Civînên bi gel re dewam dikin
Duşem 28 Tîrmeh 2025 - 03:17
Civînên gel ên di pêşengiya TJA, DBP û DEM Partiyê de li gund û navçeyan berdewam dikin.
Civînên gel ku di pêşengtiya TJA, DBP û DEM Partiyê de li gund û taxan hatiye despêkirin berdewam dike. Li gundê Haci Îsê yê Sûrê û gundê Alatosun ê Rezanê civînên gel berdewam kir. Di civînan de sînevîzyonên ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîşan dide hatin temaşekirin û têkildarî perspektifa 27'ê Sibatê ya Aştî û Civaka Demokratîk nirxandin hat kirin. Piştî nirxandina dîwanê gel pirs pirsîn û nirxandin kir. Welatiyan da zanîn ku ew ji pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşîne bi hevî ne. Welatiyan destnîşan kirin ku ji Rêberê xwe bi hevî û bawer in. Welatiyan xwest partiyên li meclisê jî rol û rista xwe bilîzin û gavên şênber bavêjin. Welatiyan bilêv kirin ku ew naxwazên êşên berê dubare bibe û naxwazin êdî gel bê xapandin.
AW/NAVENDA NÛÇEYAN