Divê wêje aşitiyê biafirîne

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 25 Îlon 2025 - 18:30

  • Roger Sozdar; “Ev pergal mirov ji nirxên civakî dûr dixe û li ser hîmên takekesiyê bi cîh dike. Şev û roj pesnê vê hîmê dide û dibêje ‘azadî ev e.’ Lê mixabin tê zanîn ku mirov zindiyek civakî ye. Hemû pênaseyên xwe ji civakê digire. Bi tena serê xwe ne xwediyê ti nasnameyê ye.”

KADÎR STÊRA

Roger Sozdar, romannûseke penaber e, û li Fransayê jiyana xwe didomîn e. Ew ji Qereyaziya Erziromê ye. Weke generalekî Apê Mûsa li Kurdistanê him bi salan Azadiya Welat belavdike him jî bi hunerê re mijûl dibe. Gava derbasî Enqereyê jî dibe dîsa belavkariya Azadiya Welat didomîne, di heman demê de bi xwendekarên Zaningeha Enqerê re jî têkîliyên xwe xurt dike. Li wir tevlî xebatên şanoyê dibe. Sozdar xwediyê du romanan e. Navê romaneke wî “Tazî” ye, navê ya din jî “Rêzan û Çolo” ye. Ev herdu roman, ji aliyê Weşanên Aryenê hatine weşandin. Dê romana wî ya dawî jî, ji ber destê Weşanên Bêjingê derkeve. Roger Sozdar, ji şanoyê berî daye nivîsandina romanan. Me xwest em wî ji nêz ve nas bikin û pirsên xwe yên li ser wêjeyê û rojeva Rojhilata Navîn bipirsin. Me pirsî, nivîskarê me bersiv da. Çîroka malbata Roger Sozdar jî çîrokek giran û dirêj e. Birayeke wî li serê çiyayên azadiyê ye, sê birayên wî ji bo hîmên heqîqetê dibin hevalên stêrkan. Ew jî penaber e. Wî jî qelema xwe ji bo welat û gelê xwe kiriye çek, bi wê qelemê berxwedana xwe didomîn e.

Meriv gava romana te ya Tazî dixwîne, dibîne ku lehengê sereke biyaniyê civakê ye. Gelo çima mirov dibin biyaniyê xwe û civaka xwe?

Dibe ku mirov ji bo vê gelek sedeman bibîne. Ji bo nimûne; zanistiya serdemê, teknolojî û hwd. Lê li gor min sedemek bingehîn he ye, ew jî pergala dewletê ye. Ev pergal mirov ji nirxên civakî dûr dixe û li ser hîmên takekesiyê bi cîh dike. Şev û roj pesnê vê hîmê dide û dibêje "azadî ev e." Lê mixabin tê zanîn ku mirov zindiyek civakî ye. Hemû pênaseyên xwe ji civakê digire. Bi tena serê xwe ne xwediyê ti nasnameyê ye.

Ez dixwazim pirsekê li ser modernîzmê jî bikim.  Em dizanin ku piştî modernîzmê her ku çû mirov dûrî civakbûnê ketin. Gelo em dikarin bêjin ku modernîzm dijminê civakbûnê ye? Û tu tesîra vê yekê li ser wêjeyê çawa dinirxînî?

Ji xwe bersiv di pirsa te de ye. Belê mirov bi pêşketina modernîzmê re ji civakbûnê dûr ketin. Lêgerîn an jî avakireneke komî li holê nema. Helbet divê mirov bipirse ka amûrên ku modernîzm bi kar tîne aîdê kê ne? Tê zanîn ku modernîzm li dijberê huner, wêje û felsefeya kevneşopî hatiye afirandin. Di serdema zayîna xwe de her çiqas xwediyê armanca ku ji bin bandora desthilatdariyê derkeve be jî amûrên ku bi kar anî dîsa vegeriya û ket bin xizmeta desthilatdariyê. Xwest ku têkiliyên dewlet û takekesiyê biafirîne û di vê milê de jî bi ser ket. Mirov ji civakê dûr ketin, wê wek saziyeke kêm dîtin û xwe avêtin hembêza modernîzmê. Armanca sereke xwe ava kir ku mirov dev ji paşeroja xwe a civakî berde û ji bo wateya hebûna xwe tiştekî nû avake.

Hunerek nû, wêjeyeke nû û felsefeyeke nû... Di hemûyan de jî berjewendiyên takekesiyê pîroz kir. Di berhemên wêjeyî de -gelemperî di hemû beşên jiyanê de jî- pirsgirêkên mirov bê civakî hilda ber dest. Axirî xem, newêrekî ji xwe nefretkirin an jî bêxemî, wêrekî û ji xwe razîbûnê bê ser û ber ava kir. Tu li kîjan milê vedigerî tê de asê dimînî.

Di vê mijarê de em dikarin behsa lehengê romana te Selman bikin. Ew ji xwe direve, belkî xwe dixapîne jî. Em mirov çima pirî caran ji xwe direvin û carinan jî hema xwe dixapînin?

Sedem asêmayîna di navbera hilbijareyên di jiyanê de ye. Dema mirov di navbera cûreyên jiyanê de asê dimîne pêdivî bi derew û xwexapandina dibîne ku bikaribe xwîna laşê xwe biherikîne. Selman ew kes e ku di navbera şoreşgerî, bajarî, lîberalî û gelek xwestekên xeyalî de asê maye. Ne dikare tiştekî tam bike armanc û ne jî dikare tiştekî ji binî ve ret bike. Ji bo ku di jiyana xwe de kesayetiya xwe bide jiyîn mecbûre xwe bixapîne. Heke xwe nexapîne mirin divê û ew jî tercîhek e. Dîsa heman rê vedigere xwexapandinê. Ji ber ku jiyan ji xeynî berdêlên ku em li hemberî hilbijareyên xwe didin tiştek din nîne. Ji vê re jî vîn û azadî pêwîst e.

Madem em behsa civak û modernîzmê dikin, hinek jî qala xwe bikin. Bi giştî Wêjeya Kurdî, li hember modernîzmê ezmûnek çawa da û dide?

Li gor min wêjeya Kurdî hê baş teşe negirtiye û li hember xweavakirinê di nakokiyan de ye. Sedem ew e ku gelê Kurd hîmên xwe li ser civakbûyînê ava kiriye û pênaseya çand û hunera xwe jî ji wir diafirîne. Lê serdema ku lê asê bûye dûrê vê pênaseyê ye. Dikarim bibêjim heya ji destên vê serdemê tê gel durê civakbûyînê dixe. Bi tenê dihêle. Îja em nivîskar jî di navbera vê nakokiyê de berheman diafirînin. Dil xwe ber bi civakbûyînê ve dikişîne lê mêjû qêre qêra serdemê dike. Berhemên me an zêde di rewşên civakî de dimînin û propagandayeke sar derdixînin holê an jî zêde noqî modernîzmê dibin û lehengên xwe ji gel qut dikin. Beriya her tiştî divê em bibêjin "Ez ev im û ez baş im." Wê demê dibe ku di vê ezmûnê de bi ser bikevin.

Niha di çarçoveya berxwedana azadiyê a pêncî salên çûyî de em weke civaka Kurd derbasî asteke nû bûn. Û em dibinin ku di vê pêvajoyê de amûr û şêweyên berxwedanê diguherin. Di konjonkturek wiha de çi dikeve ser milê wêjeyê?

Ji xwe a ku xwekuştina wêjeya Rojhilata Navîn, bi taybetî a Kurdistanê rawestîne ev pêvajoye.  Divê wêje jî li gor vê konjekturê cîhê xwe bigire û bi naverok û lehengên xwe ve destên aştiyê xwirt bike. Divê zêdetir giranî bide ser wekhêvî û civakbûyînê. Zêdetir qala qedexeya li ser zimên bike û bi xebatên xwe ve vê mijarê radestê wijdanan bike. Ango li gor serdemê aştî û mafê zimên estetîze bike. Bikaribe di vê milê de xwe bide xwendin û guhdarkirin. Mixabin li Kurdistanê pênaseya şer zêde cîh girtiye. Divê wêje jî li dijberê vê  rewşê pênaseya aştiyê biafirîne.

Bi ya te Wêjeya Kurdî û wêjekarên Kurd rol û mîsyona xwe ya civakî tînin cî an na? Tu dikarî tevî sebebên wê, di vê mijarê de fikr û nêrînên xwe vebêjî?

Berxwedaniyek di vê milê de heye lê mixabin têr nake. Amûrên ku di wêja Kurdî de tên bikaranîn gelemperî dûrî civaka xwe ne. Çîrokên ku tên nivîsîn û a ku di rastîyê de tê jiyîn ne wek hev in. Ev jî rê li ber wêje û wêjekar digire ku rol û mîsyona xwe ya sereke bîne cîh. Li gor min sedem ew e ku em zêde dûrî hestên wek welat û netewperweriyê bûne. Li gor min em zêdetir ketine nav ava gelên qaşo azad û me bindestiya xwe û wateya şoreşa xwe a bêhempa ji bîr kiriye. Ev jî rewşeke xwenenasî li ser me ava dike û em dibin wek kes û gelên din. Her diçe em dûrî taybetiyên xwe dikevin û mixabin bi Kurdî qala nasnameyên kesên dikin û xwe wisa didin xuyan û gel jî bi xwe re dikişînin nav vê behra xwenenasiyê.

Li ser esasên modernîzma demokratîk, tu dikare wêjeyê binirxîne? Li gorî te wêjeyek çawa dikare rê li pêşiya modernîzma demokratîk veke?

Modernîzma demokratîk xwedî wê hêzê ye ku dikare wêjeyê vegerîne ser esasên wê ên resen. Amûrên ku di xwe de diafirîne dikarin gel û wêjeyê bigihîne hevûdû. Divê di vî milê de jî wêje beriya her tiştî bizanibe ku kîjan peyv aidê dewletan e û kîjan peyv aîdî gelan e. Ango divê bikaribe ferhenga civakê azad bike. Jixwe dema ku dikaribe vê yekê bike wê demê alternatîfa li hember modernîzma qapîtalîst xwe bixwe di wêjeyê de cîh digirê û rê li xwe vedike.

Wekî nivîskarekî ji Serhedê, tu dikare bandora çanda dengbêjiyê li ser wêjeya nivîskî binirxînî? An jî çanda dengbêjiyê li ser wêjeya te çi bandor kir?

Ji xwe tê zanîn ku dengbêjî hemû berhemên xwe ji bûyerên ku di nav gel de diqewimin hildigire. Xwe bi wan xwedî dike. Meriv dikare bibêje ku dîroka Kurd û Kurdistanê bi devkî ye. Dengbêjî jî di vî milê de gelek xwirt e. Şayesandinên ku di wê de cîh digirin li ser gelek çîrok û romanên giran e. Dema qala bûyerekî dike zimanekî civakî û herikbar bi kar tîne. Hemû dar, devî, çem û newalan li bûyerê dike û bi şayesandina ve dixemilîne. Helbet vê hunera qedir bilind li ser zaroktiya min bandoreke mezin çêkir. Wek tê zanîn ku Şahê Dengbêjan Şakiro demekî gelek dirêj li Qereyazîyê jiya. Her wisa Evdalê Zeynikê bi xwe heya dema dilovaniya xwe li wir ma û goristana wî jî li wir e. Li gor min wêjeya Kurdî ji bo hemû hewildanên xwe dengbêjiyê weke çavkaniyek girtiye ber dest. Zimanê wê ê nerm û gerguhêz rê dide nivîskaran ku baştir bikaribin li ser berhemên xwe pênûsê bihejînin. Bi kurtasî mirov dibîne ku hunera nêzî civakê dikare xwe bixe nav rûpelên dîrokê.

Xeyalên te dipirsim: Kurdistanek çawa? Jiyanek çawa? Wêjeyek çawa?

Kurdistaneke ku li gor paradigmaya civaka demokratîk a Rêber Apo hatiye avakirin. Kurdistaneke ku li nasnameyên hemû gelan xwedî dertê û rê ji azadiya her civakê re vedike. Kurdistaneke wek Rojava. Jiyaneke ku her dem ji bo welat, rêber û nirxên xwe tevdigere. Jiyaneke ku keseyatiya her şehîdên Kurdistanê ji xwe re kiriye pîvan û armanc û hewl dide li gor wan tevbigere. Wêjeyeke ku bi pûte li ser gelê xwe disekine. Wêjeyeke ku baş hay ji derdên gelê xwe heye û dixwaze wan derdan vegerîne rewşeke berxwedanî.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.