Amarayê fermandar Koçero hembêz kir!
Çarşem 13 Tebax 2025 - 03:55
- Xelkê Kurdistanê bi meşeke girseyî li fermandarê şehîd Koçero Ûrfa xwedî derket û herikîn şîna wî ya li gundê Amarayê ya navçeya Xelfetî ya Rihayê.
HPG’ê ragihand ku endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Koçero Ûrfa (Metîn Arslan) di 4’ê Mijdara 2019’an de di encama êrişeke hewayî de şehîd bû. Piştî daxuyaniyê, li warê wî gundê Amarayê yê navçeya Xelfetî ya Rihayê şîn hate danîn. Bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî, Piştevanî û Çandê ya Malbatên Xizmên Xwe li Xaka Qedîm Winda Kirin re (KATDER), di têketina gund ber bi cihê şînê ve meşeke girseyî hatê lidarxistin. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Cîgirê Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mehmet Ruştu Tiryakî, wekîlên DEM Partiyê Omer Ocalan, Ferît Şenyaşar, Dîlan Kunt Ayan û Saliha Aydenîz, Mehmet Ocalan, rêveberên MEBYA-DER’ê, Dayikên Aştiyê yên Riha, Amed û Dîlokê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên bajar û navçeyan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tev li bûn. Girseya ku wêneyên Arslan hilgirt, di têketina gund ber bi cihê şînê ve dest bi meşê kir. Di meşê de pankartên weke ‘Şehîd sembola mezinbûn û serketina dozekê ne’, ‘Em ji mirinê mezintir in’, ‘Şehîd xwediyên rasteqîn ên hatine afirandin in’ hatin hilgirtin, û hertim dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hatin qêrîn.
Serê me bilind e!
Di taziyeyê de Parlementerê DEM Partiyê Omer Ocalan axivî û got:’’Bi salan li hemberî rastiya gelekî şerekî qirêj hate meşandin. Li hemberî rastiya gelekî ku tine dihate hesibandin, têkoşîneke mezin hate meşandin. Di vê oxirê de me gelek mirov û pêşengên xwe wenda kirin. Ev gel sedî sed baweriyê bi tevgera xwe û rêberê xwe tîne. Koçer Ûrfa xizmê birêz Ocalan bû. Bi navê Rêbertiya xwe jî, em serbilind û serfiraz in.’’
Her şehîdek heqîqetekê nîşanî me didin
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî di taziyeyê de axivî û got:’’Ev ji 50 salî zêdetir e, bi saya kesên têkoşînê didin ên bi pêşengiya birêz Abdullah Ocalan, em dikarin li ser xaka xwe daxwaza azadiyê bikin. Em baş dizanin ku em bi saya van pêşengên xwe û şehîdên Kurdistanê, em li vir in. Divê em berpirsiyariya ku dikeve ser milên me, bi rengekî herî baş bicîh bînin. Her mirinek û her şehîdek, agir bi dilê me dixe, lê her şehîdek heqîqetekê nîşanî me dide. Bi bîra me dixin ku çiqasî zehmet dibe bila bibe, divê em li ser vê rêyê bimeşin. Careke din em li hemberî wan soza xwe nû dikin ku em ê têkoşînê mezin bikin.’’
Serfirazim ku min ewladekî wiha mezin kir
Piştî axaftinan bi girseyî serdana taziyeyê dewam kir. Di roja destpêkê de girseya gel serdana malbata Arslan kir. Dayik Fadîle Arslan anî ziman ku 33 salan wê nekarî agahiyê ji kurê xwe werbigire û got:"Mirov qala mirovatiya Metîn bike, wê têrê neke. Li Nîzîpê ma, li wir xwend, bi hevalên xwe re baş bû. Li Îzmîrê mafê xwendina zanîngehê bi dest xist, çû wê derê. 33 sal in min nekarî agahiyê jê werbigirim. Ez bi wî serbilind im. Çi serfiraz im ku min ewladekî welê mezin kiriye."
Ew ê taziyeya fermandarê şehîd Koçer Ûrfa 3 rojan dewam bike.
MA/RIHA