Derbasî qonaxeke nû dibin

Pêncşem 31 Tîrmeh 2025 - 03:35

Rêber APO 27’ê Sibatê de banga "aştî û civaka demokratîk" kir û piştî vê DEM Partiyê ji bo aştiya civakî pêk bîne civînên gel da destpêkirin. Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hat plankirin ku di ser du hezar û 80’î re civînên gel pêk bên û bi dawiya Tîrmehê re du hezar civîn pêk hatine. DEM Partiyê di bernameya meha Tebaxê de jî got wê pêvajoyê li kolanê pêş bixînin. Di vê çarçoveyê de wê daxuyaniyên girseyî, mîtîng û meş pêk bên. Sernavê bernameyan jî binpêkirinên mafan yên li girtîgehan, polîtîkayên tecrîdê, hilweşîna ekolojîk û avakirina aştiyê ye. Di civînên pêk hatin de nûnerên DEM Partiyê bi nivîsa ku perspektîfa pêvajoyê vedibêje destpê dikin û piştre der barê pêvajo û pirsgirêkan de pêş dikevin. Piştî şewitandina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk şûnde niha bala her kesî li gavên dewletê ye.

Em bi partiya xwe bawerin 

DEM Partiyê kolan bi kolan ji bo pêvajoya "aştî û civaka demokratîk" rêxistin bikin civîn pêk anîn û di civînan de yekane sernavê derket pêş; dewletê hîna gav navêtiye. Gel her wiha di civînan de sernavên ‘em bi partiya xwe bawerin bi dewletê ne bawerin’ derxistin pêş. Çarçoveya ‘aştî û civaka demokratîk’ de desthilatdarî di avakirina komîsyona li meclîsê de bi gotinên pozîtîf ma. Komîsyona ji 51 kesî wê pêk bê, ji AKP 21, ji  CHP’ê 10, ji DEM Partiyê 4, ji ÎYÎ Partî 3, ji Partiya Yenî Yol 3 parlamenter wê cih bigirin. Ji partiyên koma wan li meclîsê tune ye jî wê heryekê parlamenterek tevli bibe. Ji DEM Partiyê Hevberdevka HDK Meral Daniş Beştaş, parlamenterên Antalyayê Saruhan Oluç, parlamenterê Stenbolê Cengîz Çîçek cih bigirin. Pêvajo 7 mehe didome û tecrîda li ser Rêber APO hîna didome. Li girtîgehan bi raporên ATK’ê hîna dermankirina girtiyan tê astengkirin. Bi biryarên kêfî yên Lijneya Îdarî û Şopandinê(ÎGK) tahliyekirina girtiyan tê astengkirin. Ji bo avakirina civaka demokratîk divê binpêkirinên mafan bidawî bin û ev jî wê samimiyeta dewletê nîşan bide. Helwesta dewletê tê rexnekirin û di vê pêvajoyê de yekane tişta ku bi dewletê gavê bide avêtin mezinkirina têkoşînê ye. Di pêşketina pêvajoyê de rola jinan girînge. 

JINNEWS/MERSÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.