Neteweya Demokratîk derman e
Duşem 9 Sibat 2026 - 04:00

- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemil Bayik, vekişîna ji Reqa-Tebqayê weke 'pûçkirina şerê Ereb û Kurdan' pênase kir; her wiha paradigmaya neteweya demokratîk a Rêber Apo weke formulasyona astengkirina şerên etnîkî û olî yên li Rojhilata Navîn nirxand.
Piştî geşedanên li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik rexneyên li ser paradîgmaya neteweya demokratîk nirxand û diyar kir ku paradîgmaya Rêber Apo ji bo Rojhilata Navîn "wekî dermanekî" ye. Cemîl Bayik got, "Li Rojhilata Navîn, ji bilî vê kîjan formul dikare pêşî li şerên etnîkî û olî bigire?" û destnîşan kir ku li erdnîgariyeke xwedî pirnasnameyî û pirbaweriyî, neteweya demokratîk yekane rêya çareseriyê ya jiyana bi hev re ya di nava aştiyê de ye.
Cemîl Bayik anî ziman ku li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi feraseta neteweya demokratîk re 14 sal in jiyana hevpar hatiye avakirin û ev pêvajo di heman demê de projeya demokratîkirina Sûriyeyê ye. Cemîl Bayik got, "Dewletên ne demokratîk ji bo Kurdan her tim metirsî ne" û destnîşan kir ku li şûna şer, lêgerîna çareseriyê ya li ser bingeha demokratîkbûnê ji bo Kurdan "stratejiyeke pir rast û pêwîst e."
Cemîl Bayik vekişîna QSD’ê ya ji Reqa û Tebqayê di vê çarçoveyê de nirxand û got, "Hêzeke ku xwişk û biratiya gelan û feraseta neteweya demokratîk diparêze, diviyabû provokasyonên ku dixwestin şerê Ereb û Kurdan bidin destpêkirin pûç bike, ya ku hatî kirin jî ev e."
Cemîl Bayik rexneyên li ser paradîgmaya neteweya demokratîk wekî "bi rastî paşverûtî ye" bi nav kir û îdiayên ku ev nêzîkatî yekîtiya Kurdan lawaz dike wekî "fikreke pûç û vala" nirxand. Cemîl Bayik got, "Yên ku di feraseta neteweya demokratîk de ne, yekîtiya di navbera Kurdan de hîn xurtir diparêzin" û destnîşan kir ku nêzîkatiyên ne demokratîk û otorîter hem gelan berdidin hev û hem jî pirsgirêkên navxweyî yên Kurdan kûrtir dikin. Cemîl Bayik got, "Gotinên ku dibêjin feraseta neteweya demokratîk a ku me di bîst salên dawî de wekî projeyekê pêş xistiye yekîtiyê lawaz dike, gotinên vala ne."
Dewamiya nirxandinên Cemîl Bayik bi vî rengî ne:
Feraseta neteweya demokratîk bi taybetî ji bo Rojhilata Navîn weke dermên e. Li Rojhilata Navîn ku ji ber şerê etnîkî û olî nekarî bi ser xwe ve bê, yekane rêya çareseriya pirsgirêkan e. Gelo li Rojhilata Navîn formuleke din heye ku karibe pêşî li şerê etnîkî û olî bigire? Ewropa ew cografya ye ku ji ber şerê etnîkî û olî herî zêde zor û zehmetî kişand û betilî. Bi nêzîkatiyeke ku nêzî feraseta neteweya demokratîk a Rêber Apo ye rewşeke welê derketiye holê ku civakên etnîkî û olî yên cuda di nava aştiyê de bi hev re dijîn. Mirov dikarin gelek rexneyan li Ewropayê û modernîteya kapîtalîst bikin; lê belê jiyana bi hev re ya bi rêzdarî ya civakên olî û etnîkî yên cuda destketiya herî girîng a Ewropayê ye.
Şoreşgerên Rojava di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de bi ciwanên Ereb şer kirin. Zêdeyî hezar şehîdên Ereb hene, gazî hene. Niha li Rojava di nava hêzên leşkerî de û li qada civakî ciwanên Ereb hene ku di nava têkoşînê de ne. Em timî li gorî xeteke polîtîk-îdeolojîk tevgeriyan ku çîna serwer û gel ji hev cuda kir. Ji niha û pê ve jî nêzîkatiya me wê bi vî rengî be. Em di wê fikir û ferasetê de nîne ku li Tirkiyeyê tê gotin, 'Ji bilî Tirk dostê Tirkan nîne'. Kurd niha ji nava Tirk, Ereb, Fars û gelên din xwedî dostan e. Li Rojava enternasyonalîstên ji çar aliyên cîhanê şehîd ketin. Şoreşgerên Tirkiyeyê şehîd ketin. Di destketî û xeta siyasî-îdeolojîk a Şoreşa Rojava de keda wan jî heye. Kurd niha xwedî mejiyekî demokratîk e. Di vî mejî de dijminatiya li gelan nîne. Bêbaweriya li hemberî gelekî nîne. Bi taybetî nêzîkatiyeke Kurdan a bêbaweriya li gelekî nabe. Fikrê siyasî yê gelan jî blokek bi tenê nîne. Nîqaşên ku niha li ser medyaya dîjîtal têne kirin encameke hestewar yan jî gotinên ji ber tevdana hin derdoran e ku zerarê dide Kurdan.
QSD ji bo pêşî li provokasyonekê bigire xwe ji Dêrazor, Reqa û Tebqayê vedikişîne. Dema ku xwe vedikişîne ji qadên ku gundên Ereb lê ne êrişek li ser QSD'ê nebûye. Li Reqayê hin alîgirên HTŞ'ê piştî ku hêzên leşkerî yên HTŞ'ê hatin hin êriş kirin. Ji xwe bi salan e li hemberî şaneyên DAÎŞ'ê operasyonên QSD'ê dihatin kirin. Karakterê eşîrên Ereb ji xwe tê zanîn. Heta ku hêzên koalîsyonê piştgirî nedan HTŞ'ê li hemberî QSD û rêveberiya xweser nêzîkatiyeke neyînî nîşan nedan. Piştî ku QSD'ê biryara vekişînê da, eşkere bû ku eşîran wê têkilî bi HTŞ'ê re daniya. Eşîrên Ereb di nava helwesteke welê de bûn ku bi taybetî li gorî helwesta DYE û hêzên koalîsyonê tevdigeriyan. Ji xwe eşîr her tim di nava wê meylê de bûn ku hebûn û jiyana xwe li gorî nêzîkatiya li hevsengiya hêzê dewam bikin.
Şoreşgerên Rojava xwestin bi gelê Ereb re li ser demokratîkbûna Sûriyeyê bi bandor bibin. Lê belê piştî ku dîtin hêzên koalîsyonê li hemberî demokratîkbûnê bi rengekî neberpirsyariyane nêzîk dibin, QSD'ê xwe ji qadên Ereb vekişand û li cografya Rojava xeteke berxwedanê ava kir. Hevsengiyên siyasî û asta şer ev yek ferz kir. Ji vê rewşê jî encama 'diviyabû bawerî bi Ereban nehatibûya kirin' dernakeve. Ji xwe pirsgirêk pirsgirêka bawerî yan jî nebaweriyê nîne. Rastiyên bi hevsengiyên hêzê yên siyasî, leşkerî û rêxistinî afirîn, rêya têkoşîna siyasî û leşkerî diyar dikin.
Nêzîkatiya cîhana Rojava û DYE'yê ya li Rojava bi berjewendiyên wê yên têkildarî polîtîkaya giştî ya Rojhilata Navîn eleqedar e. Ew polîtîkaya xwe tenê bi spartina li têkiliyeke lokal nameşînin. Polîtîkayeke wan a giştî ya Rojhilata Navîn heye û Rojava jî di vê çarçoveyê de dibîne; ji xwe bi vî rengî nirxandin. Ji bo Rojhilata Navîn ew rêveberiyên xwedî îrade û demokratîk naxwazin, ew hêzên noker û yên ku xizmetê ji hegemonya wan re bikin tercîh dikin. Tom Barrack got, ne demokrasî lê belê monarşî li rastiya Rojhilata Navîn tê. Dema ku ev got, ne ku li gorî cudahiya siyasî, civakî û dîrokî ya her welatên Rojhilata Navîn vegot, li gorî hin welatên ku bi wan re di nava têkiliyê de ye anî ziman. Ji xwe ev axaftin jî li welatekî kir ku monarşî lê heye.
ANF / NAVENDA NÛÇEYAN










