- Komîna Film a Rojava çîroka ku rojnameger Nazim Daştan qala wê kiribû, bi navê “Heval Birako” kir film û diyarî Nazim Daştan kir.
Derhêneriya filmê Nûman Yigît kir. Çîroka filmê ji aliyê Nazim Daştan ve hatibû amedekirin û Onder Çakar jî çîrok veguherand senaryoyê.
Kişandina filmê di 7’ê Tebaxa 2024’an de dest pê kir û di 7’ê Cotmeha 2024’an de bi dawî bû. Beriya wê jî mehekî amedekariya kişandinê hatibû kirin. Dema filmê demjimêrek û 53 deqe ye.
Derhênerê filma “Heval Birako” Nûman Yigît diyar kir, film li ser du birayên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine revandin e. Ev bira ji aliyê DAIŞ’ê ve li dijî çanda xwe hatine perwerdekirin û li dijî gelê xwe tên bikaranîn. Lê herî dawî bi lêgerîn û hesreta wan a li hemberî hev, digihin hev. Ev çîroka gihiştina hev a du birayan e.
Nûman Yigît got: “Heval Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bi awayek hovane hatin qetilkirin. Keda heval Nazim Daştan di vê çîrokê de pir e, em jî dixwazin ji bo keda wî vê çîrokê zindî bikin. Em vê filmê diyarî heval Nazim Daştan dikin”.
Dê filma “Heval Birako” di Mîhrîcana Filman a Navnetewî ya Rojava de bê nîşandan. Di mîhrîcanê de filmê yekemîn be ku bê nîşandan. Mîhrîcana Filman a Navnetewî ya Rojava dê di 13’ê Mijdara 2025’an de li bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê bike û 7 rojan bidome.
Di 19’ê Kanûna 2024’an de bi balefirek bê mirov a bi çek wesayîta nûçegihan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan têde, li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û bajaroka Sirînê de bombebaran kir û herdû rojnameger qetil kir.
ANHA/QAMIŞLO