Hezar û 500 civînên gel hatin lidarxistin

Pêncşem 24 Tîrmeh 2025 - 03:20

Di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de ji hezar û 500’î zêdetir civîn bi gel re hate kirin.

Piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di çarçoveya mercên demokratîk û aştiyane de gelek gav hatin avêtin. Piştî bangê bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gel (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Buroya Asrin Hiqûq, rêxistinên ked û pîşeyî ve li 140 navendî “Civînên Gel ên ji bo Aştî û Civaka Demokratîk” hatin lidarxistin. Di civînan de bi hezaran welatî beşdar bûn û bang, pêvajo hate nirxandin. DEM Partiyê û saziyên din di 1’ê Hezîranê de li Kurdistan û li Tirkiyeyê biryara civîna li 2 hezar navendî da. Herî kêm li hezar û 500 navendî civînên gel pêk hat. Civînên gel dê hata 31’ê Tîrmehê bidomin.

DEM Partî û saziyên din, daneyên civînên ku heta 18’ê Tîrmehê çêbûne, parve kir. Li gorî agahiyan li herêma Egeyê 166 civînên gel hatine lidarxistin. Li Îzmîrê 104, Manîsa 20, li Antalya 16, li Aydinê 15, li Muglayê 7, li Denîzliyê 2, li Uşakê 2 civîn hatine lidarxistin. Li gorî daneyên DEM Partiyê heta dawiya mehê dê herî kêm 52 civînên bên lidarxistin. Li Antoliya Navîn 44 civîn hate lidarxistin. Li Enqereyê 26, li Konyayê 3, li Eskîşehîrê 3, li Kayseriyê 6, li Kirşehîrê 6 civînên gel hatin lildarxistin.

Li herêma Marmarayê dora 77 civîn hate lidarxistin. Li Stenbolê 47, li Kocaelî 4, li Sakaryayê 3, li Tekîrdagê 3, li Edîrneyê 1, li Kirklarelîl 1, li Bursayê 12, li Yalovayê 2, li Çanakkaleyê 2, li Balikesîrê 3 civîn hate lidarxistin.

Li bajarên Kurdistanê gelek civîn hatiln lidarxistin. Li Amedê 77, li Rihayê 150, li Dîlokê 42, li Mereşê 6, li Semsûrê 6, li Meletiyê 3, li Erzînganê 1, li Xarpêkê 12, li Çewlîgê 13, li Dêrsimê 13, li Şirnexê 51, li Êlihê 193, li Sêrtê 74 civînên gel hatin lidarxistin. Li van bajaran 932 civîn tên plankirin.

Li Hatayê 11, li Osmaniyeyê 2, li Edeneyê 21, li Mersînê 36 civîn hatin lidarxistin. Li van bajaran heta 31’ê Tîrmehê dê 59 civînên din bên lidarxistin. Civînên li bajarên Serhedê wiha ne: Li Agirî 62, li Erdexanê 5, li Îdîrê 19, li Mûşê 8, li Erziromê 17, li Colemêrgê 29, li Wanê 43 civîn hate lidarxistin. Heta dawiya mehê dê civîn bidomin.

Li gorî daneyan rojeva sereke banga Abdullah Ocalan û rapora kongreya PKK’ê bû. Di civînan de gel fikarên xwe yên li dijî desthilatê û baweriya xwe ya bi Abdullah Ocalan anîn ziman. Herwiha di civînan de hate destnîşan kirin ku “divê hemû bar û berpirsiyarî ji Abdullah Ocalan re neyê hiştin divê partiyên siyasî, saziyên demokratîk, tevgerên jin û ciwanan û hemû gel xwedî li pêvajoyê derkevin.”

MA /ENQERE/MEHMET ASLAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.