- Wezîrê Çanda Iraqê Ahmed Fekkak el-Badranî daxuyaniyek da Ajansa Nûçeyan a Iraqê û da zanîn ku wan lamassuyekî bi bask ê şeş metreyî derxistiye holê.
Ev berhemê dîrokî ku li Nînowayê hatiye dîtin lamassuyê herî mezin e ku heta niha hatiye tomar kirin.
Ev peykerê bi îhtişam û mezin di heman demê de nîşaneya îhtişama împaratoriya Asûriyan e jî. Her wiha mîras û potansiyela dîrokî ya Mezopotamyayê jî baş radixe ber çavan.
Lamassu; peykerên parêzvan ên Asûrî
Ev fîgurên bi navê lamassu ên bi laşê ga an şêr, baskên ajel û serê mirovî, di çanda Mezopotamyayê de wekî xwedayên parêzvan ên ku xirabiyan dûr dixistin dihatin naskirin. Lamassuyên ku li deriyên qesran dihatin danîn, sembola hêza qraliyetê bûn. Her çend îro nimûneyên herî naskirî li Brîtish Museum û Louvreê têne pêşandan, lê ev nimûneya nû ya ku li Musulê hat dîtin, bi mezinahiya xwe hemû vedîtinên berê di bin siya xwe de hiştiye.
Lamassuyê herî mezin ê cîhanê
Wezîrê Çanda Iraqê Ahmed Fekkak el-Badranî ji Ajansa Nûçeyan a Iraqê re ragihand ku ev berhem nêzîkî şeş metre bilind e û lamassuyê herî mezin ê dîrokê ye. Berê nimûneyên naskirî di navbera 3,5 û 4,2 metreyan de bûn, lê ev vedîtin di hunera Asûrî de wekî qonexa herî girîng tê dîtin. Ev peykerê mezin ê ku wekî lamassu tê zanîn, li salona qraliyetê ya Qesra Esarhaddon, ku di bin Mescîda Hz. Yûnis a li Musulê de ye, hat dîtin.
‘Girîngiyeke dîrokî ya mezin heye’
Wezîrê Iraqî got, “Ev vedîtin xwedî girîngiyeke arkeolojîk û dîrokî ya mezin e.” Wî herwiha zêde kir ku kolandin nîşan didin ku kopiyên biçûktir jî hene û ev yek dihêle ku lêkolîner mezinahî û sêwirana salona qraliyetê ku yek ji mekanên mîmarî yên herî girîng ên Împaratoriya Asûrî ye, baştir texmîn bikin.
Li gorî Wezîr Badrani, mîmariya qesrê ji gelek salonên cuda pêk tê ku bi salona textê ve girêdayî ne û her yek ji van bi cotên lamassuyan li deriyên xwe tê parastin. Arkeolog bawer dikin ku ev peykerê nû yê vedîtî yek ji cotek heykelên lihevhatî ye ku li her du aliyên deriyê sereke yê salona textê ne.
Pirs û fikarên nû
Di kolandinan de herwiha tabletên nivîsên mîxî ên ji serdema Sanherib, Esarhaddon û Asurbanipal hatin dîtin. Di nav van de qeydên ku destanên şer û seferên împaratoriyê yên berfireh vedibêjin jî hene. Lêkolîner li ser wateyên teknîkî û siyasî yên vê peykerê şeş metreyî pirsan dikin:
Berhemeke ew qas mezin çawa hate kolandin û veguhestin?
Ev tenê ji bo Esarhaddon fermaneke taybet bû?
An jî beşek ji kevneşopiyeke mezintir a wenda bû?
NAVENDA NÛÇEYAN