- Pirtûkxaneya Giştî ya Ranya ku sala 1977’an hatiye avakirin, ji sala 2006’an û vir ve weke Rêveberiya Giştî ya Pirtûkxaneyên Raperîn kar dike. Pirtûkxaneya Raperîn xwedî dîrokeke dewlemend ya xizmeta ji bo xwîner û rewşenbîrane.
Her bi pêşketina teknîk û teknolojiyê re rol û bandora gelek pîşe û saziyan kêm bûye. Yek ji van kêmbûna rola pirtûkxane û xwendinê ye. Pirtûkxaneya Giştî ya Raperîn hewl daye xwe tim li gorî demê nûjen bike û bibe bersiv. Di roja îro de bi dijîtalkirina pirtûkan û berhemên din hêviyên nû ji bo siberojê daye çêkirin.
Karmendê Beşa Daxwazên Pirtûkxaneya Giştî Nejad Hesen bal kişand ser rola pirtûkxaneyê û hevkariya bi xwêneran re û got: “Ji bo nivîskaran, nasandina pirtûk û lêkolînên zanistî salona pirtûkxaneyê vekiriye û semîner û panel tên dayîn.”
Nivîskar bi rêya înternetê karên xwe belav dikin
Nejad Hesen anî ziman ku weke berê bandora pirtûkxaneyan nemaye û got: “Ev çavkaniya xwe ji teknîkê digire û nivîskar bi rêya înternetê karê xwe belav dikin û dîsa bi rêya PDF pirtûkan belav dikin. Tevî vê yekê jî xwîner hene ku pirtûkan bi dest digirin û dixwînin.” Nejat Hesen diyar kir ku ew hewl didin ku pirtûkxaneyê bikin pirtûkxaneyeke dijital û got: “Ji bo xwîner baştir bigihêjin pirtûkan û dîsa çavkaniyên pêwîst hewl didin pirtûkan bi şêweyê PDF bê amadekirin.”
11 pirtûkxane di bin sîwanekê de
Berpirsê Rêverberiya Giştî ya Pirtûkxaneya Ranya Dana Xidir dest nîşan kir ku Pirtûkxaneya Giştî ya Ranya sala 1977’an hatiye damezirandin û sala 2006’an û şûn ve jî bûye Rêveberiya Pirtûkxaneya Giştî ya Ranya û got: “Niha 11 pirtûkxane di bin vê sêwanê de heye.” Dana Xidir anî ziman ku berê ji ber pêşneketina teknolojiyê asta xwendinê zêdetir bû û got: “Bi pêşketina teknolojî, tevnên civakî û înternetê ya li Başûrê Kurdistanê, mijara xwendina pirtûkan lewaz bûye. Niha zêdetir ji bor aport, lêkolînên zanistî serdana vir dikin.” Dana Xidir anî ziman ku li pirtûkxaneya wan nêzîkî 19 hezar û 500 pirtûk hene û got: “Gelek pirtûk hatine çapkirin û hejmara giştî ya pirtûkan ya li pirtûkxaneyê nêzîkî 26 hezarin.”
Zarokan teşwîqî pirtûkxaneyan bikin
Helbestvan û Nivîskar Cebar Ezîzî destnîşan kir ku di nava civaka Kurd de çanda pirtûk xwendinê ya li nava malê nebû, ji bo wê rola pirtûkxaneyan berê pir zêdetir bû. Nivîskar Cebar Ezîzî anî ziman ku ji bo asta xwendinê zêde bibe, divê mamoste li dibistanê zarokan teşwîqî pirtûkxaneyan bikin û pirtûkan bixwînin.
Parêzer Cemal Hesen bang li ciwanan kir ku xwendin çavkaniya jiyanê ye û got: “Mejî bê xwendin baş kar nake. Daxwaz li ciwanan dikim ku çawa dixwin, vedixwin û radizin divê wisa bixwînin jî. Divê ciwan bê hêvî neminin. Bê hêvîtî wisa li mirov dike, nexwîne û dev ji jiyînê berde.” ROJNEWS/RANYA