Dawî li rewşa tirs û terorê bînin

În 5 Îlon 2025 - 03:42

Nerazîbûnên li dijî êrişa li hemberî Rojnamevan û Çalakvanê Siyasî Hêmin Mamend berdewam in. Înîsiyatîfa Têkoşîna Rêxistinên Başûrê Kurdistanê ya derveyî welat, di derbarê êrişa li ser Hêmin Mamend de daxuyaniyek belav kir û wiha got:’’Êvara 2’ê Îlona 2025’an, rojnamevan û çalakvanê sivîl Hêmin Mamend li taxek Silêmaniyê di êrişek terorî de giranî birîndar bû. Bêguman, ev sûcekî hovane ye. Berdewamiya heman sûcên ku ji aliyê desthilatdarên Herêma Kurdistanê ve hatine kirine ku berê bi dehan rojnamevan û çalakvanên din qetilkirine. Başûrê Kurdistanê gihîştiye rewşek metirsîdar. Azadiya ku hebû ber bi dawîbûnê ve diçe û ti bingehek ji bo azadiya ragihandin û ramanê nemaye. Bi taybet ji bo rojnamevanên welatparêz, azadîxwaz û demokrasîxwaz ku armanca wan ragihandina rastiyê ji raya giştî re ye, rewş pir xeternak û dijwartire. Bi her awayî têne hedef girtin, girtin û qetilkirin. Ev rewşek nayê qebûlkirine û divê ev rewşa tirs, çavtirsandin û terorê di zûtirîn dem de bi dawî bibe. Pêwîste berpirsên asayîşa Silêmaniyê hewlên xwe yên ji bo girtin û eşkerekirina sûcdarên vê sûcê hovane zêde bikin. Her wiha dawî li rewşa tirs û terorê ya ku Silêmanî û tevahiya Başûrê Kurdistanê dorpêç kiriye bînin. Em li vir, wek Înîsiyatîfa Têkoşîna Rêxistinên Başûrê Kurdistanê li Derveyî Welat, em hewldana qetilkirina çalakvanê sivîl û rojnamevanê Stêrk TV Hêmin Mamend bi tundî şermezar dikin. Em jê re hêviya selamtî û şifaya xêrê dixwazin.” Hêjayî gotinêye ku di 2’ê Îlonê de li taxa Eqarî ya bajarê Silêmaniyê rojnamevan û pêşkeşvanê Stêrk TV’yê Hêmin Mamend rastî êrişa çend kesên nenas hat. Di êrişê de du gule li bedena Mamend ketin û bi giranî birîndar bû. 

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.