Bêzimanî civakê pûç dike!

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 24 Îlon 2025 - 18:30

  • Nivîskar Mehmet Akdogan li dijî êrişên li ser zimanê Kurdî û qedexeya perwedeya bi zimanê Kurdî da zanîn xeta xwebûnê zimanê dayikê ye û got: ”Kuştina civakê, bêzimanî ye. Ji ber wê gelê kurd di wê ferqê de ye ku heta ziman azad nebe kurd azad nabin.”

 

ROZA METÎNA/AMED

Êriş û qedexeyên li dijî zimanê Kurdî dewam dikin. Herî dawî di civîna Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê de axaftina bi zimanê Kurdî ya Dayikên Aştiyê hat astengkirin. Di heman demê de li Kurdistan û Tirkiyeyê serdema nû ya perwerdeyê dest pê kir lê belê bi milyonan zarokên kurdan ji perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar tên hiştin. Li ser mijarê nivîskar Mehmet Akdogan nirxandin kir.

Mehmet Akdogan diyar kir ku ji bo rabûna astengiyên li hemberî zimanê Kurdî têkoşîn divê û got divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê.

Mehmet Akdogan di destêpêkê de li ser girîngiya zimanê kurdî û wêjeya kurdî wiha axivî:”Girîngiya ziman hewcehî bi nîqaşên berfireh heye. Jibo ku ziman ji bo civakê di rêza yekem de ye. Pênaseya ziman ji bo hemû civakan weke pênasekirina nasnameyê tê kirin. Ango hebûn û nebûna civakê bi ziman ve girêdaye. Xurtbûn û bikaranîna ziman asta wê civakê dide der. Heke ziman bê asteng bê bikaranîn nasnameya wê civakê jî bê asteng û azade. Azadiya gelekî bi azadbûna zimanê wî ve girêdaye. Bêzimanî civakan dikuje, kuştina civakê, bêzimanî ye. Ji ber wê gelê kurd di wê ferqê de ye ku heta ziman azad nebe kurd azad nabin. Bê guman wêje jî bê ziman nabe wêje. Divê ziman hebe da wêje pê bê kirin. Wêjeya bi zimanekî cuda ti fêdeyê nade pirtûkxaneya kurd. Wêje bê ziman nabê. Ji ber wê yekê bingeh ango zemîna wêjeyê divê xurt û qahîm bê çêkirin û fêmkirin. Ji ber wê divê ziman azad be, berî her tiştî divê ziman bê azadkirin.”

Ji bo ziman têkoşîn divê

Mehmet Akdogan diyar kir ku ji bo pêşketina ziman û wêjeya kurdî her tim tevgerek divê û wiha pê de çû:”Me li jor jî got, em xwedî zimanekî qedexe ne û ev pêncîh sal in em hîn zêde ji bo ziman , çand û hunera xwe li berxwe didin. Ji bo ku ew nasnameya me û hebûna me pênase dikin. Avakirina qursên hînbûnê, an jî dibistanên perwerdeya kurd û hemû bang û hêvîyên me yên ku em dibêjin bila her kes mala xwe bike dibistanek, girîng e. Lê têra hewcehiya gelekî 50/ 60 milyon hejmara wî heyî, nake. Li gel wê divê şoreşek mezintir jibo zimanekî fermî û azad bê kirin. Da zimanê Kurdî li her qadên civakê zîndî û çalak bibe. Divê zimanê Kurdî weke zimanê hemwelatî bê qebûlkirin û dakeve qada jiyanê. Heke ew nebe dê zimanê Kurdî ji hinek hewldanan wêvetir pêş nekeve. Teşwîk û hewladanên ji bo ziman têne kirin pîroz in, lê ne bes in. Têrê nake, divê em bi wan tenê xwe îkna nekin û her di nava tevgerekê de bin.”

Qebûlkirina ziman qebûlkirina kurdan e

Mehmet Akdogan da zanîn ku divê zimanê Kurdî bikeve binê ewlehiya zagonî û wiha got:”Bê guman gelê kurd êdî bêtir, gelekî zana ye û polîtîk e. Dizane ku ziman nekeve bin ewlehiya zagonî dê tu wate ji bo keda wan a bi taybet pêncîh salên dawî, nemîne. Ew azadiya xwe bi azadiya ziman dibîne û ev rastiyek hêja ye. Bi çend dersan an bi çend xebatên saziyên di bin qedexeyê de tu tişt azad nabe û nagihêje armancê. Na, ne ku ez berxwedana wan saziyan bê wate dibînim. Karekî pîroz e, her karê bi berxwedan tê kirin hêja ye û pêşketinekê tîne. Lê divê ewlehiya ziman bi makezagonên komarê bê qebûlkirin , da rê li ber jiyana wî bê vekirin. Qebûlkirina gelê kurd dê pêşiyê bi qebûlkirina zimanê wî bê kirin. Gel wê yekê baş dizane. Jiber wê dixwaze û divê wê daxwazê her vebêje.”

Tenê bi dersekê siberoj ava nabe

Mehmet Akdogan da zanîn serdema nû ya perwerdeyê li Kurdistan û Tirkiyeyê vebûye û divê zimanê Kurdî jî bibe zimanê perwerdeyê û wiha dewam kir:”Her sal dema dibistan vedibin ev nîqaş têne kirin, hinek sazî û kes xweqeyîtkirin û hilbijartina derseke Kurdî bi qîmet dibînin. Weke ku mafekî mezin kurdan bi dest xistiye tevdigerin. Lê ne wisa ye. Komara Tirk sed sal in polîtîkayên asimîlasyonê û bişaftinê dimeşîne. Di vê hêlê de pisporekî mezin e, xwedî tecrube ye. Gaveke bê armanc navêje. Her dem di bin hinek tiştên ku hestên gelê kurd biperixîne asîmlasyon û xapandinên mezin dimeşîne. Ji ber wê yekê dixwaze  gelê kurd bi dersekê bixapîne. Lê gelê kurd nayê xapandin. Çimkî gelek bi dersekê hînî ziman nabe. Bi dersekê ji bo pêşerojê tu jiyana bi Kurdî nayê avakirin. Dersek bê armanc hêviyê nade. Ji ber wê gelê kurd qebûl nake û dizane ku bi dersekê dê asîmliasyona li ser gelekî neyê sekinandin. Ji ber wê yekê gelê kurd dixwaze zimanê wî bi fermî bê qebûlkirin û bi qasî zimanê tirkî di dibistanan de bê hînkirin. Dê ji bilî vê kurd, qebûl nekin.”

Xeta xwebûnê ziman e

Mehmet Akdogan da zanîn ew qedexeya zimanê Kurdî ya li Dayikên Aştiyê jî qebûl nakin û wiha bi dawî kir:”Bê guman niha pêvajoyeke girîng e. Lê nayê wê wateyê ku wê berpirs ji rastiyê birevin. Divê xusûsiyên vê dema xwişk û biratiyê ji yên demên berê cudatir bin. Divê bêhtir pozitîv bin. Bi tehemul û bi sebir li hevdû guhdarkirin gîrîng e. Heke wisa nebe dê pêşketinek dernekeve. Weke tê zanîn qedexeya li ser ziman, çand û hunera kurd, carna qedexekirina şanoyên bi Kurdî, filîm û belgefîlîman, gotina sitran û axaftina bi Kurdî  di asta herî jor de bû. Vê yekê ji dema avakirina komarê heta niha bê navber dewam kir. Her ciyekî jiyana bi Kurdî lê be, bi êrêşên mezin rûbirû ma. Her dem zagonên fermî ew êrîş parastin. Hemû xebatên bi Kurdî weke karên ‘terorê’ hat qebûlkirin. Bes êdî em behsa demeke nû dikin û me navê xwişk û biratiyê lê kiriye. Bêtehemuliya li hember axaftina Dayika Aştiyê, dayikeke kurd nayê qebûlkirin. Ew nêzîkatî bêbaweriya komisyonê derdixe holê. Berteka herî mezin a li dijî van êrişana, axaftina Kurdî û xebatên xurt ên ji bo fermîbûna zimanê Kurdî ye. Madem navê me kurd e û me wek xwişk û birayê xwe dibînin divê pêngava yekem zimanê xwişk û birayê xwe qebûl bikin. Ji bilî wê bi tu tiştên din kurd nabin xwişk û bira. Xeta sor, xeta hebûn û xwebûnê ev e. Xeta xwebûnê ziman e.”

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.