Hewraman û xemsariya hikûmetê!

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 21 Îlon 2025 - 15:20

  • Herêma Hewramanê yek ji deverên geştyarî û çandî ya dîrokî ya Başûrê Kurdistanê ye. Li gorî çand, huner û nasnameyê ve navçeyeke cuda ye. Yek ji taybetmendiya xwe ya herî berçav û balkêş xwedî çandeke dewlemende. Ji ber xemsarî û nêzîkatiya Hikûmeta Demborî ya Herêma Kurdistanê ev çand li ber xeteriya tine bûnê ye.

Welatiyên Hewramanî nêzîkatî û rexneyên li hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê anîn ziman. Rewşenbîr Eyub Kwêxa Rostem anî ziman ku çand nasnameya gelane û got: “Divê gel hewl bide vê nasnameyê biparêze. Ew jî bi girîngî pêdan û parastina wê dibe.”

Eyûb Kwêxan Rostem bal kişand ser çanda Hewreman û got: “Hewraman xwedî çandeke dewlemende. Divê em vê yekê bi şêwazeke nû bixwînin û li gorî ruhê demê bigihînin nifşên nû. Eger ku niha xeteriyek pir mezin li ser çand û zimanê Hewremanê nîne hê jî ev yek ji parastinan xelkê Hewremanê ve girêdayî ye.” Rewşenbîr Eyub Kwêxa Rostem ji ber nêzîkatî û piştguhkirina hikûmeta demborî ya li çanda Hewreman rexne li hikûmetê girt û wiha domand: “Divê hikûmet mîna ciheke din çav bide Hewremanê û ji nû va avadan bike. Herî kêm divê ji bo avadankirina karê destî yên li herêmê kar bike. Niha gelek pîşe ji nav çûne. Pîşeyên mîna berik, şikal (sol, pêlav), çoxik û gelek berhemên din li ber dinebûnê ne. Divê ev neyê windakirin. Zindî bê hiştin. Hikûmed divê navendan veke û ciwanan fêrî vê bike. Ev mîrasek ji bav û kale me ji bo me maye û li ber tinebûnê ne.”

Ji bo parastinê ti planek tine ye

Çalakvanê Xurmalê Hawkar Gulpî destnîşan kir ku hewldanên tên kirin kêmin ji bo parastina çanda Hewraman û got: “Heraman navçeyeke ya çandî ya dewlemende. Li Başûrê Kurdistanê ji bo parastina wê tiştek nayê kirin. Niha tişta tê kirin li ser aste kesî ne û hewl tê dayîn ku vê çandê biparêzin.” Hawkar Gulpî anî ziman ku niha li ser asta Parêzgeha Helebce hewldanek tê kirin, çawa beşa Hewraman ya li Rojhilatê Kurdistanê xiste lîsteya mîrasê cîhanî niha hewl tê dayîn heman beşa dikeve Başûrê Kurdistanê jî bixin naval îsteya mîrasê cîhanê UNESCO yê. Gulpî got mixabin ji bo vê direng ketin, ji ber ku şêwazê çanda binesazî ya Hewreman ya mîna berê nemaye, li ber tinebûnê ye.

Cihek ji bo bermanihyên Hewramanê

Çalakvan Hawkar Gulpî diyar kir ku divê ewilê ew ji xwe destpê dike û got: “Divê ew navçeyên dikevin herêmên sînorê Hewraman yasa û taybetmendiyên wê bên diyarkirin. Bi rêya aliyên peywendîdar pêşiya xirabûna şêwazê wê yê mîmarî û çandî bê girtin zêdetir tine nebin. Li Hewramanê ciheke me yê weke mûzexane nîne ku bermahiyên çandî û dîrokî lê biparêzin. Ciheke me ya taybet nîne ji bo bermahiyên Hewramanê.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, 27’ê Tîrmeha sala 2021’an di 44’emîn runiştina Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî ya mîrateyan a cîhanî (UNESCO) ku li Çînê bi amadebûna nûnerên 139 welatan pêkhat, devera Hewramana Text ya dikeve Rojhilatê Kurdistanê wek deverek çandî û dîrokî li ser asta cîhanê hat tomarkirin û ket nava lîsta şunwarên cîhanê de. Xelkê Hewramanê jî ji vê biryarê gelek razîne.

HEWREMAN/ROJNEWS

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.