Cîhadîst rêya hunerê venakin

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 23 Îlon 2025 - 15:30

  • Intîsar Hezîm di sala 1974’an jidayîk dibe, bi eslê xwe Elewî ye û li parêzgeha Humisê ya Sûriyeyê jiyan dikir. Elewiyan jî para xwe ji komkujiyên ku HTŞ’a cîhadîst pêk anî, girtin û bûn şahidê komkujiyên herî bixwîn.

Ji ber nebaweriya bi hêza rêveberiya demkî û parastina Elewiyan, Intîsar tevî malbata xwe berê xwe dide herêmeke ewletir ku wê wekî jin biparêze, tê de nasnameya wê ya Elewî neyê bipêkirin û were parastin. Intîsar îro li Rojava bi Komîna Fîlm a Rojava re rêwîtiya xwe ya sînemayê didomîne. Di demeke ku HTŞ’a cîhadîst jiyan û hûnerê bi giştî li Sûriyeyê qedexe dike de Intîsar, bi rêyeke nû û li perçeyekî nû ku dikare lê bi ya xwe be, rêwîtiya xwe ya sînemayê bihêztir didomîne.

Çêker û derhênera fîlman, senarîsta fîlm û televîzyonê û mamosteya nivîsandina senaryoyê Intîsar Hezîm, behsa rêwîtiya xwe kir.

Bi nivîsandina kurteçîrokan destpê kir

Intîsar bi nivîsandina kurteçîrokan dest bi rêwîtiya xwe kir û bi gotina ev “destpêk bû” xebatên ku di salên dirêj de çêkirî tîne ziman. Intîsar got ku: “Beşdarî gelek festîvalan bûm û min gelek pirtûkên çîrokan çêkirin.” Intîsar diyar kir ku piştre dem hatiye, fêrî senaryoya sînemayê bûye û bi hezkirin ev beş xwendiye. Ji serkeftin û pisporbûna nivîsandina senaryoyan, derbasî beşa derhêneriyê bûye û wiha rêwîtiya wê dewam kiriye.

‘Pencereyên Girtî’ nexşerêyek nû bû

Bi fîlmê xwe yê yekem Pencereyên Girtî (Closed Windows), ji bo ramanên wê ji kaxezê ber bi wêneyan ve, di cîhana sînema û derhêneriyê de veguherînek nîşan da û ev ji jiyana wê re nexşereyek nû bû. Intîsar bi çêkirin û derhêneriya fîlmê ‘Pencereyên Girtî’ û bi ‘Tama Avê’ di cîhana sînemayê de gaveke din davêje, zêdetir ber bi xwe ve diçe û hêza xwe ya hundir ferq dike. Lê Intîsar ne tenê ji xwe re, ji bo hevalên xwe û saziyên sînemayê jî senaryo nivîsand û bû hevkara serketinên wan jî. Intîsar hestên xwe yên ketina cîhana sînemayê wiha pênase dike: “Ezmûnek ecêb bû. Bi taybetî piştî ku yekem car li pişt kamereyê sekinîm, min di wan kêliyên destpêkê de hîs kir ku divê ez winda bibim an jî xwe veşêrim.”

Bi ramanên cîhadîst huner nameşe

Intîsar rewşa ku niha Sûriyê tê de derbas dibe, ji girtin û qedexekirina qadên hûnerê heta sînema û mûzîkê ji aliyê HTŞ’ê ve, bibîr xist û got: “Ger em behsa çend mehên dawîn bikin, em ê bibînin ne tenê sînema bi giştî ramanên çandî û giştî cûreyên hûnerê tên qedexekirin û girtin. Hûner tê dorpêçkirin. Ramanên ku dixwazin pê Sûriyeyê ava bikin, ramanên cîhadîst in. Bi cîhadîstiyê qet nabe û rê nadin ku hûner an jî jin hebe.”

Çima berê xwe da Rojava?

Intîsar têkiliya xwe ya bi gelê Kurd re mîna têkiliya kevintirîn pênase dike. Li ser gelê Kurd dibêje: “Rewşenbîr in, zindî ne û ji jiyanê hez dikin.” Ji ber wê gava ku Intîsar tevî malbata xwe biryar dide ji Humisê derkevin, çav û rêya wan destpêkê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ji bo wê jî dikeve nav Komîna Fîlm a Rojava.

‘Bêjin em hene’

Intîsar di dawiya axaftina xwe de wekî nameyek ji jinan re şand û got; “Bi hêvî me jinên ku hatine revandin careke din vegerin hembêzên dayîk û malbatên xwe. Her wiha hemû jin bikaribin bêjin em hene, çalak bibin û hebûna xwe ferz bikin. Sînema hunereke rewşenbîrî û dîtbarî ya pir sofîstîke ye. Heta ez xebatên sînemayê dikim ez zindî me. Ji lewra ne girîng e ezê li ku û di çi şert û mercan de xebatên sînemayê bikim, ya girîng, di asta herêmî an jî navneteweyî de be.” SORGUL ŞÊXO / JÎNHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.