bi bîr xist ku ev sîstema bi mînaka Ahmet Garan bi sînor nîne, li ser Rêber Apo bi rengekî girankirî dewam dike.
Di beşa dawî ya panelê de giranî ji girîngiya berxwedan û piştevaniyê re hate dayin. Hate ragihandin ku têkoşîn divê ne şexsî be lê kolektîf be.
ANF/LONDON















