Orkestraya Fîlharmonîk a Brukselê li baregeha NOVUM TEATR’ê ya li navçeya Etterbeek a Bruksel ê Belçîkayê, derket ser dikê. Kemanjenê navdar Alan Arif, hunermend Şêrko Kanîwar û Sara Hemîdî jî beşdarî konserê bûn û stranên Kurdî bi senfoniyê re şîrove kirin.
Performansa kemanê ya Alan Arif a "Erê Delên Lew Bane" ji aliyê temaşevanan ve ku piraniya wan ji biyaniyan pêk dihat, bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin. Ahenga di navbera keman û erbanê de, bi rîtmên Şêrko Kanîwar re li salojê deng vedan û di heman demê de performansa orkestrayê di nav temaşevanan atmosfereke efsûnî afirand.
Gelek kesên ku ne Kurd in eleqeyek mezin nîşanî konserê dan û ev yek hêza muzîkê ya bêhempa nîşan da. Şahî wekî gihîştina hunera Kurdî ya bi gerdûnî re di hafiza mirovan de cih girt.
ANF
* * *
SûrFest bi govendê bi dawî bû
- Mihrîcana bi hevpariya KASED û Şaredariya Sûrê ya Amedê Sur Fest II roja sêyem li gundê Pelûkê bi dawî bû.
Mihrîcana Gundan a Sur Fest II bi hevpariya Komeleya Çand Huner û Wêje ya Jinan (KASED) û Şaredariya Sûrê tê lidarxistin roja sêyem li gundê Pelûkê ya navçeya Sûrê ya Amedê bi dawî bû. Di mihrîcanê de jin û zarok tev li bernameyên huner û çandê bûn. Zarok li qada hatibû amadekirin lîstîk lîstin. Piştre zarok bi alîkariya mamosteyan rûyê xwe boyax kirin.
Di berdewama mihrîcanê de komxebata jinan hat lidarxistin. Jin çente û tîşortan xêz kirin û pişre jî boyax kirin. Di dawiya mihrîcanê de koma govendê derket qadê û govend gerand. Piştî koma govendê, hunermend Şîlan Dora derket li ser dikê stranên xwe got. Zarok û gel li ber stranan tev govend gerandin û mihrîcan bi dawî bû.
NAVENDA NÛÇEYAN