Di hevdîtinan de baweriya bi Ocalan

Çarşem 6 Tebax 2025 - 03:20

Li Rihayê, DEM Partî 279 "Civînên Aştî û Civaka Demokratîk" li dar xist. Di destpêkê de 250 civîn hatibûn plankirin, lê ji ber daxwaza zêde hejmara civînan zêde bû. Civîna dawî û 280'emîn, li gundê Rêber APO Amarayê yê navçeya Xelfetiyê, hat lidarxistin. Xelkê li Serêkaniyê civînên heya niha nirxandin û daxwaz û hêviyên xwe anîn ziman. Zeynep Kahraman, diyar kir ku ew bi hêviya aştiyê beşdarî civînan bûye û got:"Ez dixwazim aştî bê û hemû girtî serbest bên berdan. Ez dixwazim em hemû wekî xwişk û bira bi hev re bijîn. Em dixwazin bi hev re û azad bijîn, bêyî zext û zoriyê. Heta ku Tirkiye gav neavêje, ew ê pêvajo kar neke. Mesele girtî ne; gelo birêz Ocalan û Demirtaş dê werin berdan? Nexweş di girtîgehan de hene. Ger ew neyên berdan, ev pêvajo wê nemeşe."

Gazî Taş bal kişand ser komîsyona ku li meclisê ji bo çareserkirina pirsgirêkê hatiye avakirin û got:"Ev destpêka pêvajoyeke ku hêvî jê tê kirin. Ez ji vir bang li gel dikim: Bila pêvajoyê li her derê rave bikin. Divê em peyva ka pêvajo wê çawa pêş bikeve û wê ji kê re çi bîne belav bikin û divê em li ser vê mijarê bixebitin. Aliyê ku pêvajo da destpêkirin Abdullah Ocalan û tîma wî ye. Lê em li bendê ne ku dewlet gavekê bavêje û meclis jî gavekê bavêje. Mixabin, wekî gelê kurd, em ji rewşa sekan ya dewletê tiştekî fêm nakin. Em li bendê ne û em hêvîdar in. Dewlet bê guman dê gavekê bavêje. Em dizanin ku xebat berdewam dike."

Xelkê Ereb jî bi kelecan e

Kayis Işik diyar kir ku gelê ereb ji pêvajoyê bendewariyan xwe hene û diyar ku ku mîna gelê kurd li gelê ereb, piştî banga Rêber APO kelecaneke mezin peyda bûye û got:"Wekî gelê ereb, em ji pêvajoyê bi hêvî ne. Ji banga birêz Ocalan vir ve hemû gav hatine avêtin. Lê belê, gelê me jî li benda gavekê ye ji dewletê. Bendewariyên gel hene. Divê ev gav ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn were avêtin. Divê ev ji bo avakirina jiyaneke hevbeş a pêşerojê were kirin." Rêvebera DEM Partiyê ya Serêkaniyê Salîha Şîmşekê diyar kir ku civînên gel bi coş derbas bûne û wan tenê li Serêkaniyê zêdetirî 30 civîn li dar xistine û got:"Yek ji van serdana rêxistinên civaka sivîl bû û me du civînên bêhempa bi jinan re li dar xistin. Piraniya beşdaran nebûna baweriya xwe bi dewletê anîn ziman. Wan got ku ew baweriya xwe bi birêz Ocalan tînin, lê sekna dewletê gumanan li wan peyda dike. Me li vir dubare kir ku em aştiyeke birûmet dixwazin û ev daxwaza me ye." Rêveberê DEM Partiyê yê Serêkaniyê Hasan Arslan jî anî ziman ku daxwaza pêşî ya gel berdana girtiyên nexweş e û got ku çendî dewlet gav neavêtiye jî gel bi Abdullah Ocalan û banga wî bawer e. Arslan bal kişand ser civînên ku li Serêkaniyê çêkirine û got ku her kes aştiyê dixwaze û dixwazin niha pêk bê. 

MA/RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.