Piştî 30 salan li Amedê ne

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 23 Îlon 2025 - 15:45

  • Koma Amed, ku yek ji navên bi deng ên komên muzîka Kurdî ye, piştî 30 salan cara yekem di meha Mijdarê de li Amedê derdikeve ser dikê.

Koma ku di salên 1990’de bi gotinên xwe yên siyasî û awazên pirreng bû dengê nifşekê, piştî salên dirêj ên sirgûn, qedexe û zordariyê, amade ye ku bi evîndarên xwe re bicive.

Endamê Koma Amedê Memo Gül, bi daxuyaniyeke ku li ser hesabê xwe yê X’ê parve kir, ragihand ku ew ê di 1’ê Mijdarê de li Amedê konserekê bidin.

Konser dê li qada Newrozê be

Koma Amed di sala 1988’an de ji aliyê xwendekarên Zanîngeha Enqereyê û Fakulteya Tipê ya Hacettepeyê ve hate damezrandin. Evdilmelik Şexbekir, Gülşen Çetin, Savaş Çakmak, Rohat Kutlay, Fikri Kutlay, Mustafa Kart û Ahmet Kaya re bingeha komê danîn û kom damezirandin.

Albûma wan a yekem Kulîlka Azadî di sala 1990’î de hate weşandin. Ji ber ku muzîka bi Kurdî dikirin, di peydakirina studyoyên tomarkirinê de zehmetî kişandin, lewma bi komên din ên wê demê yên wekî Koma Mezrabotan, Koma Çiya, Vengê Sodirî, Koma Rojhilat, Koma Dengê Azadî, Koma Rewşen, Koma Gulen Xerzan, Mizgîna Sor, Koma Azad û Agire Jîyan re heman studyoyê parve kirin û bi heman aranjor û muzîsyenên tomarkirinê re xebitîn.

Piştî albûma wan a Dergûş ku di sala 1997’an de hate weşandin, hin endamên komê ji ber sedemên siyasî neçar man ku koçî Elmanyayê bikin û kom ji hev belav bû.

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.